“Min ji meya eşqê noşî ketime xefik û davê
Her kêlîyê bi serxoşî diçime cem belekçavê
Dilê jar radixime ber dibêm wer kêrê bide ser
Heger qayil nebî esmer didim ceger û hinavê”
Ev rêzik ji helbesta Îkram Baban ya bi navê “Meya Eşqê” ne.
Kî ye Îkram Baban? Çi cudahîya wî helbestvanên din heye? Baban, helbestvanekî ciwan ê 26 salî ye. Ji Panosa Serhedê ye. Meraqa wî herî zêde li ser rastnivîsa kurdî ye. Berîya vê pirtûkê jî pirtûkeke çîrokan ya bi navê “Mirina Xortekî Rind” nivîsî û weşandibû. Lê mijara wî ya sereke rastnivîsa Kurdî ye. Nemaze li ser Twitterê wekî nobadarekê ziman çoyê wî di dest da, li pêşîya “şaşnivîsa” sekinîye.
Em werin ser helbestên wî. Ango “Dîwaneka Ciwan GULBIHAR” Baban, di serdemeke ku her kes helbestên azad yanî serbest dinivîsîne berê xwe daye helbesta klasîk. Ev ne karekî hêsan e. Mînak; niha gelek kes çar peyvên li pey hev rêz dikin, dibêjin waye helbesta min. Helbet piranîya wan ne helbest in. Jixwe tiştan Baban ji van helbestvanên cuda dike jî ev e. Yanî nivîsandina helbestên klasîk. Çimkî jê re zehmet divê, qaîde û pîvan divê.
Helbestvanê ciwan ev rîsk daye ber çavên bi qalib û peyvên îro, bi kurmancîyeke têkûz û fesîh helbestên xwe hûnandine.
Pirtûka ji 36 helbestan pêk tê ji Weşanxaneya NAyê derçûye. Di pirtûkê him Baban û Qasimê Xelîlî helbestek avêtine ber hev him jî Xelîlî pêşgotina pirtûkê nivisîye. Xelîlî yek ji helbestvanê klasîknûs e û mamosteyê ziman e.
Di helbestên Baban de gelek mijarên balkêş û civakî hene. Helbestvan ev bi wêrekî û bi kurdîyeke xas vegotîye..Yek ji wan helbestan “Kenê Şeytên” e.
“Şev di nîvê şevê min dît ku gazî min kir ewê
Bi dengekê nerm û nazik xeber da wê bedewê
Gote min cotkarê mini de tu rabe bide rê
Ji kaş û hevrazan derê bê paşika vê kewê
Tu bê û têr û têr bixwe goştê kewê yê bêxwê
Vexwe tu şerbeta lêvên wek hingiv û helewê
Min kir ez rabim herim careka din venegerim
Lê pê hesîyam ku xewn e hişyar bûm ji xewê
Şeytan kenî ez girîyam dengê me tevlihev bû
Ji bo bişûm serê pîs ez rabûm çûme ser cewê”
Helbestvan di vê helbesta xwe qala bawerîyekî ango çandeke civaka me bi hostatî û bi kurmancîyeke Serhedî kirîye. Wekî tê zanîn li gorî bawerîya Kurdan kesek di xewê de bi kesekê re hevşa be û kinca xwe pîs bike ango cunubet bibe jê re “şeytan pê kenîyaye” tê gotin. Baban jî ev kevneşopî bi helbestê û li ser xwe gotîye. Li gorî bawerîya civakê “şeytan” her tim ya dilqê jineke bedew de tê xewna însan yan jî dilqê mêrekî çê de. Yanî kîjan bi hestên erotîk û şehwet tê. Nivîskar ev têgihiştin jî piştguh nekirîye. Ew jî ji bo wê serkeftin û zedêyî ye.
Helbesta di dawîya pirtûkê de ya bi navê “Şîreta Xanî” bi rastî jî şîret e û te aresteyî xebatê dike. Werin em bi hevre bi vê helbestê nivîsa xwe bidin ser hev.
“Çûme cem Hezretî Xanî mi go Seyda çi ye derman
Ne mîmar e ne dîwar e xirab hatîye zeman
Berxê Xanî ma nizanî bêyî xweyî û xwedan î
Nîn e mîrek xurt û zîrek we xilas bike ji roman
Wekî millet hêz qudret mohr û nîşaneya te ye
Guhê xwe bide Celadet dest biavêje qeleman
Xwe nas bike xilas bike lewra zanîn xwenasîn e
Bike kiras zimanê xas her bi wî ye Man û neman
Bibe mîmar lêke dîwar da ku êdî nekî hewar
Qelem tûj e xweş dikuje vî zemanî şûr e ziman”
Çi kesê kurd nemaze Serhedî wexta diçe hizûra Ehmedê Xanî dixwaze gazincên milletê xwe lê bike û jê şîretan bigire. Helbestvan Baban ev hest hîs kirîye û xwe daye miqabilê Xanî, dest bi gilî gazinan kirîye.
Gotina dawî jî bila ji me ne:
Rabe Îko neke hewar
Kes nizane kê kir kê xwar
Dest biavêje şûrê xîret
Zêde bike gelek mîmar….