Jina kurd Dîlan Yeşîlgoz nebû yekem serokwezîra jin li Holendayê. Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye û kurd e, îsal piştî devjêberdana Mark Rutte ji serokwezîrîyê û serokatîya partîye, bûbû seroka “Partîya Gel ji bo Azadî û Demokrasîyê”. Her çi qas favorîya vê hilbijartinê Yeşîlgoz be jî suprayzek çêbû û di encama hilbijartinan de bi ser neket û nebû yekem serokwezîra jin a Holendayê. Bes berî ku encam dîyar bibin gelek malper û hesab ketin xavika dezenformasyonê û serkeftina Yeşîlgozê pîroz kirin.

Berî Encamê Pîrozbahîyên Serkeftinê û Dezenformasyon
Ji ber ku jina kurd Dîlan Yeşîlgoz û partîya xwe favorîya vê hilbijartinê bûn her kes çaverêyî serkeftina wê bû. Ji ber ku Dîlan keçeke kurd e û terefgirîya kurdan dike bi taybet di nav kurdan de ev yek zêdetir û baştir hate şopandin ku miradan ew Dîlan bibe yekem serokwezîra jin a Holendayê.
Di vê derê de berî ku encam dîyar bibin, heta hêj hilbijartin neqedîyayî nûçeyên dezenformasyonî dest pê kir û kurd û hesab û malperên kurdan wekî Dîlan bi serketî nîşan dan û ev yek pîroz kirin. Her wekî tê zanîn dezenformasyon belavbûna nûçeyên bêbigeh û derew in ku piştî hilbijartinê partîya Dîlanê bû partîya sêyem û jina kurd nebû yekem serokwezîra jin a Holendayê.
(Heger hûn bixwazin nivîsa me ya li ser Dezenformasyonê bixwînin pê li vê lînkê bikin: https://www.nuhev.com/Dezenformasyon-Di-Medyaya-Civak-de/309)
Dîlan Yeşîlgoz Kî ye?
Dîlan Yeşîlgoz-Zegerius, di 18 Hezîrana 1977an de li Enqereyê hatîye dinyayê. Binekoka malbata wan digehe Dêrsimê. Dîlan keça Yucel Yeşilgoz e ku berî Darbeya 12yê Îlonê perwirdarê Dîskê bû. Hema piştî darbeyê babê wê ji Tirkîyeyê revî û daxwaza hewandinê ji Holendayê kir. Pişt re Dîlan bi dayika xwe û xwûşka xwe re bi rêyên qaçax penaberî Ewrûpayê dibin. Her weha bi Rene Zegerius re zewicî ye.

Serokê Nû Bû Kî?
Serokwezîrê nû yê Holendayê bû serokê Partîya Azadîyê (PVV) Geet Wilders. Di sala 1960an de li Venloyê bûye. 35 kursî stand û bû serkwezîrê nû yê Holendayê.
Encama Hilbijartinê Çawa Bû?
Ji 150 kursîyan 35 kursî standin û bû serokwezîrê Holendayê. Tifaqa Çepa Kesk û Partîya Karkeran bû partîya duyem û 25 kurdî standin. Patîya Dîlanê jî (VVD) 24 kursî standin.

Perwerdeya Dîlan Yeşîlgozê
Dîlan Yeşîlgozê di navbera salên 1991-1997an de dibistan navîn li Koleja Vallei’yê ya Amersfoortê xwend. Paşê li di qada Zanistên Çandî û Civakî de li Zanîngeha Vu’yê xwend. Di sala 2003an de pileya lîsansa bilind wergirt li di qada Rêvebirin û Organîzasyonê de.
Dîlan Yeşîlgoz di “Partîya Gel ji bo Azadî û Demokrasîyê” (VVD) de ji 2017an heta 2021an emdamtîya Meclîstî Temsîlkaran kirîye. Di navbera salên 2021-2022an de bûye Wezîra Dewletê ya Polîtîkayên Avhewa û Karê Ekonomîyê di hikûmeta Holendayê de. Ji Kanûn Paşîn a 2022an heta ve Wezîra Dadmendî û Ewlehîyê ye. Li gel devjêberdana Mark Rutte jî bû serokê partîya xwe.
Serokwezîrê Berê Mark Rutte Çima Dewam Nekir?
Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte piştî peywirdarîya xwe ya 13 salan li gel ketina hikûmetê û destpêkirina kampanyaya hilbijartina nû hêj tîrmehê biryar dabû dev ji serokwezîrîyê berde. Li gel vê yekê hilbijartin 2 salan pêşxistin.

Rewş Çawa Hate vê Astê?
Mark Rutte, ji ber ku welatê xwe ji qeyrana dûr dixist jê re “Teflon Mark” an jî ji ber camêrî sitîla xwe ya jîyanê jê re “Beg Normal” dihate gotin. Piştî serokwezîrîya sê serdeman li ser hev kirî di serdema çaran de hîkûmeta koalîsyonê ket û lihevnekirin bûne sebeb ku Rutte vê biryarê bide.
Sebeb Çi Bû?
Nakokiyên di hundurê hukûmeta hevbendiyê de li ser sînordarkirina yekbûna malbatan û avakirina pergalek penaberiyê ya du qat bû sedem ku serokwezîr bihilingive.
Ji çar partîyên îktîdarê diduyan Demokrat 66 (D66) û Yekîtîya Fileyan (Cu) li hember vê yekê derketin. Bes her du partîyên dî -VVD û Partîya Fileyan ya Demokrat (CDA) ev pêşnuma qebûl nekiribûn.
Pergala Hilbijartinê li Holendayê Çawa ye?
Berevajî welatên din ên Ewropayê, hilbijartinên Hollandayê bi gelemperî roja Çarşemê têne kirin. Sedema vê jî zêdekirina rêjeya dengdanê ye.
Di sîstema lîsteya vekirî ya ku li Hollandayê tê bikaranîn de, her partî lîsteyek ji berbijêran li ser pûsûlayê pêşkêş dike û welatî dikarin dengê xwe bidin kîjan namzetê.
Tenê bendava ku partiyek ji bo bidestxistina kursiyek di Meclisa Nûneran a Hollandayê de divê bi dest bixe ev e ku hejmara dengên derbasdar li ser hejmara kursiyên parlamentoyê, 150 dabeşkirî ye. Nebûna bendek weha di YE de rewşek kêm e.
Li gor rûpela dengdêran a hikûmeta Hollandayê, welatiyên Holendî yên ku li giravên Aruba, Curaçao û Sint Maarten dijîn, tenê eger herî kêm 10 salan li Hollandayê bijîn yan jî li yek ji van giravan di dezgeha sivîl a Holandayê de bixebitin dikarin dengê xwe bidin.