• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ZANIST

Erdkologan Qerqodeyekê Sedalane Dîtin Ku Destekê Protez Li Ser e

Erdkologan Qerqodeyekê Sedalane Dîtin Ku Destekê Protez Li Ser e
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

credit: Bayerisches Landesamt für Denkmalpflege

Arkeologên li Almanyayê qerqodeyekê (îskelet) sedsalane derxistine holê ku destekê wî ji metala protez hatiye temamkirin ku li şûna çar tiliyên windabûyî ye.

Ew Qerqode yê Kengî ye û Çend Salî ye?

Li gor Ofîsa Parastina Bîranînên Eyaleta Bavyerayê ku heftîya borî daxuyanî dabû, di encama rêbaza karbonê de erdkolog dihizirin ku ev kes di navbera salên 1450-1620an de jîyaye û jîyê wî jî di navbeyna 30-50 salî de ye. Li gor vê yekê ev protez dibe 600 salî.

Ew Qerqode Çawa ye û Rewşa Bijîşkî ya Wê Serdemê?

Erdkologan dane dîyarkirin ku tilîyên destê wî yên çepê jêkirî ne û di şûna wan tilîyan de hindek hêsin û metal hatine çêkirin. Ev yek jî nîşan dide ka wê demê bijîşkî çi qas pêş ketîye. Serokê beşa parastina bîranînên erdkolojîk a Bavyerayê Walter Irlinger got, “Dest tilî li proteza ku zikê wê vala hatine lêzêdekirin.”

“Tiliyên nîşan, navîn, gustîlkê û ya qilîço ji pelê metal cuda cuda hatine çêkirin û nelivin. Kopiyên tiliyan bi hev û du re paralel in, piçekî xwar in. Îhtîmalek mezin stûyê protezê bi qawîşan hatîye girêdan.” Di hundirê destê protezê de qumaşek mîna bandê hate dîtin ku hizirîn ku ev ji bo vê girêdanê hatîye bikaranîn.

Ev Qerqode Li Ku Derê Hatîye Dîtin?

Bermahiyên ku vî qerqodeyî goreka nêzîkî dêrekê hatine dîtin ku ew dêr li bajarokê Freisingê yê eyaleta Bavyerayê ye û 40 kêlometreyan dikeve bakurê Munichê. Freising di Serdema Navîn de û di dema Şerê Sîh Salan ê 1618-1648an de cîhê gelek şeran bû. Di daxuyanî de hate destnîşankirin ku vê yekê îhtîmala hejmara amputasyonê zêde kir, bi vî rengî rê li ber protezên zêdetir vekir.

Ev Qerqodeyê Yekem e Tê Dîtin?

Erdkologan lê zêde kirin ku ji heman serdemê nêzî 50 protezên dişibin hev li Ewropaya Navîn hatine dîtin. Ji protezeke nelivîn a mîna ya ku li Friesingê hatiye dîtin bigire heta destê protezên guhêzbar ên navdar ên ku şovalye Götz von Berlichingen ku piştî sala 1530an li xwe kirîye.

Heta di sala 1997an de, Erdkologên li Misrê tiliyeka 3000 salî ya protez a dar a lingekê dîtin ku hê kevntir bû.

Armanca Lêdana Van Protezan Çi bû?

Dûv re, erdkeologan protezek keşif kirin ku keça rahîb li tilîya lingê xwe kirîye, hem ji bo meşê hêsantir bike hem jî ji hêla estetîk ve xwezayî xuya bike.

Xelat Ertoşî

Xelat Ertoşî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.