• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ZANIST

Di bin Çemê Dîjleyê de, Bajarê Mîttanîyan (Kurd) yê 3.400 Salî Hate Dîtin

Di bin Çemê Dîjleyê de, Bajarê Mîttanîyan (Kurd) yê 3.400 Salî Hate Dîtin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li bajarê Mûsilê di bin çemê Dîjleyê de bajarê Mîttanîyan hate dîtin ku dewleteka kurdan a berê ye. Hişkesalîya li seranserê cîhanê û bi taybetî jî li Rojhelata Navîn encamên nerênî derxistin meydanê. Ava çemê Dîjleyê careka dî vekişîya asteka kêm. Li dû vê yekê di binê avê de bajarê kevn ê Mîttanî/Mîtannîyan hate dîtin anku bajarê kurdan ê berî 3.400 salan. Ev kevilebajar nêzî bendava Mûsilê hate dîtin.

Ev bajarê bi navê Kemune’yê ku nêzîkî 3.400 sal berê di bin desthilatdarîya Împaratorîya Mîtannîyê de maye, bi kêmbûna asta avê ya bendava Mûsilê beşeka wê derdikete ser rûyê erdê. Ev keşf, wekî dîyarîyeka arkeolojîk a neçaverêkirî ya krîza guhertinên avhewayê tê binavkirin.

Çawa Hate Dîtin?

Ji ber hişkesalîya mezin a demên dawîyê, rewşa avê li Kurdistanê û herêmê guherî. Ji pêdivîya rêjeya avên rezerwekirî wekî ava bendavan hate kêmkirin.  Bi vî rengî ava çemê Dîjleyê bi rêjeyeka qîmetdar kêm bû. Li gel vê yekê jî kavilebajarê Kemune hate dîtin.

Di vê çerçoveyê de, gundê Kemune, ku nêzîkî navçeya Duhokê Sêmêlê ye, bi tevahî ji bin avê derket. Erdkologan bi lez dest bi kolan û parastinê kirin.

Tirsa mezin ew bû ku koma xebatê nedizanîn ka kengî av dê dîse rabe, ji ber vê yekê vekolanên xwe di bin tirs û zextê de dikirin.

Dîtinên Erdkolojîk û Avahîya Bajêr

Li deverê, sarayeka mezin hate dîtin ku diwarên mezin hene. Dîwarên wê 2 metreyan stûr in û li hin cihan heta 7 metreyan bilind e.

Li bajarî de binayên depoyan, avahîyên wekî senayîyê û diwarên parastina bajêr jî hatin dîtin.

Yek ji vedîtinên herî giring: Nêzîkî 100 tabletên xwelîyê yên bi nivîsên bizmarî hatin dîtin. Qismekê ji van tabletên xwelî hêj jî di nav zerfan de ne.

Li gor tabletan bajêr piştî erdhejekê harifîye û paşê ketîye bin desthelatdarîya Kralîyeta Asûrê ya Navîn.

Her çend bajar ji ber avê salên dirêj li jêr avê mabe jî, diwarên ji kerpîçan hatî çêkirin hêj jî baş parastî ne. Dibe ku piştî erdhejê qismên jorê di ser yên jêrê de herifîbin û yên jêrê hatibine parastin.

Pêwendîya Dîrokî Nasnameya Bajêr

Erdkolog dibêjin li gor xebat û texmînên me ev bajar yê serdema Mîtannî ye.

Erdkolog dibêjin dibe ku navê kevn ê Kemuneyê dibe ku Zakhiku be; tabletên hatine dîtin destnîşana vê yekê dikin.

Împaratorîya Mîtannîyê di navbera sedsalên 15–14em ên berîya zayînê li Mezopotamya û Sûrîyeyê li qedeka berfireh desthelatdarîya xwe kirîye. Lê belgeyên erdkolojîk ji şêwaz û dîzayna bajaran kêm in. Ji ber vê yekê, dîtinên Kemune’yê gelek giring in.

Giringîya Navneteweyî û Herêmî

Ev vedîtin, dikare li ser jîyana bajarî, aborî û rêbaza rêveberîyê ya di serdema Mîtannîyan de agahîyên nû bidin. Ger naveroka tabletan bê xwendin, gelek razên nenas dê werin zelalkirin.

Her weha, ji alîyê guherîna avhewayê û çavkanîyên avê ve jî rewşeka sembolik e: Ji ber hişkesalîyê av kêm bûye û vê yekê jî derfeta kolandinê çêkirîye. Wehareng,  şertên derdorê yên roja em û çawa peywendîyê bi rabirdûyê didaynin tê destnîşankirin.

Ji bo gelê herêmê jî ev vedîtin xwedî giringîyeka gelek mezin e ji alîyê çandî û nasnameyî ve. Çi ku balê dikêşe ser giringîya herêmê ku peywendîya wê bi niştecihîya dewrên bere heye.

Çaverê û Zehmetîyên Pêşeroj

Van demên dûmahîkê ji ber tirsa zêdebûna avê kolandinên baş neşên bêne kirin. Heger av dîse rabe, kavilebajar dîse bimîne di bin avê de.

Parastina tabletan û diwarên kerpîç zehf dijwar e. Ji bo parastinê branda û çadir û kevir hatine bikaranîn.

Pirsa mezin: ev şar çend salan hate bikaranîn, kî li vê derê dijîyan û piştî Mîtannîyan çi lê hat? Tablet û vekolanên zêdetir dê bersivên van pirsyan bidin.

Heke were parastin, çêdibe ku li herêmê potansîyela mîrateya çandî û tûrîzmê çêbibe: Lê bele divêt ev yek bi ewle û domdarî bê kirin.

Encam

Bajarê ku 3.400 salan berê hatî avakirin, bi guherîya derdorê dîse derket meydanê. Ev bajar yek ji navendên Împaratorîya Mîtannîyê (kurd) bû. Dîtinên wê bi tenê nîşanên dîrokî nînin, di heman demê de meseleyên guncav ên parastina mîrate û erdkolojîyê jî ronî dike. Ev vedîtin ji bo îro, qasî “şopên berê” di nav “rewşa îro û pêşerojê de” jî têkvedayî ye.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.