• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ZANIST

Di Sîstema Rojê de Yekem Car Keskesor Hate Dîtin

Di Sîstema Rojê de Yekem Car Keskesor Hate Dîtin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Stêrnasan ragihandin ku cara ewil li gerstêrka dervayê Sîstema Rojê wêneyekî gilover (glory) weka keskesorê dîtine.

Satellita ExOplanet (Cheops) ya Ajansa Fezayê ya Ewropî (ESA) dema ku gerstêrka germ a bi navê WASP-76b  di ber stêrka xwe re derbas dibû, ronahiyeke nediyar girt. Pêşengê vedîtinê Dr. Olivier Demangon û  ekîba wî, Dema ku li ser sedema vê şêwaza ronahiyê ya asimetrîk difikire, wî îhtîmala “gilover” an “xeleka ronahiyê” ya mîna keskesorê anîn rojevê.

Keskesor Çawa Çêbûye?

Tê zanîn ku giloverên ku li ser rûyê erdê têne dîtin, di encama veqetandin û belavbûna ronahiyê de di navbera dilopên avê de çêdibin. Ev diyardeya atmosferê, ku dema ji jor ve tê temaşekirin rengên keskesorê li dora hev rêz dibin, berê bi tenê li Venûsê hatibû dîtin. Lê ev vedîtina nû nîşan dide ku bûyereke bi vî rengî li gerstêrkek mezin û pir germ diqewime. Encamên lêkolînê di kovara zanistî ya mehane peer-reviewed Astronomy & Astrophysics de hatin belavkirin.

Tê texmînkirin ku baranên hêsinî li ser WASP-76b dibare ku li dora stêrka xwe pir nêzik digere û germahiya rojê digihêje 2400 pileyî. Lekolînvan hin bandorên ku van şert û mercên xerîb ên li ser gerstêrkê dibe ku hebin jî dihesibînin. Lêbelê, niha tê fikirîn ku gilovera baranê ji perçeyên  erdgilover û şewqanê yên li atmosferê pêk tê.

Dîtina giloveroka keskesorê li derveyî Pergala Rojê, îhtîmala jiyana ji derveyî cîhanê zêde dike

Aliyekî din ê giring ê vedîtinê ew e ku balansa germahiyê li herêmek sînorkirî ya gerstêrkê destnîşan dike. Çavdêriya domdar a sê salan a giloverê nîşan dide ku ev pirtik dikarin bidomînin û ji ber vê yekê di atmosfera jorîn de rejîmek germahiyê ya domdar heye.

Projeya Zanyarê Mîsyona Arîel a Ajansa Fezayê ya Ewropayê ku tê plankirin di demeke kin de pêk were, Dr. Theresa Lüftinger di heman demê de destnîşan dike ku mîsyona Ariel a pêşerojê ya ESA-yê dikare bi rengekî bêkêmasî diyardeyên weha awarte piştrast bike. Lêkolîna hûrgilî ya fenomenên atmosferê yên li ser gerstêrkan dibe ku rojekê îmkana tespîtkirina şopên jiyanê bide.

Her weha Dr. Olivier Demangeon jî dibêje: “Ez beşdarî yekem tespîtkirina ronahiya asîmetrîk bûm a ku ji vê gerstêrka xerîb tê û ji wê demê ve gelek meraq dikim. Hatina vê derê wext girt. Min her gav ji xwe dipirsî,Tu çima di vê yekê de israr dikî? Min got: Eger hûn wextê xwe bi tiştên din re derbaz bikin dê çêtir be. Lê dîtina giloverê hestek pir taybetî bû. Ew hesteke dilxweş a taybet e ku her roj çênabe.”

Giringîya Vê Vedîtina Çi ye?

Vê vedîtina herî dawî careke din îspat dike ku çi qas cîhanên razdar dikarin mîna gerstêrka me bin, tevî hemî cûdahiyên wan. Di WASP-76b de gilovera baranê ya muhtemel der barê têgihiştina gerstêrkên din de jî îşaretên giring dihewîne.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.