• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Dolce Vita: Hunera Bikêf ya Terzê Îtalyanan

Dolce Vita: Hunera Bikêf ya Terzê Îtalyanan
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Dolce Vita, hunera jîyana bikêf ya terzê îtalyanan. Carinan divêt mirov pişta xwe bide helepeleya jîyanê  û bêhna xwe vede, tahma demên piçûk û xweş derbêxe. Di vê hînê re felsefeya navdar ya îtalyanan “Dolce Vita” derdikeve pêşîya me. Gelo çi ye ev Dolce Vita û em ê çawa li ser jîyana xwe ya rojane bisepînin?

Dolce Vita Anku Çi?

Dolce Vita, li Îtalyayê tê wateya “jîyana şîrîn”. Ev têgeh di sala 1960ê li gel filîmê Federico Fellini yê bi heman navî bû popûler. Tê wateya keyfa jîyanê, zevka, standina zewqê û kêfwergirtina demildest.

Ev felsefe, ji bilî luksbûn û forsî, pêşnîyaza keyfwergirtina ji demên piçûk, suhbetên hevalan, huner û xwarinê dike. Bo nimûne ew mirovên li kolanên Îtalyayê digerin, li ber tavê bi vexwarina espressoyê keyfa xwe bike. Bi vî rengî mirov dikare nimûneyan zêdetir bike.

Hûn ê Çawa Dolce Vitayê li ser Jîyana Xwe Bisepînin?

Ji bo vê çendê hewce nake mirov biçe Îtalyayê! Weha mirov dikare piçekê Dolce Vitayê daxilî jîyana xwe bike:

1. Sist bikin û Keyfa Demê Derxin

Gelek rihet e mirov bikeve qelebalixî û leza jîyana modern, lêbelê wekî îtalyanan “piano piano” anku “hêdî hêdî” herin. Dema serê sibê we qehweya xwe vexwar telefona xwe dernin rexekê, pirtûkekê bixwînin û herin ber pencereye û berê xwe bidine ji derve.

2. Bi Xwarinên Xweş Xwe Bikin Delalî

Mitbexa Îtalyayê, yek ji perçeyên giring ên Dolce Vitayê ye. Li malê çêkirina meqerneyan, bi şûşeyeka şerabeka xweş şîva xwe dirêj bikin an jî bi perçeyekê çeqûleteya bîtterê xwe xelat bikin û tahma dem û gavên piçûk helgirin.

3. Bêhnekê Herin Nav Siruştê

Îtalyan, bi “passeggiata” anku meşa berêvarkî westandina rojê ji ser xwe diavêjin. Hûn dikarin meşa xwe li parkekê bikin, dema xwe li berava behrekê derbaz bikin an jî li şaneşîna mala xwe kulîlkan biçînin.

4. Xwe bi Huner û Delalîyan Mezin Bikin

Dolce Vita, qedirgirtina delalîyê ye. Gehrana li muzexaneyekê, guhdarîkirina muzîkekê an jî xemilandina malê bi hûrgilîyên piçûk, dê ruhê we têr bike.

5. Demên Têr û Tejî Biborînin li Gel Heskirîyên Xwe

Ji bo îtalyanan, heval û malbat berî her tiştî ne. Sifreyên dirêj, suhbetên bi keyf û ken û demên ji dil, jêneger in ji bo Dolce Vitayê. Hûn jî hewil bidin bi heskirîyên xwe re zêdetir werin cem hev.

Taybet ji bo Xortên Kurdan: Rêyên Çêkirina Dolce Vitaya Xwe bi Xwe

Jîyana carinan dijwar, carinan westaner, carinan jî têjî hîvî ye… Hûn xortên kurdan, bi hêza çanda xwe, bi berxwedana xwe û bi coşa xwe jixwe wateyê li jîyana xwe bar dikin. Gelo hûn jî naxwazin piçekê ji Dolce Vitaya îtalyanan jî sûd werbigirin û guherînên piçûk û şîrîn li jîyana xwe bikin?

Ha ji we re Çend Rêyên Taybet ji bo Dolce Vitayê:

1. Bi Eslê xwe Serefraz bin, ji bo Pêşeroje Hîvîdar bin

Çanda kurdî, bi muzîka xwe, bi xwarinên xwe û bi suhbetên xwe yên germ jixwe Dolce Vitayekê di xwe de dihewîne. Guhê xwe bidin çîrokên bab û bapîrên xwe, pênase û terîfên ew xwarinên pîra xwe çêdike hîn bibin. Bi peywendîya paşerojê, pêşeroja xwe bi xiyalên xwe çêbikin.

2. Li gel Siruştê Bijîn

Zozan û rûbar û çîyayên erdnîgarîya kurdan xwudanê delalîyeka bêhempa ye. Tam wekî meşa îtalyanan ya berêvarkî hûn jî berê xwe bidin siruştê û demên xwe pê re derbaz bikin. Hûn bi dostê xwe re li zozanan çayekê vexwin, serê spêdeyê li gel dengê çûçikan hişyar bibin an jî hûn biçin ber lêva çemekê seyranekê bikin, ruhê we dê têr bêhna xwe veke.

3. Bi Muzik û Dans û Govendê Keyfa Xwe Zêde Bikin

Muzika kurdî, bi coşa xwe û bi xemgirîya xwe hêza ruhî ye. Dema we kilama dengbêjekê guhdar kir ew xema li ser dilê xwe, dema we govend girt ew keyfa li ser dilê xwe bibinin û hest bikin. Bila muzik û dans û govend bibe perçeyek ji Dolce Vitaya we jî.

4. Her gav di nav Parvekirin û Hevgirtinê de bin

Di nav çanda kurdî de “hebûn” gelek giring e. Wekî îtalyanan sifreyên dirêj raêxin, li gel dostên xwe qehweyê vexwin û suhbetê bikin. Di rojên zor de piştgirîya hev bikin, demên xweş bi hev re parve bikin, bê guman ev dê jîyana we xweştir biket.

5. Wextî ji xwe re Biveqetînin, Bikevin Dû Xiyalên Xwe

Carinan çêdibe zehmetîyên jîyanê we biwestînin, bes ji bîr nekin: Hûn dikarin xwe bigehînin wê xweşî û hizûra hûn heq dikin. Pirtûkekê bixwînin, wêneyan xêz bikin, werzîşê bikin an jî zimanekê hîn bibin û xwe pêş bêxin. Xîyalên we çi bin ferq nake, qet dev ji dûketinê bernedin.

Gotina Dawîyê: “Bila Dolce Vitaya We bi Rengên bi Xwe be!

Her çend jîyan ya bi zehmet be jî, dîtin û ferqkirina keyfxweşîyên piçûk dikare gelek tiştan biguherîne. Ger we bivêt keyfa şûşeyeka çayê derxin, ger we bivêt li gel suhbeta hevalekê xwe bila bibe hîlhîla we, ger we bivêt xiyaleka nû çêbikin… Ya giring ew e ku dema we çîroka xwe bi xwe nivîsî hûn Dolce Vitaya xwe biafirînin. Ji bîr nekin: “Jiyan gelek kurt e; bila her tim xweş be.”

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.