Mirov bi kategorîzekirina dorhêla xwe ya bi civakî û fîzîkî re, hewl didin nasîn û pênasekirina dorhêla xwe hêsantir bikin. Ev pêvajoya ji mirovî re di nasîn û pênasekirina dorhêla wî de dibe alîkar wekî “kategorîzasyon” tê pênasekirin. Tajfel jî kategorîzasyonê wekî “çalakî yan jî pêvajoya mirovî ya sazkirina dorhêla xwe ya bi awayê kategorîyan” (werg. Bilgin, 2016: 196) pênase dike. Kategorîzekirin çawa di derbarê cîhana fîzîkî de pêkan e, her wiha di cîhana civakî de jî pêkan e û ji vê re jî kategorîzasyona civakî tê gotin. Tajfel îdia dike ku kategorîzasyona civakî ji wateya avakirin û pênasekirina cihê takekesî ya di civakê de karê nasnava civakî dibîne (Bilgin, 2016: 196).
Takekes bi vî awayî, çawa hewl dide ji xwe re di bingeha cudahîyên erênî de nasnaveke civakî ava bike, her wiha dikare ewên di derveyî nasnava wî ya civakî de dimînin jî di bingeha taybetmendîyên neyînî de kategorîze bike. Ewên xwe wekî koma navxweyî û yên din jî wekî koma derveyî kategorîze dikin, hewl didin nasnava xwe ya civakî, koma navxweyî, di pêwendîya neyînîkirina wan komên derveyîn, ango ên din de biparêzin û hêzdar bikin. “Çimkî bi awayekî bivê nevê, ‘ji bo nasnava-xweyî, hevgirîyê, piştgirîya navxweyî û ewlehîya hestî’ (Bauman, 2006:52) ya koma navxweyî ya me pênase dike, hewcehî bi ên din heye ( Parlak, 2015: 25). Komên bi saya vê kategorîzekirin û dîkekirinê nasnaveke civakî ya erênî bi dest dixin, ji bo parastina vê nasnava erênî û parastina koma xwe ya navxweyî ya ji zextên komên derveyî, bi navkirina neyînî ya komên wekî komên derveyî hatî pênasekirin re, hewl didin wan şeytanîze bikin yan jî ji mirovahîyê derxînin. Ji mirovahîyê derxistin an jî dermirovîkirin, “yek ji şêweyên dîkekirinê ya di pêwenda têkilîyên komî de tê dîtin e. Ji mirovahîyê derxistin an jî dermirovîkirin (dehumanization) xwe bi şêweyê çawanîzekirina bi etîketên wekî ‘barbar’, ‘hov’, ‘ajal’ ya koma hemberîn nîşan dike ( Bilgin, 2016: 173). “Dîke jî di destên hêzên pergala civakî û polîtîk de, wekî çavkanîya tehdîdekê ya hêza wê ya derxistina kaosê heyî û hêzên şeytanî di hundirê xwe de topkirî tê honandin. Dîkeya bi honandineke bi vî awayî hatî dexmekirin û etîketkirin jî, eşkere ye dê ji pergala civakî û polîtîk bê dûrxistin. Çimkî wekî çalakîyeke ‘êş, ezab û biçûkxistinê diafirîne’ dexmekirin, ‘çawanîya takekesî ya mirovbûnê qismen an jî bi giştî red dike; yên dexmekirî, li rasteke din a hebûnî (ontolojik) ya wan razber dike, pêwendîya wan a bi yên din re asteng dike û wan dixe rêza cureyeke din tên xistin” (Bezirgan Arar û Bilgin, 2010: 10). Ji ber vê yekê dexme, wekî ‘zimanekê têkilîyê’ ‘amaje bi rengdêreke bêqedrbûyî(kirî)’ dike (Goffman, 2014:31). “Takekes bi saya dexmekirinê, li kategorîyekê tê hefskirin û gava em rastî kesekî em qet nasnakin bên, ‘pêderxistina kategorî û çawanîyên wî û ji vir jî nasnava wî ya civakî’ pêkan e (Parlak, 2015: 26).
Kes an jî komên hatî kategorîzekirin û di bingeha vê kategorîzasyonê de jî hatî dexmekirin, dermirovîkirin, yan di ber kes an jî komên dexmeker de xwedî hêzeke polîtîk ya lawaztir in yan jî xwedî tu hêzeke polîtîk nîn in û ji ber vê yekê jî nikare serî bi van kategorîzekirinan re derîne. Çimkî mafê axaftinê ya van koman bi piranî ji destê wan hatîye standin û ev, tê wê wateyê ku, ev kom, bi piranî ji şîyana bo rakirina wesfandinên neyînî jî bêpar in. Her wiha Freire jî gava behsa pêwendî û mafê axaftinê ya di navbera serdest (koma navxweyî) û bindestî (koma derveyî) de dike balê dikişîne li ser vê pirsgirêkê: “… di navbera yên dixwazin dinyayê binav bikin û yên vê navlêkirinê naxwazin de – di navbera yên mafê axaftinê nadin mirovên din û yên ev mafê wan ji destê wan hatî standin de – dîyalog çênabe. Ew mirovên mafê axaftinê, yê yek ji wan mafên bingehîn e, ji destê wan hatî standin, ewil divê ji nû ve bigihîjin vê mafê û berî li berdewamkirina vê îxlala dermirovîker bigirin” (2019: 107-108). Xwe wekî yek ji endamên cureya mirovî ya hêjatirîn dîtin û yên der ve mayî, ew dîkeyên meşhûr, jî nedîtin, kirina wan ya wekî heyînên rûyê wan, nasnava wan ya mirovahîyê tuneyî û bi vî awayî xwestekên wan yên wekî mirovan hatin dîtin, wekî mirovan hatin pêşwazîkirin û wekî mirovan bang lê hatinkirinê redkirin, destpêka şikestin û birîndarbûnê ye jî. Bersîva li xwestek, hewcehîya îlankirina kesayetîya xwe ya dîkeyê tê dan, nedîtina wî ya wekî mirovan e. Gava jêbirina rûyê mirovî bi xwe re azadîya li gorî rêgeza ‘kirina her tişt ê pêkan e’yê anî jî, texmînkirina sînorên kirinên kesên di çavên xwe de rû jêbirî yên li hemberî rûyê wan hatî jêbirin cihê metirsîyê ye” (Özüaydın, 2019: 4-5).
Dîrok bi mînakên ji mirovahîyê derxistina komên biçûk (komên li gorî koma hêzdar biçûk, kêmîne) yên ji hêla komên civakî yên mezin û hêzdar tijî ye. “Bi rastî jî li Elmanyayê di çaxê Hitler de, Cihû bi awayekî sîstematîk xirab hatibûn nîşandan û ji wan re mişk hatibû gotin. Berîya komkujîyê li Riwandayê, ji hêla zordarên Hutuyî ve ji Tutsîyan re bolûç û zirkêtk dihat gottin” (Cottam û hev. 2016: 349). Yek ji wan komên bi awayekî zêde bûyî merezdarê van wesfandinan jî, bi rasthatina ewil ya bi spîyan re, Reşik in. Steve Biko, ji ber vê yekê sala Çanda Efrîkî û Çanda Anglo-Boer rastî hev hatî wekî saleke bêxêr diwesfîne û balê dikişîne ser jîyînên piştî vê rasthatinê: “… “Kesê ku çavê xwe li alîyê çandî yê gelê Efrîkî bigerîne, bivê nevê dê xwe di nav berawirdkirinekê de bibîne. Sedema vê ya sereke biçûkxistina çanda xwecihî ya ji alîyê çanda ‘bilind’ ve ye. Çanda Anglo-Boer her tim, ji bo heyîna xwe ya mêtînger mafdar nîşan bike, çanda gelê xwecih bi her awayî ve biçûk xistîye” (2018: 48). Bi heman awayî Mills jî, rasthatina mirovê spî ya bi mirovê reş re û berteka mirovê spî ya piştî vê rasthatinê wiha tîne ziman: “Zilamên spî yên di halê hazir de parçeyeke civakê (bi awayê pênaseyî) ne, rastî xwecihên ‘hov’ ên rewşeke xwezayê ya bi axa hov, daristan û beyar hatî wesfandin û ne-spîyên parçeyeke civakê ne, tên. Ev zilamên spî yan hebûna wan înkar dikin, yan wan bi awayekî qismî wekî hemwelatîyên jêrîn ber bi civakê ve dikişînin, yan wan ber bi warên veqetandî ve veder dikin, yan jî îmha dikin” (2020: 38).
