• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Em Hatin

Em Hatin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Amedspor tîma bira Iğdirspor têk bir û derbasî Super Lîgê bû!

Di hefteya 38ê ya Lîga Yekem a TFFê de, Amedspor li mêvandarîyê bi skora 3-3 li hember Iğdır FK  beramber ma û 74 pûanan derbasî Super Lîgê bû. Bi vê encamê, tîma keskûsor di dîroka xwe de mezintirîn serkeftin bi dest xist û cara yekemîn dê di Super Lîgê de bilîze. Ji her çar alîyên cîhanê ev maç bi coş û kelecanî li ser ekranên dêw, li malên xwe, li ser kar, li her derê hate temakirin. Hêj niha hema bêje li hemû bajaran pîrozbahîyan dest pê kirîye jî. Aqûbet li serê tîmên dî yên kurdan.

Maç li Stadyûma Şaredariya Iğdırê di atmosfereka germ de dest pê kir. Tîma mazûvan di nîva yekem de karîgertir bû. Her çend di deqeya 6ê de Iğdirê golek dîtibe jî Amedê di deqeya 19ê de bi Hasan Alî Kaldirim bersiv da. her paşê parastina xwedîdîsîplîn a Amedsporê û kontratakên bilez serdest bûn. Di deqeya 45+5ê de Amedê bi penaltîya Diagne 2-1 ketibe pêşîyê jî piştî wê bi çend deqeyan Iğdirspirê rewş kir 2-2. Her paşê di deqeya 49ê de Amedê bi gola Dia Saba 3-2 kete pêşîyê, lê dîse Iğdirsporê rewş kir 3-3. Maç bi vê skorê xilas.

Şahiya Mezin a Gelê Kurd

Li çendin bajaran bi ekranên dêw maç deqîqe bi deqîqe hate temaşekirin. Nûçeya serkeftinê li Amedê û hemû deverên Kurdistanê û di nav diyasporayê de coşeka mezin çêkir. Kolanên Amedê bi al, fîşek û zîlgirtinan tijî bûn. Bi hezaran alîgir bi rengên keskûsor derketin kolanan û bi dirûşmeyên “Bijî Amedspor!”, “Serbilindiya Kurdistanê!” “Kîne Em?” sloganan diavêjin.

Medyaya civakî bi peyamên bi kurdî, tirkî û zimanên din tijî bû: “Em dîrokê nivîsîn, êdî tîmeka kurdî di Super Lîgê de heye!”, “Ev serkeftin ji hemû gelê kurd re diyariyeka mezin e”, “Galatasaray, Fenerbahçe… niha dor hatiye Amedê!” peyamên herî zêde hatin parvekirin. Diasporaya Ewropayî jî bi alên Amedsporê şahiyên mezin li dar xistin.

Siyasetmedar, hunermend û saziyên sivîl ên kurdî jî bi daxuyaniyên xwe serkeftin pîroz kirin. Gelek kesan got ku ev bilindbûn dê alîkarîyeka mezin bide futbola kurdî û temsîliyeta çandî.

Serokê Amedspor piştî maçê got: “Ev serkeftin ne bi tenê ya kulûbekê ye, serkeftina hemû miletê kurd e. Bi piştgiriya gele kurd em ê di Super Lîgê de bi rûmet şerê xwe bikin. Spas ji alîgirên me re, spas ji Amedê re!”

Amedsporê, îsal 3 rahêner guherandin; bi Sinan Kaloğlu dest pê kir, lê tîmê ew guharend û Mesut Bakkal anî ser serê tîmê. Amedsporê her çend îstîqrareka baş girtibe jî hefteyên dawîyê gelek pûna ji dest dan û ji rêza duyem kete rêza sêyem. Li ser vê yekê berî lîg biqede bi hefteyekê Mesut Bakkal jî hate hinartin û li şûna wî Sertaç Kuçukbayrak anîn ser serê tîmê. Sertaç bi maça şampîyonîyê derkete maça xwe ya yekem.

Amedspor demsala bê dê dest bi serpêhatîya xwe ya Super Lîgê bike û dê li hember Galatasaray, Fenerbahçe, Beşiktaş û yên dî şerê xwe bike. Ev serkeftina dîrokî dê rengekê nû bide futbola Tirkiyeyê û serbilindiya gelê kurd bigihîne asteka bilind.

Pîroz be Amedspor! Pîroz be gelê kurd!

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.