Li ser bûyerên dîrokî, mêranî, şer, nexweşî, koç, karesat, erdhej, hişkesalî û agir destan ava dibin. Destan dibin alîkar ku mirov bibe xwedîyê fikrekê li ser pirsgirêkên giring ên wekî taybetmendîyên çandî yên miletan, formên jîyanê û darizandinên nirxî. Yek ji van destanan jî Destana Elo Dîno ye. Ev destna li Botanê di serdema mîrektîyan de di sedsalên 16. de qewimîye. Destan û çîroka Ela Dîno, çîrokeka serhildêrîyê ye li hember niheqîyê ku li Cizîra Botan di navbera Elo Dîno û Mîrê Botan de qewimîye.
Tête gotin ku çîrok di serdema mîrê Cizîrê de Mîr Mihemedê Kel di sedsala 16an de qewimîye. Lê mîrektîya Mîr Mihemed digehe heta nîveka duyem a serdala 15. Cizîr di sala 1463’yê de ji hêla hukimdarê Akkoyunîyan Hesenê Dirêj ve tê dagirkirin. Hesenê Dirêj, Mîr û birazîyên wî êxsîr dike û wan dibe Êraqê. Akkoyunî dagirkerîya xwe 30 salan didomînin û paşê bi alîkarîya Mîr Bedirxan Cizîr dikeve destê Osmanîyan.
Qesra Elo Dîno – Cizîra Botan – Gundê Bafê
Ji Dewlemendan Distand Dida Belengazan
Dîroka devkî veguhastinên pir hêsan dike di navbera kesan de. Ya ku li vê derê giring e, şert in û encamên van şertan e. Zexta û tengasiya Began li ser bazirganan û strukturên feodal ku bacên giran distandin jiyan li xelkê kiribû jehr û di encama vê rastîyê de; dijberî, serhildan û nexweşî. Vê pêvajoyê kesayetiyên efsanewî, qehreman û alîgirên gel zêde kirin.
Elo Dîno her weha lehengê folklorî yê dem û erdnigarîyê ye. Gava ku bac û zextên giran bi domdarî û zextên domdar ên tevlihevî û serdegirtinan encama belengazî û jarî û feqîrîyê derxist. Xelkê xwezîya xwe bi parîyek nanî dianî. Di vê hînê re mêrekê bi navê Elo Dîno ji vê rewşê aciz dibe û li hember vê yekê Elo Dîno ciwan li dora xwe kom dike. Li kela li gundê Bafê ku girêdayî Cizîrê ye bi cih dibin an jî ew ava dikin em nizanin, zincîrê dikêşin her du alîyê avê. Li vê derê bazirganên bi kelekan tên pêşîyê li wan digire û bacê ji wan distîne. Wê bacê li xelkê belengaz belav dike. Demekê dirêj weha dewam dike.
Pîlana Mîrê Botan
Ev yek dibe tirsa bazirganan û yek bi yek gilî û gazindeya wî dikin li pêş mîrê Cizîrê. Her çend hêz biçine ser jî nikarin wan têk bibin. Divêt zû ev mesele bê çareserkirin. Mîr, li dîwana xwe rûdine û dest bi çêkirina pîlanan dike. Amadekarî tên kirin û li gel hinek leşker xwe têxin şiklê bazirganan di sindoqên tiştên bazirganîyê de jî leşkeran bi cih dibin. Dema tên ber kelê û Elo Dîno wan disekinîne û dixwaze wan sindoqan veke dike nake nahêlin veke û dibêje ev sindoq bi taybetî mîrî ne û heta Elo Dîno neyê em nikarin vekin. Li ser vê yekê Elo Dîno tê û ji nişkan ve sindoq vedibin, leşker jê derdikevin û hemîyan digirin.
Li gor gotineka dî bazirgan êdî ji wî aciz dibin û pîlanekê çêdikin. Bi dahol û zirneyan ber bi wî diçin û dibêjinê Mîri pirsîyara te kirîye, me jî der heqê te de gotinên xweş kirine û wî jî xizmetkareka xwe dîyarîyî te kirîye, ev daweta te ye. Elo Dîno dizane ku çênabe dîyarîya Mîrî bê vegerandin. Wê şevê dixwin û vedixwin heta sibê. Serê sibê dema hişyar dibe xwe li zindana Mîrî dibîne.
Birca Belek – Cizîr Botan
Elo Berdin, Ew Mêr e!
Îza û îşkenceyê li Elo Dîno dikin û mûmeka vêxistî dideynin ser laşe wî. Piştî demekê Mîr tê, berê xwe didê Elo Dîno ji ber îşkenceyê di halekê xirab de ye. Jê re dibêje “Tu dibînî tu ketî çi halî, ma ji vî halî pistir hal heye?” Elo Dîno li gel wê êşa xwe dibêje “Ma ev bi xwe çi ye Mîrê min!” Mîr dibêje çi ye? Dibêje, “Ji wî halî nexweştir hal nîne, gava mêhvanek bê mala mirovî û parîyek nan nebe mirov bide. Tu û xanima berê xwe didin hevûdu bêdeng. Aha ew hal xirabtir e.”
Mîr dikeve bin bandora vê gotina wî û dibêje “Elo berdin, ew mêr e! Lê piştî tire kezîkurê, êdî çi halê Elo nemaye û li ber mirinê ye. Piştî mirina wî şîn te girtin û bi sedsalan çîroka wî dewam dike. Her çend çîroka wî li vê derê biqede jî efsaneya wî heta îro di devê her kesê de ye. Li ser vê lehengîyê stran hatine gotin ku yek ji wan û herî berbelav ev e:
Qesra Elo Dîno – Cizîra Botan – Gundê Bafê
Elo dîno, Elo dîno,
Elo dîno, Elî axayo,
Simbêlreşo, xwînşîrîno,
Elo dîno, Elî axayo,
Qesra Elê mermer gişt e,
Birca Elê mermer gişt e,
Ew şûrê beran pişt e,
Jaro Elo, Elî axayo,
Qesra Elê nava rêyo,
Birca Elê nava rêyo,
Dengê du şêran we têyo,
Jaro Elo bi şîr çûyêyo,
Dengê du şêran wê xweş tê,
Jaro Elo bi şîr geheşte,
Jaro Elo navda küste.
Heta anha li ser Elî Dîno pîrtûkek ava ne bûye. Ev jî kêmasya me ye. Ez difikirim gelo nivîskarên me ji bo çi nenivisandîye?