• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Efsaneyê Zaroktîya me yê Samckdownê Hulk Hogan Mir!

Efsaneyê Zaroktîya me yê Samckdownê Hulk Hogan Mir!
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Terry Gene Bollea, ku bi navê Hulk Hogan tê nasîn, yek ji şerkerên herî navdar ên cîhanê û îkoneka çanda populer, di 71 salîya xwe de jîyana xwe ji dest da. Efsaneyê zaroktîya me yê Smackdownê şoreşa şerê profesyonel li cîhanê çêkir û kete dilê milyonan, di sibeha 24ê Tîrmeha 2025an de li mala xwe ya li Clearwater, Florida, ji ber sekinandina dilî mir. Mirina Hogan ne bi tenê cîhana şerê profesyonel, di heman demê de bi milyonan hezkirîyên xwe li seranserê cîhanê xemgîn kir.

WWE: Xatirxwestinek ji Efsaneyî

Nûçeya mirina Hogan ji alîyê World Wrestling Entertainment (WWE) ve li ser platforma X’ê hate ragihandin. Di daxuyanîya WWE de weha hate gotin: “Em bi xemgînîyeka mezin nûçeya mirina endamê Salona Şanazîyê ya WWE, Hulk Hogan, didin. Hogan, bi enerjîya xwe, karîzma xwe û tevgera ‘Hulkamania’ di salên 1980yî de bû sedema ku WWE bibe markayeka cîhanî. Em sersaxîyê ji malbata wî, hevalên wî û hezkirîyên wî yên li seranserê cîhanê re dixwazin.” Ji bilî WWE, gelek şerker û navdarên ku bi Hogan re di ringê de bûn, li ser medyaya civakî peyamên hestyarî belav kirin û efsane bi bîr anîn.

Karîyera Efsanewî ya Hulk Hogan

Terry Bollea, di 11ê Tebaxa 1953an de li eyaleta Georgia ya DYAyê ji dayik bû û li bajarê Tampa, Floridayê mezin bû. Berî ku bikeve cîhana şerê profesyonel, Hogan di muzîkê de çalak bû û bas gîtar lêdixist, lê ji ber birîndarîyan dev ji vê karîyerê berdabû. Di sala 1977an de dest bi şerê profesyonel kir û li federasyonên herêmî yên Floridayê bi navên wekî “The Super Destroyer” şer kir. Di sala 1983an de, dema ku tevlî Federasyona Şerê Dinyayê (WWF, niha WWE) bû, nasnavê “Hulk Hogan” qezenc kir. Bi porê xwe yê zer, cilên xwe yên sor û zer, bandana wî û gotina wî ya navdar, “Whatcha gonna do when Hulkamania runs wild on you?”, zû bû fenomenekê cîhanî.

Hogan di sala 1984an de Şampîyonîya Cîhanê ya Sîkleta giran a WWFê qezenc kir û navê xwe di dîroka şerê profesyonel de bi tîpên zêr nivîsî. Pênc caran bû şampîyonê WWFê û di sala 1987an de bi maça xwe ya li dijî André the Giant di WrestleMania III de rekora temaşevanan şikand. Di salên 1990 û 1991an de, bi serkeftina li turnûvayên Royal Rumble, yekem şerkerê ku du caran li pey hev bi ser ket bû. Di salên 1990î de, bi çûyîna xwe ya World Championship Wrestling (WCW) û bi nasnavê “Hollywood” Hulk Hogan, bi rola xirabkar û bi fraksîyona New World Order (nWo) re şoreşeka dî di cîhana şerê profesyonel de çêkir.

Ji Rîngê Wêdetir: Sînema, Televîzyon û Çanda Popûler

Bandora Hogan ne bi tenê di rîngê de bû, lê belê di sînema û televîzyonê de jî navê wî hate bihîstin. Di sala 1982an de, di fîlma Rocky III ya Sylvester Stallone de bi rola Thunderlips derket pêşberî temaşevanan û dest bi karîyera xwe ya Hollywoodê kir. Paşê di fîlmên wekî No Holds Barred (1989), Suburban Commando (1991) û Santa with Muscles (1996) de lîst. Her çendî di sînemayê de serkeftina wî ya mezin bi dest neketibe jî, di televîzyonê de bi bernameya rastnivîs Hogan Knows Best ya ku li ser kanala VH1 hate weşandin, jîyana xwe ya malbatî bi temaşevanan re parve kir. Ev bername, di heman demê de ji keça wî Brooke Hogan re jî bû derfetek ji bo karîyera muzîkê.

Hogan, bi karîzma xwe û jêhatîya xwe ya bazarê, “Hulkamania” kir markayeka jîyanê. Ji tîşortan heta lîstikan, ji vîdeo lîstikan heta vexwarinên enerjîyê, împaratorîyeka bazirganî ava kir. Têgîna “Hulkamania” di salên 1980 û 1990î de ji bo nifşekê ciwan bû sembola azmê û îlhamê.

Pirsgirêkên Tenduristîyê û Rojên Dawî

Rojên dawî yên Hogan bi pirsgirêkên tenduristîyê re derbas bûn. Di sala 2024an de, piştî emelîyateka pişta wî, di beşa jêrîn a laşê xwe de windabûna hestê jîyabû û bi kulpên destan dimeşîya. Jina wî Sky Hogan, çend meh berê li ser medyaya civakî îdiayên ku “Hogan di komayê de ye” red kiribû û gotibû ku dilê wî bi hêz e û di pêvajoya başbûnê de ye. Lê mixabin, di sibeha 24ê Tîrmehê de, piştî banga lezgîn, tîmên tenduristîyê nekarîn Hogan rizgar bikin. Rayedaran mirina wî ji ber krîza dil erê kir.

Şîna Cîhanî

Mirina Hogan li ser medyaya civakî bû sedema dengvedaneka mezin. Hezkirîyên wî, maçên wî yên bîranîn, gotinên wî yên navdar û beşdarîyên wî yên ji bo cîhana şerê profesyonel parve kirin û wî bi bîr anîn. Efsaneyê WWE Ric Flair, li ser X’ê weha nivîsî: “Hulk ne bi tenê hevalek di kar de bû, lê dostekê rastî bû. Bîranînên bi wî re her dem di dilê min de ne.” John Cena jî got: “Hulk Hogan sînorên şerê profesyonel derbas kir û nifşek îlham da. Di aştîyê de bimîne, efsane.”

Malbata Hogan spasîya xwe ji bo peyamên piştgirîyê yên ji hezkirîyên wî hatin kir û ragihand ku hûrgilîyên merasîma cenazeyê dê di rojên pêş de bêne eşkerekirin. Hogan’s Beach Shop li Tampa ji bo hezkirîyan cîhek vekir ku ew dikarin deftera bîranînê binivîsin û efsaneyê bi bîr bînin.

Mîrateya Efsaneyekê

Hulk Hogan ne bi tenê şerkerek bû, di heman demê de îkoneka çandî bû ku navê xwe di dîrokê de nivîsî. Wî zemanê zêrîn ê şerê profesyonel dest pê kir, bi milyonan kes li ber ekranan kom kir û bi “Hulkamania” nifşek mezin kir. Çîroka wî, sembola azmê, karîzmayê û şopandina xewnan e û dê her dem bijî.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.