Dagirtina kotayên beşên Ziman û Wêjeya Kurdî ji bo pêşeroja xebatên ziman û edebîyatê li Tirkîyeyê geşedanek e. Li Tirkîyeyê hemû kontenjanên beşên Ziman û Edebîyata Kurdî (Kirmançkî-Kurmancî) tijî bûn. Piştî azmûna YKS’ê (Azmûna Selimandina Astê) kontanjanên her pênç beşên kurdî yên li zanîngehên Amed, Çewlig, Dêrsim, Mêrdîn û Mûşên bi temamî tijî bûn.
Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê 26, li Zanîngeha Mardin Artukluyê 36, li Zanîngeha Muş Alparslanê 31, li Zanîngeha Çewligê ji bo kurmancî 36 û ji bo zazakî 31 û li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê jî ji bo beşa zazakî 36 xwendekar hatin wergirtin. Bi tevahî 196 xwendevanan beşa kurdî bi dest xistin.
Dagirtina kotayên beşên Ziman û Edebîyata Kurdî ji bo pêşeroja xebatên ziman û edebîyatê li Tirkîyeyê geşedaneka giring e. Kurdî bi salan e ku tevî gelek astengîyên sîyasî û civakî, weke pêkhateyeke çandî bi xurtî dijî. Zêdebûna eleqeya li ser zimanê kurdî di demên dawîyê de di asta akademîk de dikare weke rengvedana guhertinên têgihîştina civakê ya li ser vî zimanî were nirxandin.
Pêvajoya Vebûna Beşên Kurdî
Ji bo fêhmkirina vê pêşveçûnê, divê pêşî li armanca damezrandin û pêvajoya dîrokî ya beşên Ziman û Wêjeya Kurdî were rawestîn. Li Tirkîyeyê heta destpêka salên 2000î kurdî di sîstema perwerdeya fermî de cih nedigirt. Lê di van salan de qedexeyên li ser kurdî di çarçoveya gavên demokratîkbûnê û pêvajoya lihevkirina Yekîtîya Ewropayê de dest pê kir. Ji salên 2010an hir ve li zanîngehan beşên Ziman û Wêjeya Kurdî dest bi vekirinan kirin. Ev beş bi armanca lêkolînkirin, parastin û pêşxistina zimanê kurdî di asta akademîk de hatin avakirin.
Giringîya Dagirtina Kotayên Beşên Kurdî
Dagirtina kotaya beşên Ziman û Wêjeya Kurdî nîşan dide ku eleqeya akademîk û civakî ya ji bo Kurdî zêde dibe. Ev yek ne bi tenê ji bo xwendekarên bi eslê xwe kurd, ji bo her kesê ku dixwaze pêkhateya pirçandî ya Tirkîyeyê fêm bike û ji dewlemendîya edebî ya vî zimanî re tevkarîyê bike, fersendek dide. Her weha ev eleqe dihêle ku di çarçoveyek akademîk a berfireh de li ser kurdî nîqaş û lêkolîn were kirin.
Dikare were hizirkirin ku çend sedemên sereke hene ku kotayên dezgehan dagirtî ne. Ya yekem ew e ku zextên civakî û sîyasî yên li ser kurdan kêm dibin û ev jî qebûlkirina civakî zêde dike. Kurdî êdî ne bi tenê di jîyana rojane de, di akademîyê de jî wek zimanekî giring dest pê kirîye. Ya duyemîn jî geşedanên di medya, wêje û hunera kurdî de jî eleqeya ciwanan a ji bo vî warî zêdetir dike. Nivîskar, helbestvan û hunermendên kurd potansîyela zimên nîşan didin û nifşên ciwan teşwîq dikin ku vê mîrasa çandî biparêzin û pêş ve bibin.
Di encamê de, dagirtina kotaya beşên Ziman û Wêjeya Kurdî, nîşana zêdebûna qebûlkirina akademîk û civakî ya Kurdî li Tirkîyeyê ye. Ev rewş di warê parastin û pêşxistina zimanê kurdî de, mirov dikarê weke gaveke mazin binirxîne. Lê ji bo ku ev pêşkeftin berdewam be, pêdivî ye ku ziman zêdetir di perwerde, çapemenî û qada giştî de were destekkirin.