Çay, li cîhanê piştî avê wekî vexwarina herî zêde tê zanîn. Çay, di çandên cuda de xwedî cihekî bêhempa heye, di dîrokê de ji bo gelek şaristaniyan pêdivî ye. Di vê gotarê de em ê behsa eslê çayê, çawaniya belavbûna wê li cîhanê û eşqa kurdan a ji bo çayê bikin.
Destpêk û Dîroka Çayê
Çîn û Vedîtina Yekem
Dîroka çayê li gorî mîtolojiya çînî sala 2737an b.z ji hêla împaratorê Çînê Shen Nong ve hate dîtin. Li gorî efsaneyê, pelên çayê yên ku dikevine nav ava kelandî ya împaratorî, tam û bêhna avê zêde diguherîne, wehareng feyd û tama çayê tê dîtin. Çay, di demên destpêkê de wekî derman tê bikaranîn, bi demê re dibe parçeyek ji çanda Çînê.
Bûdîzm û Belavbûn
Belavbûna çayê ji Çînê heta Japonyayê bi rêya rahîbên Bûdîst bû. Rahîbên ku di sedsala 6an de çûne Japonyayê, çay di rîtûelên Zen Budîzmê de pêk anîn. Li Japonyayê merasîmên çayê pêş dikevin û çanda çayê jî kûr qewî dibe.
Rêya Îpekê û Asyaya Navîn
Çay di rêya Îpekê re digehe Asyaya Navîn, Îran û Nîvgirava Ereban. Di sedsala 9an de bazirganên ereb çay îthal dikin û ev vexwer zû belav dibe.
Gehiştina Ewropayê
Ewropa cara yekem di dawiya sedsala 16an de bi xêra bazirganên Portekîzî û Hollandî ve çayê nasan dikin. Di sedsala 17an de li Îngilîstanê bilez belav dibû, çay di nav arîstokratan de dibe vexwarineka biprestîj û kevneşopiya dema çayê çêdibê.
Hindistan û Nebatên Çayê
Brîtanyayê li Hindistanê dest bi çandina çayê kir di sedsala 19an de. Bi saya nebatên mezin ên çayê ku li herêmên Assam û Darjeeling hatine damezrandin, Hindistan zû bû yek ji mezintirîn hilberînerên çayê li cîhanê.
Cureyên Çayê
Ji nebata çayê Camellia sinensisê cureyên çayê hene. Ev celeb di awayê hilanîna pelan de cuda dibin:
Çaya Reş: Cureyê çayê yê herî oksîdekirî ye. Tameka xurt û rengê tarî heye. Çayên Assam û Darjeeling di vê kategoriyê de ne.
Çaya Kesk: Pelên herî kêm in ku rastî oksîdasyonê tên. Tama wê siviktir û nûtir e.
Çaya Oolong: Ev çaya bi qismî oksîdekirî di navbera çaya reş û kesk de profîleka tahmê heye.
Çaya Spî: Herî kêm ev cureyê hatiye xebitandinê. Bi gelemperî ji pelên ciwan tê wergirtin û bêhneka nerm heye.
Çaya Pu-erh: Ev çay bi fermentasyonê tê bidestxistin, bi gelemperî kevintir e û xwedanê tameka hişk e.
Çayhezîya Kurdan
Di çanda kurdî de çay xwedî cihekî taybet e. Kurdan çay weke parçeyekî jiyana xwe ya rojane qebûl kirine. Ji taştê heta derengiya şevê vexwarina çayê di her kêliyê de heye. Çay bi gelemperî yekem tiştê ku ji mêvanan re tê pêşkêş kirin, yek ji sembolên mêvanperweriyê ye. Ecêb e, heta di çile germa havînê de dema kurdên me li ber vê germe dixebitin jî di navberdayînan de çaya kel û germ vedixwin.
Di çanda kurdî de çay bi gelemperî pir germ û di qedehên tenik de tê dayîn. Dema demdayîna çayê û tîrbûna çayê giring e. Kurd bawer dikin ku sohbetên çayê têkiliyên civakî xurt dikin. Di kombûnên malbatê de, di kombûnên hevalan de an jî li cîhên kar, çay dibe navenda axaftin û parvekirinê.
Wekî encam, çay di dîrokê de bûye beşek ji gelek şaristanî û çandan. Ev vexwarina ku li Çînê dest pê kirî û li cîhanê belav bûyî, di her çandê de bi wateyek û rêûresmeka cuda hatiye dewlemendkirin. Hezkirina kurdan a li ser çayê mînakeka baş e ku çay dikare têkiliyên civakî û çandî xurt bike. Ev hêza balkêş a çayê bi eşkereyî nişan dide ku ew vexwarineka gerdûnî ye.