Di her warê zanistê de, gava mirovî dil kir tiştekî bike yan jî tiştekî bikole, wateyê bigere, ewilê bere xwe dide paşxaneya wê warê divê lê hûr bibe. Ev bivênevêya pêşketina zanistê ye û zanistê li ser milê vê lêgerînê xwe gihandiye îro û dê dîsa xwe li ser milê vê lêgerînê bigihîne pêşerojê û derîyan li pêşerojê vebike. Gava mijar lêgerîna wateyê, hesta pêdivîya mirovî ya fêhmkirinê be, berê mirovî berev kîbûna mirovî ve diçe û pirs diçe ser destpêka pirsan disekine; ez kî me, li kû me, çi dikim, divê çi bikim, ev ên ez bi wan re kî ne û bo min çi ne… Her çiqas em ne li wir bin, ne bi wan re jî bin, fêhmkirina me, û hesta pêdivîya fêhmkirina me, li me piştrast dike û em wê hêzê di xwe de dibinin, da bibêjin ji mirovên ewil bigire heya bigihe dema me hin ji pirsên mirovan/mirovahîyê ev bûne yan jî di vê çarçoveyê de bûn e.
Pirsa kîbûna mirovî, li kû bûna wî, civaka (ji peyva socius a tête wateya “kesên li dora mirovî, yên bi mirovî re” zêde bûye û wateya xwe ya îro “bi jiyîna ên din re xweşa ên din çûn û hevdu qebûlkirina beramberî hev” jî dihewîne1) tê de her çiqas pirsên bi qasî dîroka mirovahîyê kûr jî bin, ew pirs in ku, bi qasî sedsalekî ji hela gelek warên zanistê yên cuda ve hatine kirin û axirîya xwe de ewilê zanista derûnnasîyê afirandine û dû re ger bi hewlên civaknasîyê, ger bi hewlên derûnnasîyê zanisteke wekî derûnnasîya civakî hatiye afirandin û di roja îro de ya ev zanist dike, bi bingeha xwe heya destpêka pirsên kîbûna mirovî diçe. “Derûnnasîya civakî zanisteke kevn e…
Pêşîyên me yên zana, her çiqas bi awayekî destpelkî jî be, heman pirsên em îro dikin dikirin… Rast e ku pêşengên me yên zana, ji alavên di lêkolînên cerabî de misogerîyê pêk bînin bêpar bûn û bîrdozîyên negihiştî pêşxistine; lê dîsa jî mîrateya ji me re hatî hiştî, ji gelek têgihiştinên fêkîyên hişên ronak ên li ber demê li ber xwe dayî û ser li ser pêyan mayî pêk tê.2” Wekî Gordon Allport jî balê dibe ser, ev lêgerîneke ji mêj ve ye û di qonaxa îro de ew alav û rêbazên lêkolînên cerabî, yên Allport dibê pêşiyên me jê bêpar bûn, ew xîm in ku derûnnasîya civakî li ser disekine. Wekî me bal bire ser, derûnnasîya civakî jî di destpêka xwe de, awayê Allport vegotî, bi destpelkî û di nav zanistên cuda de bişkivî û bi demê re, bi avakirina bingeh û rêbazên xwemalî xwe re qonaxa serwerîya zanista xwe pêk anî û dest bi lêkolînên xwe yên li ser derûnîya civakê kir. Em dibêjin di nava zanistên cuda cuda de bişkivî, çimkî ji hêla civakîbûna xwe ve mijara civaknasîyê bû û ji hêla derûnîyê ve jî mijara derûnnasîyê bû û gava dîroka wê tête vekolîn, ji hêla civaknasîyê ve dirêjî mêjûyeke dûr dibe û şaxên wê heya Qonaxa Ronîdariyê ya Ewrûpayê diçin û lêgerîna wê qonaxê ya mirovî dike çarçoveya nêrînên xwe, ji xwe re wekî destpêkekê dibine.3 Gava ji hêla derûnnasîyê ve dîroka wê tê vekolîn jî, bi gelemperî diçe û xwe digihîne Wilhelm Wundtê yekemîn labratûwara derûnnasîyê avakirî û pirtûka wî ya Völkerpsychologie ya em dikarin wekî derûnnasîya gelî wergerînin disekine.
Helbet di zanistên cuda de, wekî me jorê jî bal bire ser, li ser derûnnasîya gelî lêkolîn dihatin kirin lê ji hêla derûnnasîyê ve, her çiqas bi çarçoveya û naveroka xwe, ji fêhmkirina derûnnasîya civakî ya îro êdî zanistek e, dûr jî be ji bo ku Wundt bal kişandiye ser gelî û derûnnasîya wî, ji bo dîroka derûnnasîya civakî xaleke girîng e. Lê ev herdu zanîstên civaknasîyê û derûnnasîyê, bê ku ji hev du haydar bin, di heman salê de, du pirtûkan li ser derûnnasîya civakî dinivîsînin. Sala 1908ê ya Edward Alsworth Ross (1856-1951) li ser derûnnasîyeke civakî ya civakî û William McDougall (1871-1938) jî li ser derûnnasîyeke civakî ya derûnî pirtûkan dinivîsînin û ji hêla gelek zanyar û dîroknasan ve jî ev wekî destpêka dîroka derûnnasîya civakî ya bingehîn tê qebûlkirin.4
Dîroka zanistan qadeke ewqas hêsan nîn e, da mirov bikaribe bi hêsanî bibêje filan zanistê ji filan demê destpê kiriye. Bereksê vê, ji bo ku zanist giş deyndarên hev û şirîkên hev yên avakirin û avabûnê ne, destpêka zanistan jî bi hev re girêdayî ye û zede zelal nîn e. Wekî mînak derûnnasîya civakî di avabûna xwe de tenê deyndarê civaknasîyê û derûnnasîyê nîn e, ji bo ku civaknasî û derûnnasî jî di avabûna xwe de deyndarê felsefe, bîyolojî, antropolojîyê û hwd. bin, derûnnasîya civakî jî deyndarê van zanistan e û ev jî kompleksîya deyndarîya avabûnê bi zelalî rave dike. Nexwe em bi kurtî qala naverok û mijarên derûnnasîya civakî bikin û biqedînin. Helbet ji bo zanisteke evqas nû û reyên wê tevlîhevê zanistên cuda cuda bûyî, ne hêsan e mirov pênaseya naverok û mijarên ji xwe re kirî armanc bike lê em bi kurtasî dikarîn bibêjin: “Mijarên bi derûnnasîya civakî re têkildar, li ser pêwendîyên di navbera takekesan û civak yan jî çandên takekesan hûr dibe, li ser van pêwendîyan him bi awayeke hemdemî him jî di nava geşedana wan a dîrokî de disekine.5” Wekî me destpêka nivîsê de jî got, her çiqas îro pirs bi awayeke zanistî bên kirin û ji bo bersîvan alav û rêbazên pêşketî bên bikaranîn jî, pirsên îro tên kirin ji hêla bingeha xwe ve heya kûrahiya dîroka mirovahîyê diçin û loma pênasekirin û vegotina çibûna zanistekê jî, bi qasî pênasekirin û vegotina kîbûna mirovî dijwar e ku, jixwe ya zanist jî ji xwe re dikin mijar ev pirsa dijwar e.
Çavkanî:
1 Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık
2,3,4,5 Jahoda, G. (2021). Sosyal Psikoloji Tarihi. (3.Baskı). (Ş.Başlı, Çev.). İstanbul: Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları