Zivirîna dinyayê, zivirîna gerestêrka dinyayê li dor tewereya xwe ye û di tewereya (eksen) xwe de cudahîyên guherîna zivirîna li fezayê ye. Dinya di hereketa pêş de ber bi rojhilat ve dizivire. Wekî ji stêrka cemserê(polar star) a bakur Polaris tê dîtin, dinya berevajîyê saetê dizivire.
Stêrka Polar a Bakur, bi navê Stêrka Polar Bakur a Erdnîgarî an Stêrka Polar a Bakur a Erdî jî tê zanîn, ew xala li Nîvkada Bakur a tewereya zivirîna dinyayê bi rûbera wê digihêje hev. Ev ji Cemsera Magnetîkî yê Bakur a Cîhanê cudatir e. Li Antarktîkayê Cemsera Başûr noqteya din e, tewereya (eksen) zivirîna dinyayê li ser rûyê wê hev û du dibirin
Dinya li gorî rojê di 24 saetan de carekê dizivire lê li gorî stêrkên dûr ên din her 23 saetan, 56 deqe û 4 çirkeyan carekê dizivire. Bi demê re zivirîna dinyayê hinekî hêdî dibe; bi vî awayî, rojek di dema borî de kurttir bû. Ev ji ber bandorên tîrêjên Hîvê yên li ser zivirîna dinyayê ye. Saetên atomî wisa destnîşan dikin, îro ji sedsaleke berê bi qasî 1,7 mîlîsanîyeyan dirêjtir e. Analîza tomarên astronomîkî yên dîrokî meyleke hêdîbûnê nîşan dide; dirêjahîya rojekê ji sedsala 8an a BZ(Berîya Zayînê) di sedsalê de bi qasî 2,3 mîlîçirkeyan(mîlîsanîye) zêde bûye.
Zanistvanan ragihandine, piştî di salên berê de her roj ji 86,400 sanîyeyan hêdîtir dizivire di sala 2020an de dinya dest bi zivirîna leztir kirîye. Di 29ê Hezîrana 2022an de zivirîna dinyayê di 24 saetan de di 1,59 mîlîsanîyeyan de temam bûye û rekoreke nû tomar kirîye. Wisa texmîn dikin ev zêdebûna lezê dibe ji ber faktorên cihêreng, tevgera tevlihev a okyanûs û atmosferê, bandora cismên ezmanî yên wekî Hîvê û guherîna îqlimê be. Di rêjeya zivirîna Erdê de li ser pîvanên dehsalan jî guhertinên piçûk hene. Ev guhertin ji tomarên çavdêrîyê yên girtina hîvê ya piçûk dema Hîv di ber stêrkên dûr re derbas dibe, tên dîtin. Li gorî lêkolîneran, sedema van guhertinên di navberên kin de çêdibin, têkilîyên di navbera dendika hindirîn a dinyayê ya hişk û dendika derve ya şil de ye. Lê belê ev têkilîyên di navbera hindirê hindir û derveyî de hê bi tevahî nehatîye fêmkirin.
Tîmeke zanyar ji bo pîvandina guhertoyên di zivirîna Erdê de rêyeke nû bi pêş xistîye. Di gotara xwe ya di kovara Nature Photonics de hatîye weşandin de, tîma zanistvanan rave dike ka nêzîkatîya wan a nû çawa dixebite û dema ceribandinê çi qas baş bûye. Caterina Cimminelli û Giusepeppe Brunetti di heman kovarê de beşek nivîsa “Nûçe û Dîmen“ weşandine, li ser encamên lêkolîna sereke nîqaş dike.
Bi salan e, zanistvan hewl didin, tedbîrên rastbûna zivirîna dinyayê rindtir bizanin da ku dirêjahîya rojeke dîyarkirî bi zelaltir dîyar bikin. Zehmetkirina tiştan ev e, dirêjahîya rojeke dîyarkirî bi gelek faktoran ve girêdayî ye, wek mînak kişandina hîvê, herikînên deryayê û ba bi kîjan alî de bide. Hewldanên berê yên ji bo pîvandina dirêjahîya rojekê bi bikaranîna teleskopên radyoyî an nîşanên ji alîyê gelek sazîyên li ser Dinyayê ve hatine şandin ve girêdayî ye. Di demên dawî de, satelaytên li dora Dinyayê hatine bikaranîn, rastbûna encaman zêde dikin. Di vê hewldana nû de, lêkolîneran nêzîkatîyek nû ceriband; bikaranîna gyroscope(jîroskop an jî gîroskop).
Gîroskopa ku bi tenê navê wê ‘‘G’’ lê hatîye kirin, li Çavdêrxaneya Jeodetîkî ya Almanyayê Wettzell hatîye avakirin. Ew bi bikaranîna valahîyek lazerê ya 16 metre dirêj hatîye çêkirin. Di hindirê de, tîrêjên lazerê yên dualî ku di rêyên berevajî yên hev û du de digerin, bi hev re tevdigerin û di encamê de nexşa destwerdanê diafirîne. Pergal dixebite ji ber ku lazera di heman alîyê dinyayê de dimeşe ji ya berevajî dimeşe dirêjtir dibe. Dû re guhertinên di rêjeya leza wê de di guhertinên şêwaza destwerdanê de tên dîyarkirin. Ji wê yekê, lêkolîneran dikaribûn hesab bikin ka xaleke dîyarkirî ya li ser dinyayê di heyameke dîyarkirî de çend dûr çûye. Lekolîner di encamê de pêşnîyaz dikin rêbaza wan a ji bo pîvandina dirêjahîya rojê, û her wiha cûdahîyên wan (ji ber ku ew ji her rêbazeke din rasttir e) dikare ji bo avakirina modelên jeofîzîkî yên baştir dikarin di veguheztina gerdûnî de werin bikaranîn, were bikaranîn.