Nivîskara Reşik Toni Morrison jî, di berhemên xwe de bi taybetî behsa vê mijarê dike, hewl dide nasnava mirovê reş ya mirovbûnê ji nû ve bide wî. Morrison, di romana xwe ya bi navê Çavê Herî Şîn de jî rewşa dermirovî ya mirovê spî ji bo mirovê reş heq dibîne û nefreta mirovê reş ji ber vê yekê ji xwe dike, bi zimanekî bibandor vedibêje.
Di Çavê Herî Şîn de Wekî Komeke Dermirovîkirî Reşik û Hesta Ji Xwe Nefretkirinê Fanon dibêje piştî mirovê reş rastî mirovê spî hat di ‘gerdûneke divê jê bê derxistin’ de hate bicihkirin: “Bi bihayê afirandina kîna hevrengên xwe jî be, ez ê bêjim mirovê Reş ne mirov e. […] Reşik, mirovekî reş e” (2020: 10). “Gerdûna divê mirovê reş jê bê derxistin” kategorî, gerdûneke bi dermirovîkirina mirovê reş ya ji alîyê mirovê spî ve lê hatî bicihkirin e. Û ji gava mirovê spî mirovê ne-spî dîtî pa ve dest bi afirandina vê gerdûnê hatîye kirin.
Dermirovîkirina mirov dikare bingeha wê bigihîne destpêka mêtîngerîyê, heya belkî berîya wê jî, ji bo mêtîngeran di mêtînkirinê de bûye alaveke kartêker û ji ber vê yekê jî, piştî mêtînger rastî “ên din” hatî, serî bi rêya ji nû ve pênasekirin û kategorîzekirinê dan û “ên din” bi piranî bi têgehên dermirovîker re pênase kirin: “Rêwîtîyên di sedsalên panzdeh û şanzdehan de Ewropîyan ser Asya, Emerîka û Efrîkayê de kirî, rasthatinên ewilîn ên di navbera Ewropî û ne-Ewropîyan de nebin jî, metnên di vê heyamê de hatî nivîsandin, mohra xwe li ser fikirîna şêweyeke nû ya van her du kategorîyên gelan û heya li avakirina van kategorîyan ya wekî dijberîyên du alî xistine. […] Pênaseyên şaristanî û barbarîyê xwe dispêrin avakirina cudahîyeke nelihevker ya di navbera ‘reş’ û ‘spî’, ezitî û dîkeyê de” (Loomba, 2000: 78-79-). Ev pênase û gerdûna ewên wekî ên din tên dîtin tê de hatî bicihkirin, ji bo nivîskara Reşik Toni Morrison jî gerdûneke hilweşandinê, ‘gerdûneke divê jê bê derketin’ e: “Ez cara ewil di Çavê Herî Şîn de li zîyana ji hesta nefreta ji xwe ya di bingeha nijadî derdikeve holê hûr bûm. Piştî wê di Bihûştê de li têgeha bereksê vê, bilindîya nijadîyê hûr bûm. Di Bila Xwedê Zarokê Biparêzeyê de jî, dîsa li nerastî û bawerîya bilindîyê ya cudakarîya rengan derxistî holê hûr bûm. Min çelexwarî û quretîya di bingeha cudakarîya rengan de û çawanîya dawî li xwe anîna vê cure cudakarîyê nivîsand” (Morrison, 2019: 28). Bi rastî jî hema di serê Bila Xwedê Zarokê Biparêzeyê de, wekî Morrisonê gotî em rastî mînakeke bi awayekî îronîk ‘nerastî û bawerîya bilindîyê ya cudakarîya rengan derxistî holê’ destnîşan dike tên, ku nîşanê me didin ka bilindîya spîbûnê û bi vê re jî biçûkîya reşbûnê du kategorîyên çawa giring in: “Dê we dapîra min bidîta, ew spî hesibandin û piştî wê rojê bi peyvekê jî be bi zarokên xwe re neaxivî” (Morrison, 2015: 11).
