Helîm Yûsiv wekî nivîskarekî reşbîn û nîhîlîst derdikeve pêşberî me. Wexta em li terîfa nîhîlîzmê dinihêrin nîhîlîst ew kes in ku bawerîya xwe bi Xwedê, îradeya serbixwe, exlaq û dîroka kêfxweşî qedîyayî nayînin. Em qismek ji van xalan di romanên Helîm Yûsifî de dibînin. Mesela di romanên Sobarto û Tirsa Bêdiran de gelek reşbînî heye. Ev leheng meyildarê xwekuştinê ne. Di romana Sobartoyê de leheng Suleyman û di romana Tirsa Bêdiran de jî lehengê Mûsa dê xwe bikûjin an jî li ber xwekuştinê ne. Ev rewş ji ber rewşa civata kurdan an jî takekesên kurd derdikeve meydanê. Bi vê nivîskar dixwaze bi edebîyata xwe vê rewşê protesto bike. Yanê, trajedîya kollektîf û ya takekesî dibe sebep ku karekterên wî xwe bikûjin. Ev nivîskar hem ji alîyê real ve lehengên xwe pêşkêş dike ku lehengên romanên wî di bin bandora pirsgirêkên polîtîk, civakî û takekesî de dimînin hem jî lehengên wî xwedîyê alîyên surrealîst in. Lewra hin rûdanên romanê di haleke asayî de naqewimin. Ev jî bûye sebep ku ev roman ji hişkîya realîteyê derkevin. Lewra rastîya tûj ya jîyana rastî pirî caran têra çêja edebî nake. Bi vê ve jî Helîm Yûsif hem ji rastîyê dûr neketîye hem jî rê daye ku fantazîyên edebî di nav romanên wî de bixûyin. Ev jî xeta realîst ya edebîyata kurdî heta cihekî şikestîye.
Dîrok jî mijareke girîng e di nêrîna nîhîlîst de. Kesek eger xweli ser fikrekî an jî milletekî bigire û ev fikir an jî millet di dîrokê de pirî caran rastî pirsgirêkan bê yan jî diwêzemanê de pirsgirêkjialîyên baş zêdetir bin, ew kes dikeve nava wê meylê ku tenê alîyên xirab yên dîroka wan fikir û milletan bibîne. Di romanên Helîm Yûsiv de jî ev rewş heye. Helîm Yûsiv, wekî romannûsekî netewparêz ku halê îro de neteweya wî bindest e û bi raya wî ev rewşeke gelekî xirab e, di romanên xwe de felaketên hatî serê kurdan dike mijar. Ji mijara Şêx Ubeydullah, heta Rêkeftina Cezayîrê ji wir heta rêkeftina Sykes Picot behsa gelek mijarên dîrokî kirîye. Divan de xala hevpar têkçûyîna netewa Kurd e. Ev jî bûye sebep ku ew bi awayekî reşbîn li dîrokê binêre.
Tê zanîn ku pirsgirêkên civakî û yên takekesî bi hev re girêdayî ne. Nîşaneya herî ber biçav yên di romanên Helîm Yûsivî de yên ku bi têkilîya civat û takekes ve eleqedar, têkilîyên ensest yên lehengan in. Civat xirab be takekesên wî jî xirab dibin. Yanê civatên bindest takekesên xirab ava dikin. Ji bilî zexta serdestan zexta di navbera partî û fraksîyonan jî dibe sebep ku takekes xwedîyê karekterên xirab yên hevdu nagirin bin. Mesela, malbata Suleymanê romana Sobartoyê, netewperwer in lê ya Belqisê komînîst in. Ev jî dibe sebep ku ew negihîjin hevdu. Lê ev cudabûn di eslê xwe de hevdu nagirin. Lewra pey têkçûna Sovyetan malbata Belqis dibin kapîtalîstên herî xirab. Ev dîsa ji bo têkilîya civat û takekesan xaleke girîng e. Di Sobartoyê de Helîm Yûsiv teknîkên postmoden bi kar anîye. Di wê derê de jî bedbînîya wî derdikeve meydanê. Dibêje pênûsa xwe bişewitîne û dev ji nivîsê berde. Ev jî wekî xaleke ku bedbînîya wî nîşan dide derdikeve pêşberî me.
Wekî dawî dikare bê gotin ku civata nivîskar, îdeolojîya nivîskar û serpêhatîyên wî rê ber wî vekirîye ku romanên wî nêzîkî çarçoveya fikrên nîhîlîst bin. Sedema sereke jî bindestîya welatê wî ye. Em fêm dikin ku heta welat azad nebe xirabî naqede û xelq jî nagihêjje rehetîyê.