• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Dermankirina Koka Diranan

Dermankirina Koka Diranan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Diran ji çend beşan pêk tê. Beşa derve a diran, mîna heye û li bin mînayê, ac heye ku beşeke mezin ji diranî çêdike û di heman demê de beşa nerm a di hundurê diran de ku jê re kakila diran tê gotin jî diparêze. Di kakila diranan de reh, damarên xwînê heye ku di dema mezinbûna koka diranî de madeyên pêwîst ji bo diranî tîne. Ji bervê yekê, kakila diranan bi taybetî di ciwanan de girîng e, lê diranekî bi tevahî mezinbûyî dikare bêyî wê saxlem bimîne û maddeyên ku hewce dike ji derdorê werbigire.

Carinan ev kakil ji ber sedemên jêrîn, tûşî iltîhab,enfeksiyonan dibe:

-Derbeya li diran yan ?eneyê

-Rizîbûna diranan ku nehatiye dermankirin

-Şikestina diranan

-Kêmasî yan zirara taca diranî

Dema ku kakila diranî, kavil an rizî bibe, bakterî dikare bikeve hundurê diranî û bigihîje koka diranî, paşê dê bibe sedema enfeksîyon an jî kînorê. Ger di vê astê de derman neyêkirin, ev rizîbûn dikare bigihîje hestiyê li dora diranî jî.  Di vê demê de êşa diran digihîje asta herî jor û dibe ku hûn bi şev ji berê şagiran şiyar bibin.

Ger enfeksîyon an kînor neyê dermankirin, dibe ku bibe sedema:

-Belavbûna enfeksîyona ber bi hestîyê li dora diranan

-Têk?ûna hestîyê li dora diranan

-Werimîna rû, serî an stû

-Têk?ûna diranan

Dema ku enfeksîyon digihîje kakila diranî, yekane rêya derman, dermanê koka diranan e. Dermanê kokadiranan (Endodontic therapy / root canal thrapy) pêvajoyek e ku tê de kakil, maddeyên înfeksiyonê, demar û rehik ji nav koka diranî de têne rakirin da ku diran ji zirara mîkroban di pêşerojê ve were parastin. Di vê tedawîyê de, rizîbûn pêşî ji mîna û acê diran tê derxistin, paşê enfeksiyon, iltîhab û demar ji koka diran têne derxistin û koka vala bi maddeyek taybetî bi navê guttapercha tijî dibe. Di dawîyê de taca diran dê were dagirtin.

Kengî hewcedarîya me bi dermanê koka diranan heye?

-Êşagiran a diranan di dema givaşt û cûtinê

-Êşa demdirêj piştî serma yan germayê

-Guhertina rengê diranan(reşbûn)

-Werimîn û hesasîyet di pidîya diranê xerabûyî de

-Kînor li ser pidîyê

-Helbet carinan diranê ku hewcedarê dermanê koka diran e, tu nîşanên wê tune ne

Koka diranan çawa tê dermankirin?

 1-Bêhiskirina(tevizandina) diranî: Di destpêkê de, bijîşk pêşî diran û derûdora wî bêhis dike ta ku derman bêêş bi pêş da here.

2-Kunkirin: Bijîşk diranî kun dike ta ku bigihîje bi kakila diranî û rêyek ber bi koka diranî jî vebibe.

3-Rakirina rehik û damaran: Amûrek taybetî ji bo rakirina kakil, demar û rehik tê bikaranîn. Di vê qonaxê de, diranê xerabûyî êdî nikare êşê hîs bike.

4-Dezenfektekirin: Dibe ku yek ji gavên herî girîng di vê pêvajoyê de dezenfektekirina kanalên koka diranî be.

5-Dagirtina koka diran: Koka diranî madeyeke nerm bi navê gutta-percha tê dagirtin.

6-Dagirtina taca diran: Paşê taca diranî bi amalgam, composite yan protezê tê dagirtin.

Dr. Nazenîn Çûpanî

Dr. Nazenîn Çûpanî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.