Yek ji gîyanewerên tirsnak û di heman demê de dilrakêş ên cîhanê, pîrhebok, ev demekê dirêj e di cîhana zanistî de bûye mijara meraqê. Lêkolîneka nû ya ku ji hêla lêkolînerên Zanîngeha Arizonayê ve hatîye kirin û di kovara zanistî ya bi navê Current Biology de hatîye weşandin, rastîyeka balkêş der barê dîroka evûlasyona wan de eşkere kir: Dibe ku pîrhebok berî derketina ser bejahîyê di deryayan de jîyabin. Ev îdia tê piştgirîkirin bi analîza berfireh a fosîleka 500 milyon salî ku bi awayekî ecêbmayî parastî maye.
Delîlên Fosîlan û Mollisonia Symmetrica
Navenda lêkolînê, cureyeka ku di Serdema Kambrîyenê (540-485 milyon sal berê) jîyaye û niha nemaye, bi navê Mollisonia symmetrica ye. Berê ev cure wekî bav û kalên kêvjalan (horseshoe crab) dihat naskirin û wekî endameka destpêkê ya koma chelicerata dihat nasandin. Lêbelê, lêkolînên berfireh ên li ser sîstema wê ya rih (demar) û mêjî, ev nêrîn bi temamî guherand. Lêkolîneran dîtin ku sîstema demarî ya Mollisonia’yê ji kêvjalên zêdetir dişibe pîrhebokan û dûpişkên îro. Bi taybetî, di fosîlê de hate dîtin ku strukturên mejî yên wê dişibin nîskên jehrî yên pîrhebokan. Ev yek nîşan dide ku sîstema demarî bi awayekê “berevajî” hatîye organîzekirin ku ji ajalê wek karîdes, kêzik û pîrhebokan cuda ye.
Seroknivîskarê lêkolînê Prof. Nick Strausfeld, ji ABC News re got: “Heçkû mejî berevajî hatîye zivirandin. Bi tam wekî pîrhebokên îroyîn,” û destnîşan kir ku ev struktura berevajî rêyên kurt ji navendên demarî yên ku tevger û şîyana tevnkirina toran kontrol dikin, peyda dike. Prof. Frank Hirth ji King’s College London jî dîyar kir ku ev struktur bi şîyanên nêçîrvanîya veşartî ya pîrhebokan re rasterast têkildar e.

Derketina ser Bejahîyê û Zexta Evûlasyonê
Pîrhebok û dûpişk, nêzîkî 400 milyon salan e li ser rûyê erdê dijîn û yek ji lingmovikên nêçîrvan ên herî serkeftî ne ku kêm guherîne. Lê ev vedîtina nû, nêrîna kevn a ku cudabûna pîrhebokan tenê piştî derketina bejahîyê dest pê kirîye, dixe nava pirsê. Li gorî Strausfeld, bav û kalên Mollisonia’yê dibe ku yek ji wan mexlûqên destpêkê bin ku derketine bejahîyê û dibe ku ev mexlûq bi nêçîra kêzikên li ser bejahîyê xwedî bûbin. Wekî din, ev araknîdên destpêkê (pîrhebokên wek hev), dibe ku di pêşveçûna baskên kêzikan de bûbin faktoreka zexta evûlasyonê.
Ji dûndana Mollisonia’yê, mexlûqên wekî pîrhebok, dûpişk, pîrhebokên tavê, kêzikên sirkê û dûpişkên şivikan ên îroyîn derketine holê. Ev fikra ku ev cure dibe ku ji deryayê hatibin, ne tenê dîroka pîrhebokan, her weha dîroka hemû lingmovikên nêçîrvan ji nû ve dinirxîne. Lêkolîner destnîşan dikin ku nîqaşên li ser ka ev cure ji deryayê an jî ji avên nêzî bejahîyê derketine, hê jî berdewam dikin. Lê belê delîlên fosîlê yên nû, tezê deryayî bi tundî piştgirî dikin.

Serkeftina Evûlasyona Pîrhebokan
Serkeftina evûlasyona pîrhebokan, bi stratejîyên wan ên nêçîrvanîyê û şîyana wan a lihevkirina bi hawirdorê re ji nêzîk ve girêdayî ye. Ev rêwîtîya ku di deryayê de dest pê kir, bi şîyanên tevnkirina toran, karanîna jehrê û veşartinê yên ku li ser bejahîyê pêş ketin, pîrhebok kir yek ji nêçîrvanên herî bi bandor ên gerstêrkê. Daneyên ji fosîlê nîşan didin ku sîstema demarî ya pîrhebokan ji bo piştgirîkirina van şîyanan hatîye optimîzekirin. Bi taybetî, tevgerên tevlihev ên wekî tevnkirina toran, dibe ku bi saya wextên reaksîyonê yên bilez ên ku ji hêla sîstema demarî ya berevajî ve hatine peydakirin, mimkûn bûye.
Nîqaşên Nû di Cîhana Zanistî de
Ev vedîtin, pirsên nû tîne der barê kokên evûlasyona pîrhebokan de. Gelo Mollisonia di deryayê de jîyaye an jî di hawirdoreke nîv-avî de? Ji kîjan cureyê chelicerate evrilî bûye û ev derbasbûn kengî qewimî? Strausfeld dîyar dike ku ji bo bersivdana van pirsan, bêtir delîlên fosîlan pêwîst in. Lê belê, daneyên heyî bingeheka bi hêz ji bo fikra ku pîrhebok dibe ku ji deryayê hatibin, pêşkêş dikin.

Encam
Ev lêkolîna çavkanîyê ya Zanîngeha Arizona, perspektîfeka nû ya der barê dîroka evûlasyona pîrhebokan de pêşkêş dike. Li gor lêkolînên li ser fosîleka 500 milyon salî, pîrhebok ji deryayan ber bi bejahîyê rêwîtîyeka dirêj kirine û di vê pêvajoyê de şîyanên nêçîrvanîyê yên bêhempa pêş xistine. Ev vedîtin, ne bi tenê ji bo pîrhebokan, her weha ji bo têgihiştina dîroka evûlasyonê ya hemû lingmovikan gaveka giring e. Cîhana zanistî, ji bo dîtina zêdetir nîşaneyên der barê kokên van mexlûqên razdar de, lêkolîna fosîlan berdewam dike, lê têkilîya pîrhbeokan bi deryayê re, rûpelek nû li çîroka tevlihev û dilrakêş a siruştê zêde dike.
