Dermanê Derzîdan Çi Ye?
Dermanek heye ku bi virus, bakterî, kuwark (ne yên xwarinê) hwd tê çêkirin. Ev derman bi derzî yê li ajalan dixin û ji bo nexweşîyan sîstema parastinê hişyar dikin. Ev sîstema parastinê jî antîkora pêk tîne, antîkorên hatine avakirin di nav laşê ajalan de belav dibe û heta rastî nexweşîyan neyên, reaksiyonê nadin. Antîkor(antibody) wekî derbên sîstema parastinê ne û dema nexweşî ya li gorî antîkorê tê xuyakirin, bi hev re hemû erîşê mikroban û hemû tiştên nexweşî dikin û laşê giyandaran diparêze li dijî nexweşîyan.

Derzîdan Çima ji Pisîk û Kûçikan re Pêwist Bûye?
Dinya edî biçûk bûye, dinya bûye global. Teknolojî ew qas pêşketî ye ku hemû dinya bûye wekî gundekî. Erê, ji bo vê jî tevgera însanan û ajalan pir bûye. Êdî dikarin bigihîjin her derê dinyayê. Ê pirsek dikeve heşê rêvebirên welatên din. “Heger nexweşîyên welatên din bigihîjin me, em ê çi bikin?” Erê, ji bo vê pirsgirêkê jî edî hemû welatên dinyayê ji însanan kartên derzîdanê dixwazin, ne bi tenê ji bo însanan, ji bo ajalan jî dixwazin. Dema derzîdan li gorî qanûnan be, digire welatê dema kêm be an jî kêmasî hebe, vedigerînin û dibê here derzîyên xwe tam bike, vê demê ezê te bigirim. Pirsgirêkek ev bû. Lê pirsgirêka giring ev e kû, hinek nexweşîyên ajalan hene ku, her welat ji bo van nexweşîyan pêşberî digrin û di qanûna welatê xwe de ji bo nexweşîyan madeyan çêdike. Derzîdanên ajalan jî li gorî van madeyan tê lêxistin.
Destpêka Derzîdanan Kengî ye ji bo Pisîk û Kûçikan?
Li gorî literatura zanistî ya veterînerî ajalên mirovan wexta dibe 8 hefteyî gerek edî dest bi derzîdanan bike û heta 16 hefteyî bidomîne. Di navbera van hefteyan de hinek derzîdan du caran an ji hewce be sê caran jî tê lêxistin. Pir caran du cara derzîdan dibe. Ajal û derzîya talîyê jî Rabîes e û carekê tê lêxistin û edî her sal carekê tenê tê tekrar kirin (bi tenê ji bo Rabîes ê [seyê harbûyî])

Hûn ê bibejin ku çima derzîya Rabîesê carekê tê lêxistin yên din jî du caran tê lêxistin. Bersiv ev e ku, sedem fîzyolojîya ajalan e. Dema carekê tamana Rabîes dibe, ev têra hişyarkirina sîstema parastinê dibe. Ancax derzîyên din du caran hewce dike ji bo sîstema parastinê hişyar bike. Mesele hemû li gorî bersiva sîstema parastina ajalan e.
Ji bîr nekin, Rabîes nexweşîyeke wesa ye ku sedî sed hemû ajal û însênan dikuje. Filitandin û henekên vê nexweşî tune û li gorî vê jî pêşîya wê bigrin him seba tenduristiya xwe him jî seba tenduristîya heywanên xwe. Rabîes nexweşîyek zoonoz e, yanî ji ajalan derbazî însanan dibe, ji insanan jî derbazî ajalan dibe. Giyandarek heye ku di nav laşê xwe de vê pirsgirêkê dihewîn e. Ev barçimk e (şevşevok). Barçimk bi Rabîesê namir e, ev ajal li hawirdora xwe jî belav dike vê nexweşî yê.
Derzîdanên Din Kîjan in?
Derzîyên din jî girîng in û li gorî doxtorên ajalan jî hewce ye mirov van derzîyan jî ajalên xwe bide ji bo ku wan ji nexweşîyan biparêze.
Ji bo Kûçikan:
-CANINE DISTEMPER VIRUS (CDV), Di destpêkê de herî hindik du caran gerek were lêxistin (di Nav 8.-16. heftayan de).
-CANIN PARVOVIRUS (CPV-2), Di destpêkê de herî hindik du caran gerek were lêxistin (di nav 8.-16. heftayan de).
-CANIN ADENOVIRUS (CAV), Di destpêkê de herî hindik du caran gerek were lêxistin (di nav 8.-16. heftaya de).
Belê, êdî li Tirkiyeyê ev her sê derzî li tevlîhev in û kûçik dema dibe 8, 10, 12, 14, 16. hefteyî tê lêxisti. Pir caran du derzî bes in, li carîna jî gorî analîza xwînê de kêm antîkor derkeve, hewce dibe yek din jî were lixistin. Derzîya tev li hev.

Ji bo Pisîkan;
-Felîne Panleukopenîa Vîrus (FPLV), Di destpêkê de herî hindik du caran gerek were lêxistin (di nav 8.-16. heftayan de).
-Felîne Herpes Vîrus(FHV), Di destpêkê de herî hindik du caran gerek were lêxistin (di nav 8.-16. heftayan de)
-Felîne Calici Vîrus(FCV), Di destpêkê de herî hindik du caran gerek were lêxistin (di nav 8.-16. heftayan de)
Edî ev derzî cuda cuda nayên lêxistin. Di klinîkên ajalan de her sê derzî tev li hev in û carekê di enjektorê de tê kaşkirin û lêxistin. Dîsa li gorî doxtorên ajalan jî gerek herî hindik 2-3 caran were lêxistin.. Ev derzî tev li hev û ya dawîyê jî salê carekê yan jî li gorî analîza xwînê (heger di xwîna heywên de antîkor hebe) 3 salan carekê were?lêxistin?bes?e.
Derzîdan bi Xwe re Çi Tiştê Xirab Tîne?
Erê, wekî her dermanan derzîdan hinek bandorên xirab bi xwe re tîne. Ev jî weha ne;
-Letarjî (bêhalbûn),
-Weşandina mû û pirçê,
-Heraret, Êşa laş,
-Ulserê li ddora dev û ziman çêdike,
-Konjunktîvît (birîn û îltihaba çavan)
-Elerjî (hestokî, şepelûr) û hwd.
Dûv derzîyê re ev bandor carinan çêdibin. Normal e, lêbelê ger rewşa ajalê we giran bibe, wê demê alikariyê ji doxtorên ajalan bixwazin û heywana xwe bigihînin klinîka beytaran.