Di bingeha vê nefreta ji reşikîyê tê kirin de, pênaseyên spîyan afirandî yên wêkî “biçûkbûna yê reş, mirovnebûna wî, hov û barbar bûna wî” hene. Hêza pênasekirinê dîsa dike ku em guhê xwe bidin Carmichael: “… ji bo hûn tiştekî zeft bikin divê hûn wê pênase bikin. Ger em destûrê bidin spîyan ku me wekî Reşik, yanê bêhest, tiral, gêj û hwd. pênase bikin, em ê van hemû wesfên bi Reşikîyê tên amajekirin jî qebûl bikin. Divê em bi xwe kîbûna xwe pênase bikin. Û dû re jî divê em li gorî pênaseyên xwe tevbigerin û ji wan re bibêjin bizanin ka em kî ne” (2019: 64). Morrison çawa ku di romanên xwe yên din de jî dike, di Çavê Herî Şîn de jî hewl dide şaşitîya van pênaseyan, tengezarîya nasnavî ya di mirovê reş de afirandî, birînên kûr ên derûnî yên lê vekirî di ser jîyana reşan re, bi taybetî jî zarokên reş re, vebêje. Her wiha gava malbat û şertên jîyanê ya malbata lehenga romanê Pecolayê diwesfîne, dide nîşan ka ji ber reşbûna xwe çawa kirêt tên dîtin û ew çiqasî xwewekdîtinê bi vê re dikin û kartêkerîya vê kirêtîyê ya li ser jîyana wan çawa ye û di bingeha xwe de jî ev kirêtî çawa li wan hatîye pêçan: “Rûniştina Breedloveyan ya di camekana dikanê de, ji ber çarpênekirina wan ya demkî ya ji ber neguncîna bi qûtbûna ji febrîqeyê nebû. Feqîrî û reşbûna wan bû; berdewamkirina mana wan ya li wir jî ji ber bawerîya wan ya kirêtbûna wan bû. Feqîrîya wan ji rêzê û fetisîner bû lê ne nûwaze bû. Lê kirêtîya wan nûwaze bû. Dê tu kesî nekaribûya wan bide bawerkirin ku ne kirêt in. Ne bavê , yanê Cholly, kirêtîya wî (wekî encama şîdet, beçaretî û kêfdarîya li tiştên beredayî û kesên bêhêz hatî arastekirin) vegerîyabe şêweya tevgerên wî nebe, endamên din ê malbatê (…) kirêtîya xwe ne wekî tişteke wan bixwe be lê ger di gotin cih de be, wekî kincekî yan jî wekî xişrekê li xwe dikirin” (2020: 43). Morrison gava hewl dide ‘lêkirina’ vê kirêtîyê vebêje, di eslê xwe de li hêza pênasekirinê û nasnava spî ya pênaseker a ku Carmichael jî dîyarkirî destnîşan dike. Di vê xalê de careke din gotina Carmichael ya “Li vî welatî ‘xweşik’ ji alîyê kesên poz biçûk, lêvzirav, çerm spî ve hatîye pênasekirin” (2019: 72) tê bîra me.
