• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Dîtina Arjen Arî di Çend Sanîyeyan de

Dîtina Arjen Arî di Çend Sanîyeyan de
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Heta bîst salîya xwe min qet nizanîbû pirtûkên kurdî hene. Ev tişt mehrûmmayîn û trajedîyek çawa ye!…

Di gulana sala 2011an de ez çûme Fûara Pirtûkan a Amedê. Çûyîna fûarê ji bo min şoreşek bû û rêça jîyana min guherand. Bi çûyînê ez fêr bûm ku gelek kitêbên kurdî hene, gelek weşanxaneyên kurdan hene, gelek nivîskarên kurd hene… Di fûarê de wekî ku ez hîpnotîze bibim, min şokek derbaz kiribû şoka min çend hefteyan derbaz nebû…

Pereyên ku di bêrika min de bûn têra kitabeka helbest, kitabeka çîrokan, hejmareka rojname û kitabeka bi tirkî kir.  Dilopê Zerrî ya J. Îhsan Espar û Ez Gulê Ra Hes Kena ya Roşan Lezgîn, hejmara seyêm a  rojnemaya Newepelê û min kitabek li ser Îbrahîm Kapakkaya li fûarê kiribû.

Li standa weşanxaneya J&J’ê min li gel Azad Zal sohbet kiribû, min wateya J&J’ê  jê pirsîbû. Ez di nav standa kitaban de ji xwe ra digerîyam, nêzikê dêrîyê derve bû, li fûarê bi hezaran însan hebûn, di nav wê qelabalixîyê de ez nizanim çima, di nav çend sanîyeyan de mêrikek ber çavên min ket, gelek bala min kişand, min gelek ji kûr ve li mêrikî nêrî… min ew meraq dikir, min ji xwe ra digot ew kî ye?..

Mêrik qatek cilên çilmîsî li xwe kiribû, çilmisîbûna cilan kûrbana wî kûrtir kiribû, berçavkên wî bi tayan li ber wî bû, çend kitab di destê wî de bûn, eceleya wî hebû, wekî ji tiştekî dereng mabe, xemgîn û huzinbar bû, rûyê wî bipirs û bifikar bû…

Ez hezar salan bifikirîyama nedihat aqilê min ku ew mêrik dê bibe kesek bandorker û azadkerê jîyana min… Ew mêrikê min bi çend sanîyeyan dîtî, paşê bû helbestvanekê mezin ê azadkerê  ruh, beden, aqil û jîyanê min…

Piştî salekê, tê bîra min, min nûçeyek xwend, di nûçeyê de digot, şairê kurd Arjen Arî ji wê dinyayê bar kirîye. Li nexweşxaneyekê li ser ranzayekê fotografekê Arjen Arî hatibû girtin, wek dîmen, di nûçeyê de hatibû nîşandan, ev fotograf hêj jî di hişê min de zindî ye.

Bi wê nûçeyê ez fêr bûm ku ev ew mêrik e, yê par li fûarê bi çend sanîyeyan min dîtî, bala min kişandî.  Ev mêrik Arjen Arî ye.

Di emrê xwe de bi tenê çend sanîyeyan min Arjen Arî dîtibû, bi çend sanîyeyan… lê ew çend sanîye ji salan dirêjtir in…

Çend roj berê salvegera 13em a (ne)mirina Arjen Arî bû. 

Di sala 2015an de li YouTubeê ez rastî helbesta “Hez” a Arjen Arî hatim. Ji hêla dêrûnî, hebûnî, ontolojîk ve ez di serdemekq gelek dijwar de bûm lê rasthatina helbesta Hezê, bû wesîle ku ez rêçûna jîyana xwe biguherînim.

Bi mehan ez bi helbesta Hezê ra rabûm û rûniştim. Di sala 2019an de min bi sernavê “Şîîra Hezê ya Arjen Arî: Xweteslîmnekirin û Berxwedana li Dijî Bêhezîyê” nivîsek li ser wê helbestê nivîsî.

Li dû xwendina Hezê, min kitabên Arjen Arî yên helbestê meraq dikirin. Min berê xwe da pirtûkên wî lê ez zimanê Arjen Arî fehm nakim, zimanê wî ji min ra gelek giran tê…

Heta demekê min ji kurmancîya Arjen Arî fehm nedikir, çimkî min nikaribû risteyên wî di hişê xwe de  werbigerînim tirkî  û fehm bikim, risteyên wî bo tirkî nedihatin wergerandin. Paşê, serwext bûm ku Arjen Arî ne bi hişê tirkî, bi hişê kurdî berhemên xwe nivîsîne.

Li gel ku min zimanê Arjen Arî di destpêkê de  baş fehm nedikir jî dîsa jî  Arjen Arî her xwe li min dida xwendinê… 

Ji sala 2015an ve hata îro ez di nav cîhana helbestvanîya Arjen Arî de dijîm: Ew bi risteyên xwe min azadtir dike û her tiştên welat û zimanê me bi taybetî jî çîyayên welat her zêdetir li min dide hezkirinê…

Welat Ramînazad

Welat Ramînazad

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.