Masîyê Laimeria ku bi navê masîyê dînozor tê naskirin û tê texmînkirin ku 70 milyon sal berê tune bûye, li Giravên Malukuyê yên Endonezyayê bi kamêrayan zindî hate kişandin. Ev vedîtina balkêş ji hêla tîma UNSEEN Expeditions ve, bi pêşengîya wênekêşê binê avê Alexis Chappuis û bi piştgirîya çêkerê saetên noqbûnê Blancpain ve hate kirin. Latimeria menadoensis, di kûrahîya 145 metreyan de, yekem car di jîngeha xwe ya siruştî de bi serbestî hatin qeydkirin.
Latimeria, ku weke “fosîla zindî” tê binavkirin, bi qeydên fosîlan ên 400 milyon salan di cîhana zanistî de xwedî giringîyeka mezin e. Ev cure yekem car di sala 1938’an de li Afrîkaya Başur di tora masîgirekî de hate dîtin û weke yek ji vedîtinên herî giring ên dîroka xwezayê ya sedsala 20an hate qebûlkirin. Niha, Latimeria menadoensis yek ji du cureyên naskirî ye û di lîsteya “hesas” a Yekîtîya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN) de cih digire.
Ev vedîtin di Cotmeha 2024’an de, di dema noqbûnê sibehê de, bi karanîna sîstemên hilmê yên girtî û tevlihevîya gazê ya trimiksê hate kirin. Tîmê, bi tenê çend deqîqeyan dîmen girt, lê ji bo derketina rûyê avê bi saetan dekompresyon pêwîst bû. Ev lêkolîn beşek ji wan xebatan e yên ku ji sala 2020an û hir ve ji bo tomarkirina cihêrengîya bîyolojîk a resîfên kûr û herêma mesofotîk (kûrahîya 30-150 metre) tên kirin.
Chappuis dîyar kir ku ev vedîtin dikare agahîyên nû li ser cihêrengîya genetîkî ya Latimeria û belavbûna wê li Endonezyayê peyda bike: “Bi wergirtina nimûneyên DNA’yê ji bireyên zindî li cihê wan, em dikarin strûktûra cureyê baştir fêm bikin. Her weha, em hêvî dikin ku giringîya Malukuyê ji bo cihêrengîya bîyolojîk a deryayî nîşan bidin û hewildanên parastinê zêde bikin.” Encamên tîmê di kovara Nature’ê de hatin weşandin.
Hate îspatkirin ku ekosîstemên resîfên mesofotîk ên Giravên Malukuyê ji bo Latimeriayê jîngehên guncav pêşkêş dikin û îhtîmala ku ev herêm bi tenê ji yekê re mêvandarîyê bike kêm e. Ev vedîtin dewlemendîya ekolojîk a avên rojhilatê Endonezyayê careka dî derdixe holê.