Di dawîya dawî de nasnava spî ya pênaseker û kategorîzekir, ev kirêtî bi pênaseyên xwe li mirovê reş kirîye. Nasnava reşik jî ji ber ku ji ‘hêza pênasekirinê’ ya Carmichael jî behs kirî bêpar e, neçar maye vê kirasê kirêtîyê li xwe bike, xwewekdîtinê pê re pêk bîne. Ji ber ku mirovê reş evqas kirêt e, nikare di warê jîyana xweşikîya mirovê spî temsîla wê dike de cih bigire û mecbûr dibe di warên “ ji bo wî hatî veqetandî” de bijî, her wiha malbata Pecolayê jî “ji ber feqîrî û kirêtîya xwe” mecbûrî jîyîna li wê derê ye. Morrison di berdewamîya metnê de, dêmatîya vê kirêtîyê û loma jî hatin kategorîzekirinê wiha rave dike: “Gava mirovî li wan dinêrî, meraqa wê yekê dikir ka çima ewqas kirêt in; gava ji nêzîktir ve jî lê binêrîya nedikarî çavkanîya wê bibîne. Dû re pê têdigihişt ku sedema kirêtîya wan, bawerîya wan ya kirêt bûna wan bixwe bû. Te digot qey zanayekî razdar kiraseke kirêtîyê dabû her yekê û wan jî bê gazind ev pejirandibûn. Zanayî ji wan re gotibû ‘hûn kirêt in’. Wan jî hema serpilkî li xwe nêrîbûn û tu tişta vê gotinê şaş derîne nedîtibûn; heya dîtibûn ku hemû panoyên reklaman, hemû fîlm, hemû nêrîn piştgirîya vê gotinê dikin. ‘Belê’ gotibûn. ‘Hûn mafdar in!’ (2020: 44).
Çavkanî
Biko, S. (2018) Sîyah Bilinci (2. Baskı). (O. E. Kara, Çev.). Ankara: Dipnot Yayınları Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul:Bağlam Yayıncılık.
Carmichael, S. (2019). Sîyah İktidarı (G. Doğduaslan, Çev.). Ankara: Dipnot Yayınları.
Cottam, M. L. Ve Diğerleri (2017), Sîyaset Psikolojisine Giriş. (M. Şenol, Çev.). Ankara: BB101 Yayınları (2016).
Fanon, F. (2020). Sîyah Deri Beyaz Maskeler. (O. Türkay, Çev.). İstanbul: Metis Yayınları (1952).
Freire, P. (2019). Ezilenlerin Pedagojisi. (20. Baskı). (D. Hattatoğlu ve E. Özbek, Çev.). Istanbul: Ayrıntı Yayınları (1970).
Loomba, A. (2000). Kolonyalizm Postkolonyalizm. (M. Küçük, Çev.). İstanbul: Ayrıntı
Yayınları (1998).
Mills, C. W. (2020). Irksal Sözleşme. (Ö. Aksakal, Çev.). İstanbul: Patika Kitap (1997).
Morrison, T. (2020). En Mavi Göz. (6. Baskı). (Z. Baransel, Çev.). İstanbul:Sel Yayıncılık, (1970).
Morrison, T. (2019). Ötekilerin Kökeni. (2. Baskı). (C. Demirdöğdü, Çev.). İstanbul:Sel
Yayıncılık (2017).
Morrison, T. (2016). Tanrı Çocuğu Korusun. (2. Baskı). (E. Ersavcı, Çev.). İstanbul:Sel Yayıncılık (2015).
Özüaydın, B. C. (2019). İnsandışılaştırılan Lanetliler. İnsan Hakları Araştırma ve Uygulama Merkezi ve Unesco Felsefe ve İnsan Hakları Kürsüsü Bülteni, 5, 4-5.
Parlak, İ. (2015). Kimliğin İnşası, Ötekinin İcadı ve Şeytanlaştırma. İ. Parlak (Drl.),
Öteki’nin.Varolma Sancısı: Türk Politik Kültüründe Şeytanlaştırma Eğilimleri içinde (s. 25- 121). Bursa: Dora Yayıncılık.