• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Duhok FC bû Şampîyon

Duhok FC bû Şampîyon
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Tîma kurdan a Başurê Kurdistanê Duhok FC di Lîga Tîmên Şampîyon ên Kendava Ereban de bû şampîyon. Duhok FC li beramber tîma Qûweytê ya bi navê Al-Qedsia’yê di yarîya/pêşbirka rovanşê de 2-1 bi ser keft û bû şampîyon. Yarîya yekem 0-0 xilas bûbû. Ev şampîyonbûn, li çar alîyên cîhanê ji hûran bigire heta giran ji hêla hemî kurdan ve bi coşeka mezin hate pîrozkirin.

Demên Giring ji Yarîyê

Tîma bihêz a Başurê Kurdistanê di fînala Lîga Tîmên Şampîyon ên Kendava Ereban (AGCFF Gulf Club Champions League) de li mala xwe bi tîma Qûweytê Al-Qedsiayê re yarîya rovanşê lîst. Nîveka yekem bêyî gol xilas û di destpêka nîveka duyem de, di xuleka 66ê de li ser navê Duhok FC’yê Sîyamend Egîd tîma xwe 1-0 pêş xist.

Vê rewşê gelek dewam nekir û piştê bi çar xulekan anku di xuleka 70yê de Mohamed Soula li ser navê tîma xwe Al-Qedsiayê gola beranberîyê avêt. Paşê piştgirîya xurt ya alîgirên xwe ve tîma kurdan di xuleka 90+2yê de vê carê bi yarîzanê xwe Marlon dos Santos 2-1 kete pêşîyê. Dadwerê pêşbirkê wekî dema nehatî leyîstin 11 xulekan pêşbirk dirêj kir û di xuleka 90+15yê de ji Duhokê Peter Gwargis karta sor xwar û pêşbirk bi vê skorê qedîya û Duhok FC bû şampîyon.

Li stadyuma Duhokê bi dehhezaran alîgirê tîma Duhokê cihê xwe girtibûn û ji serî heta binî bi hêzeka mezin piştgirîya tîma xwe kirin. Her weha gelek rêveber û endamên sîyasî yên hikûmetê û partîyan jî li protokole cihê xwe girtin.  Duhok FC tîma yekem Kurdistana Başur e ku dibe di vê qadê de bûyî şampîyon. Li bajêr pîrozbahî berdewam in.

Amedsporê bi Belavkirineka Taybet Serkeftina Duhok FC’yê Pîroz Kir

Piştî şampîyonîya Duhokê gelek alîgirên sîyasî û hunermend û kesên navdar û rêxistinan ev serkeftina wê pîroz kirin li her çar alîyên cîhanê ji alîyê gelek dam û dezgeh û cihên giring ve. Bê guman yek ji wan serokê hikûmeta Kurdistana Başur e ku di vî warî de keyfxweşîya xwe anî ziman.

Yek ji pîrozkerên giring jî bê guman tîman Kurdistana Bakur Amedspor e. Amedporê bi belavkirineka taybet ev serkeftina Duhokê pîroz kir: “Em tîma me ya bira Duhoksporê pîroz dikin ku bi serkeftina di fînala Lîga Şampîyonên Kendava Asyayê de bûye şapîyon.”

Ev kiryara Amedsporê ji alîyê kurdan ve gelek hate ecibandin û bû cihê şanazîyê. Her weha gelek hunermend û navdarên kurd jî serkeftina Duhokê pîroz kirin li ser medyayên civakî.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.