Wekî ku em zanin ajalnasî, warekî jiyannasîyê ye û lêkolînên ku li ser endamên cîhana ajalan bi giştî ji aliyê zanyarên vî warî ve tên kirin. Zanyarên vî warê ajalan di her beşên zanistê de lêkolîn û gercust dikin. Di vê nivîsê de em dê dîrokên van xebatan bibînin û em dê bibin mêvanê Yewnanistana Kevnar û em dê hêdî hêdî bigihêjin guherîna nêrînên zanistî yên li ser ajalnasî û ajalan.
Anaximander (BZ. 610-BZ. 546)
Di destpêkê de, mirovahîyê bawer dikir ku hemû ajal ji alîyê Xwedê ve hatine afirandin. Zanyarên Yewnanî bawer nedikirin ku ev pêkan e û li bersivek zanistî geriyan. Zanyarek bi navê Anaximander di dîroka jîyannasîyê de cara pêşîn ramana werarê (evolution) pêşnîyar kir. Anaximander bawer dikir ku hemû jîndar ji jîndarên deryayê werarbûne. Wî angaşt dikir ku ajalên deryayê yên ku di nav qalikan de mezin dibin, darêjka (forma) yekem a jîyanê ne. Li gorî wî tav, zeryaya gerdûna me dûkel kir (evaporate) û bejê (erd) derxiste holê. Dûre jîndarên deryayê hatin ser bejahîyê û qalikên xwe avêtin. Anaximander bawer dikir ku mirov ji van afirîdên deryayê werarbûne. Bîrdozîyên(teorî) wî dema ku bi xebata paşîn a Charles Darwin re têne berhev kirin, pir sivik û behît (xerîb) xuya dikin lê ew fîlozofê yekem bû ku têkilîyên di navbera ajalan û mirovan de anî ser ziman. Ramanên wî yên derbarê werarê cureyan û jêderê mirovahîyê de îro ji me re gelekî pêkenok tê lê Anaximander li gorî serdema xwe xebateke gelek girîng kiriye. Ji bo nifşên dû xwe jî bingeheke zanistî ava kiriye. Her wiha divê em ji bîr nekin ku Anaximander BZ(Berî Zayînê) di sala 610an de hatibû dinyayê.
Hin ramanên wî yên di derbarê ajalnasiyê de:
-Anaximander tê derxist ku zêdebûna mirovan li gorî ajalan bêtir dem dixwe û zarokên mirovan nikarin xwe bi xwe xwarinê bibînin. Ji ber vê yekê, divê mirov ji cureyekî hatibe ku ev cure ji dayîkbûnê ve dikaribe ji xwe re xwarinê bibîne û ji têra xwe derkeve.
– Ajalên pêşîn ji şilatîyê (moisture) ku ji alîyê tavê ve hatiye dûkelkirin derketine holê û mirovên pêşîn dişibîyan masîyan.
Arîstoteles (BZ. 384-BZ. 322)
Aristoteles di serdema xwe de di derbarên seqanasî (meteorology), erdnasî û her wiha zanîstên xwezayî de xebatên gelek hêja kiriye. Lê xêra wî ya herî mezin di beşên dîroka xwezayî û jîyannasîyê de bûn. Zanyarên berîya wî, lêkolînên xwe rêbazê çavdêrîkirina li ser flora û faunayê dikirin, Aristoteles yekem kes bû ku rêbaz (metod) û azîneyên (teknîk) ceribhewên (empirical) bikaranî. Rêbazên wî yên serkeftî û tomarkirina wî, bingehekî ji bo lêkolînerên paşerojê yên di vî warî de û zanyarên îslamî yên zanînên Yewnaniyan hêvişandin (pareztin) û li cîhana rojavayî belavkirin, danî.
Arîstoteles li ser ajalnasîyê gelek lêkolîn kirin, çend mînak ji wan:
– Lîçên (parçeyên) ajalan
– Dîroka ajalan
– Tevgera ajalan
– Civirîna ajalan
– Li ser tiştên hest û hestîyar
– Li ser bîr û bîranîn
– Li ser xew û şiyarbûnê
– Li ser xewnan
– Ji pêşbînîya (kehaneta) di xew de
– Li ser dirêjî û kurtbûna jîyanê
– Li ser ciwanî û kalbûnê
– Li ser jiyan û mirinê
– Li ser bêhngirtinê
– Li ser bêhnê
– Li ser riwekan
Arîstoteles ji bo têgihiştina rêza pêşveçûna organên embrîyoyê, hêkê çûkan di astên tevel (cuda) yên pêşveçûnê de vekir û çavdêrî li wan kir. Ev, bîrdozîya wî ya epîgenez geş kir ku ev bîrdozî ji alîyê şaneyan (cell) ve bi demê re avabûna organan berevanî bike.
Di dîroka jîyannasîyê de yekem dabeşandina sîstematîk jî ji alîyê Arîstoteles ve hatiye kirin. Fîlozofên berî Arîstoteles, ajal di nav têgînên fireh de dabeş dikirin. Ev dabeşandin ji bilî firîn, avjenîkirin û meşîn, gelek kêm agahî dihewandin. Dabeşandina Arîstoteles çavdêrîkirin û lêkolîna cûrbecûr ajalan, dîyarkirina hevşiban û têkildarkirina ajalan li gorî van şibandinan dihewand. Wî ajalên çar alîyê Yewnanistanê lêkolîn kir. Xebata Aristoteles ya dabeşandina cureyan xêra wî ya herî mezin bû di dîroka jîyannasîyê de, yekem hewldana tê zanîn ya ji bo dabeşkirina ajalan li gorî tevgerên wan û ya herî girîng jî ji hêla hevşibî û tevelîyên di navbera fîzyolojîya wan de bû. Aristoteles ajal bi çavdêrî û laşkolîyê li hev têkildar kir.
Di “Dîroka Ajalan” de, wî li fîzyolojîya ajalan nêrî, organ û erkên (fonksiyonên) wan ên taybet da ber hev û berawird kir. Wî hewl da hîn bibe ku çawa heman organ di ajalên cuda de diguhere û çawa heman organ erkên cuda dihewînin. Wî ev yek bi têkildarkirina şêwaza jîyan û jîngeha cureyan diyar kir ku organên wan gorî li jîyana bejahîyê, firîn, jîyana avê her wiha bêhnstandin û nestandinê çawa diguhere.
Aristoteles ajal li gorî hînbûyîyên wan ji hev veqetand û cudahî xiste di navberê yên goşt dixwin, yên gîya dixwin û yên hem gîya hem goşt dixwin. Xebata wî bi vî awayî domîya. Ji bo dabeşandina ajalan 11 pêngav pêşniyar kir. Riwek li jêr û ajalên xwîngerm û yên têjik bêhêk dianîn cîhanê li jor bûn, yên xwînsar û hêk dikirin jî li nîvî cih digirtin.
Tevkarîya Yewnanîyên Kevnar di dîroka jîyannasîyê de bi rastî gelekî girîng bû, Anaximander yekem kesê tê zanîn bû ku li ser jêdera mirovahîyê fikirîbû û ev mijar ji çîrokên afirandinê yên Xwedayî bi giranî veqetand.