Twitter, yek ji torên civakî yên herî çalak ên cîhanê, nêzîkî mîlyarek û nîv hesab, dora 300 mîlyon endamên çalak û wek qadeke bajarekî mezin a ku rojevê dîyar dike. Twitter bi rastî yek ji wan markeyên herî hêzdar e ku mirov dikare xwedî bê. Ji ber vê yekê “navê logo” di gelek zimanan de; ji navdêrê veguherî rengdêrê, pirî caran dibe lêker. Ji ber vê yekê navê çalakîyê bûye “Tweet kirin” Marqeyek wisa, ku kesên di jîyana dîjîtal de navê wê herî kêm rojê çend caran dibêjin, Elon ev nav kire tabûtê; ev tişt bêguman biryareke pir wêrekane ye lê xwedîyê Twitterê Elon Musk niha vê yekê dike. Lê çima?
Tîpa “X” sembola hestên Elon Musk e. Di tweeteke xwe ya dawîn de got ku “Ez ji vê tîpê hez dikim,”. Hezkirina Musk ji bo tîpa “X”yê dûvdirêj e. Musk di sala 1999an de X.com, bankeyek onlîne, damezrand, dûv re ev banke wek PayPal nûjen û ava kir. Elon Musk ku di sala 2017an de X.com careke din kirî, tîpa “X” di modelek wesayîta elektrîkî ya Teslayê de bi kar anî. Herwiha di warê asmanî de “Space X” û di warê Jîrahîya Çêkirî de “xAI” ava kir. “X” ji bo Musk bûye evînek wusa ku wî navê kurê xwe kir “X Æ A-12”. Her çend ji ber hewcedarîya qanûnî ew guhertibe jî, dema ku navek ji kurê xwe re hildibijêre jî tîpa “X” tercîh kirîye, rewşek ji hewesê wêdetir nîşan dide.
Twitter ji alîyê Elon Musk ve bi 44 milyar dolarî hat kirîn. Ev yek wek mezintirîn danûstandin a di dîrokê de ye. Ji ber ku di yek qelemê de bihayek wusa ji markeyek re da, bêguman Musk xwedî hêvîyên mezin bû. Bi modelên karsazîyê yên ku wî bicîh anîn, wî hewl da ku Twitterê bike makîneyek ku dahatek mezin bîne. “Pergala abonetîyê” gava herî girîng bû ku wî avêtibû. Wî hêvî kir ku Twitter dê pereyekî mezin ji kategorîya “endamên xwedî îmtîyaz” bigire. Lê ev tevgerek bû ku zirarê dide markeyê. Wî nikaribû mîqdara xwestî ya aboneyan bi dest bixe, ji bilî vê, hawîrdora “daxwazkar” û “hevrikî” ya ku wî afirand bikarhêner ber bi markeyên din ên medyaya civakî ve birin. “Threads” a ku ji hêla xwedîyê Facebookê Mark Zuckerberg ve wekî hevrikê Twitterê hatî damezrandin; wî dest pê kir ku bikarhênerên Twîtterê yên “xeyîdî” û yên di lêgerînekê de kom bike. Elon Musk zêdebûna hejmara markeyên hevrik, ango “derketina yên nû” an “popularîzekirin” wekî xetereyek cidî nedît. Lê nirxa markeya Twitterê niha ket û bû 25 milyar dolar. Wekî din, “tweetên wî yên kesane” û xuyabûna wî ya “alîgir” li ser hin mijarên sîyasî an civakî dest pê kir ku reklamdarên Twitterê ji vê kanalê dûr bikevin. Di dawîyê de, Musk ji bo serîlêdana “Super Sepan(Super App)” a ku “dinya di bin banek de” kir, ku ew ji sala 1999an ve xeyala wê dikir.
Armanca Musk:Super Sepan
Çi ye ev “Super Sepan”? Ev dê bibe sepaneke wisa ku her kes dê li ser gerestêrkê bikaribe bikeve vê otobana dîjîtal û karê xwe yê rojane bike û bi hêsanî hewcedarîyên xwe yên civakî ji vir bi cih bîne. Li vir, tîpa 24em a alfabeya îngilîzî “X”, ku Elon Musk jê hez dike, wekî nîşana vê tora nû ya cîhanî derket holê. Elon Musk ji bo tora medyaya civakî ya ku jê re dibêje “X” WeChat’ê mînak digire. WeChat li Çînê tora civakî bû ku di destpêkê de wekî alternatîfek ji Facebookê re ji hêla dewletê hate sêwirandin û hate pêşvexistin. Dûv re, bi salan ew bi saya sohbeta xwe ya bi nivîs, parvekirina wêne û vîdyoyan, qada lîstikê, karûbarê navîgasyonê ku cîh, rê û rêgezê nîşan dide, piştgirîya 20 zimanên cihêreng, werger, odeyên danûstendinê yên kesane, serîlêdana albûm û galerîyên ya mîna Instagram Story, odeya werzîşê ya ji bo pêşbazîya rojane ya bi hevalên xwe re, WeChat navê “Super Sepan” bi dest xist. Her çend WeChat wekî navenda çalakîyên “çavdêrîkirin û kontrolkirina kesan” ya dewleta Çînê hate rexnekirin jî îro zêdetirî 1 mîlyar bikarhênerên wê hene. Taybetmendîya bijare ya Elon Musk li WeChat ev e; danûstendinên bi pere ji vir bi hêsanî têne kirin. Hemî danûstendinên bankê yan jî kesane, her hewcedarîya rojane li şûna bankeyekî bi kodek QR li WeChat gengaz e. Ji ber vê yekê, dixwazê ji dêvla bankeyen be ew komîsyon ji van danûstandinan bistînê. Ya ku Elon Musk dixwaze bi markeya “X” ve bimeşe ev e. Wekî din, bi girtina bazirganîyê pîvana bûyerê gavek pêşdetir, danûstendinên “pereyên krîpto” ne. Bi taybetî, mezinahîya “Doge Coin” ya ku ew digire dibe ku di nav pereyên ku dê di serî de di vê serîlêdana “Super Sepan” de bê tercîhkirin.
Têbinî: Piştî ku min nivîs amade kir, ev tiştên ku min li jorê got hat sepandin. Niha sembola Twîtterê bû “X”, navê Twîtterê bû “X”, navê Twîtkirinê bû “Postkirin” û navê Retwîtkirinê jî bû “Repostkirin”. De rehma Xwedê li çûka şîn bê, ka bê Elon wê hê çi ecêba bîne serê me.