• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Divêt Mezin li Cem Zarokan Behsa Van Tiştan Nekin!

Divêt Mezin li Cem Zarokan Behsa Van Tiştan Nekin!
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Zarok, dinyayê bi dê û bavê xwe û mezinên wan ên derdorê fam dikin. Axaftinên li def wan tê kirin dikarin rasterast bandorê li darizandina wan a nirxî, pêşveçûna hestyarî û jêhatîyên civakî bikin. Ji ber vê yekê, parastina gotinan li cem wan ji bo parastina tenduristîya gîyanî û hestyarî ya zarokan giring e. Li jêrê mijarêt ku divêt li def zarokan neyêne axaftin û sedemên wan hene:

1. Tundûtûjî û Bûyerên Trawmatîk

Çêdibe zarok bi tevahî bûyerên dîtîn û bihîstîn fam nekiribin, lê çêdibe ku ew di cîhana wan a derûnî de şopên kûr bihêlin. Şer, kuştin, qeza, destdirêjî, an nûçeyên din ên tirsnak dikarin di hişê wan de dinyayeka bêewle ava bikin.

Çima divê ew neyê axaftin?

Dikare hesta bêewlehîyê çêbike.

Dikare bibe sedema tirs û fukaran.

Dikare bibe sedema tirsa şeve û xewnexofan.

Helwesta Alternatîv:

Ger zarok der heqê mijareka wiha de pirsan bipirse, divêt li gor emre wî, bêyî tirsandin, bi zimanekê xweşik û avaker bersiva wî bê dayîn.

2. Zehmetîyên û Fikarên Darayî

Siruştî ye ku dêûbav kêşeyen darayî bibînin; Lêbelê, bi eşkere ev nîqaşa kêşeyan li nik zarokan bê axaftin, dikare bibe sedema fikareka bêserûber.

Çima divê ew neyê axaftin?

Dibe ku zarok bifikirin ku rasterast ew ji rewşa aborî ya malbata wan berpirsîyar in.

Dikarin der barê pêşerojê de fukarên wan çêbibin.

Dibe ku ew hestek nebawerîye li dor wan çêbibe.

Helwesta Alternatîv:

Ger zarok pirsekê der heqê madîyatê de bipirse, hûn dikarin agahdarîya darayî ya bingehîn bidin wan ku pere çawa tên bidestxistin û divêt çawa bêne xwarin. Bi vî rengî hişmendîya wan ava bikin.

3. Nîqaşên Navxweyî û Kêşeyên Zewacê

Dibe dêûbavan carinan li hev nekin. Lêbelê, nîqaşa li cem zarokan dikare bi ciddî bandorê li ser psîkolojîya wan bike.

Çima divê ew neyê axaftin?

Dibe ku zarok xwe sûcdar hîs bike.

Dikare li hember yek ji dêûbavên xwe hestên wî yên nerênî çêbibin.

Dibe ku zarok bikeve tirsa cudabûna dêûbavan.

Helwesta Alternatîv:

Ger pêdivî be mijarek were nîqaşkirin, ew rêbaza herî durist e ku mirov vê yekê li cihekê bi tine bike ku zarok lê neyî. Giring e, mirov ji zarokan re bêje ku carinan her kes dikare li hev neke û xwedîye fikrên cuda be, lê evîn û rêz û hurmet her dem berdewam in.

4. Fesadî û Jîyana Taybet a Xelkê

Zarok, bêyî şert û şûrt tiştên li derdora wî diqewimin di hişê xwe de qeyd dike û carinan jî dikarin ji xelkê re bêjin. Heger li def wan mirov behsa jîyana taybet ya xelkê bike, ew dê bikevin wê hizirê ku fesadî tiştekê baş û normal e.

Çima divê ew neyê axaftin?

Zarok dikarin fesadîyê ji xwe re bikin edet.

Dibe ku şîyana empatîyê ya zarokî bandorê bibine.

Têkilîyên bawerîyê dikare xera bibin.

Helwesta Alternatîv:

Gava mirov behsa xelkê dike mirov li ser başîya wan biaxive û behsa tiştên qenc bike, eve zarokan hînî şîyana empatîyê bike.

5. Zayendî û Mijarên Taybet ên Mezinan

Mijarên zayendî heger li gor emre wan ji wan re neye behskirin, dikare di sere wan de tevlihevîyekê çêbike. Divêt li gor emrê wan agahdarîyan bê kirin.

Çima divê ew neyê axaftin?

Zarok, di derbarê van mijaran de ku nikare fêm bike dikare di serê xwe de bi agahîyên xelet bi cih bike.

Heger zarok xelet betin agahdarîkirin dikare di ciwanîya xwe de meraqa xwe bide ser tiştên cuda.

Helwesta Alternatîv:

Ger zarok pirsekê der barê zayendê de bipirse, divêt li gor temenê wî ravekirineka zanistî û hêsan were kirin. Mînak, kurikekê piçûk bêje “ez çawa hatim dinyayê?” Divêt bersiveka weha bê dayî “Dêûbav ji hevdû pir hez dikin û zarok wekî encama vê evînê têne dinyayê.”

6. Ravekirina Mirin û Zirarê bi Zimanek Hişk

Mirin, rastîyeka jîyanê ye. Lêbelê, zarok çawa fêr dibin, ev ji bo pêşkeftina psîkolojîk pir giring e.

Çima divê ew neyê axaftin?

Ji ber ku zarok nizane mirin çi ye, belkî gelek bitirse.

Belkî tirsa jidestdayîna hezkiran çêbike.

Helwesta Alternatîv:

Dema mirov li ser mirinê biaxive, pêdivî ye mirov bi zimanekê hêsan û ron biaxive. Mînak, “Êdî dapîra me,  ne bi me re ye, lê dê di bîranînên me de be.” Gotinên weha dikarin bêne gotin.

7. Nijadperestî, Cudakerî û Pêşdarazî

Dema zarok cudahîyên mirovan fêr dibin, ji gotinên dêûbavên xwe ve pir bandorê dibînin. Ger vegotinên nijadperest an cudaker li pêşberî zarokekan bêne gotin, zarok dikare van ramanên xerab normal qebûl bike.

Çima divê ew neyê axaftin?

Dibe ku zarok li hember xelkê pêşdaraz bibin.

Şîyana wî ya empatîyê dikare xisarê bibîne.

Helwesta Alternatîv:

Heger mirov bo zarokên xwe behsa binirxbûna insanên cuda û çandên cuda bike, ev yek dê hesta dilovanî û empatîyê li dor zarokî çêbike.

Encam: Zarok ji tiştên ku dibihîzin Bandor dibînin

Axaftinên bi zarokan re di pêşkeftin û perspektîfa jîyanê de roleka sereke dileyîzin. Tundûtûjî, fikarên maddî, nîqaşên navxweyî, fesadî, zayendî, mirin, cûdakerî û nijadperestî mijarên sereke ne ku divêt li nik zarok neyên axaftin.

Wekî dêûbavên hişmend, divê mirov zimanek minasib ji bo parastina tenduristîya gîyanî ya zarokan, mijarên nerênî li cihekê taybetî bipeyivin û em xwe dûr bikin ji naverokên ku zirarê digihîne pêşkeftina wan. Bi vî rengî, em dikarin ji wan re bibin alîkar di avakirina kesayetîya durist û saxlem de.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.