Zoolojî yan jî ajalnasî beşa biyolojîyê ye ku li ajalan lêkolîn û gercust dike. Hemû ajalên di dîrokê de jiyane lê vêga cureyên wan ji holê rabûne û yên îro li ser cîhanê dijîn mijara lêkolîna zoolojiyê ne. Kesên ku bi zoolojîyê re dixebitin ji wan re zoolog, zoologist yan jî ajalnas têgotin.
Mirovên pêş dîrokê ji bo ku bijîn, neçar bûn ku li ser ajal û riwekên li dora xwe lêkolîn bikin. Ji bo dîtina rê û rêbazên sûdwergirtina ji van ajalan û riwekan, mirovan li ser van jîndaran lêkolîn kirine. Li Fransayê wêneyên şikeftan, gravur û peykerên 15.000 sal berê hene ku gamêşa kûvî, hesp û ask bi hûrgulî nîşan didin. Wêneyên bi heman rengîyên ji deverên din ên cîhanê nîşan didin ku ajalên hatine lêkolînkirin, xêzkirin, berhemdan bi piranî ji ajalên ji bo xwarinê dihatin nêçîrkirin pek tê.
Şoreşa Neolîtîk a ku gelemperî bi kedîkirina ajalan tê naskirin, di tevahîya Antîk de berdewam kir. Kiryar û teknîkên sewalkarîyê her wiha masîvanî û nêçîrvanîyên li Rojhilata Nêzîk, Mezopotamya û Misirê bi saya şayesên (teswîrên) realîst ên ajalên kovî, sewal têne hizirkirin. Piştî dahênandina nivîsê, bandorên zoolojîyê bi bikaranîna şayesên ajalan di wênenivîsên (hieroglifên) Misrê de jî xuya dike.
Her çiqas wekî beşek yekane têgîna zoolojîyê nû be jî, zanista zoolojîyê ji “dîroka xwezayî” derketiye holê û digihêje xebatên biyolojîk ên Arîstoteles û Galen di heyna antîk a Greko-Romen de. Arîstoteles, berî zayînê di sedsala çaran de li ser bastûr, peresîn û dîyardeyên (fenomenên) jiyanî yên ajalan lêkolîn kir. Wî, ajal li du koman belavkir: “ajalên bixwîn” movikdar ên îroyîn û “ajalên bêxwîn” bêmovik ên îroyîn.
Çarsed sal şûnda, nojdarê Romayî Galen ji bo lêkolîna anatomî û fêmkirina erkên (fonksîyonên) lebatan, ajalan laşkolî (dissection) kir lewra ku di wê demê de laşkolîna mirovan qedexe bû.
Di piştî serdema post-klasîk de, zanist û nojdarîya Rojhilata Navîn li cîhanê ya herî pêşkeftî bû lewra têgînên ji Yewnanistana Kevnar, Roma, Mezopotamya û Îran û her weha kevneşopîya kevnar a Hindî ya Ayurveda, di heman demê de gelek pêşkeftin û nûbûn pêk anî. Îro berhema Conrad Gesner a “Historia Animalium” destpêka zoolojîya nûjen tê hesibandin. Piştî vê demê gelek ajalnas derketin holê û di hemû beşên zoolojîyê de dest bi xebat kirin û gelek agahîyên nû ji mirovatîyê re diyarî kirin.
Pênaseya Jîndarîyê û Cihê Ajalan di Nav Jîndaran de
Jîndar an jî organîzma têgehek e ku di biyolojî û ekolojîye de tê bikaranîn. Bikaranîna vê têgehê li ser heyînên ku an sihêl an jî girêft sîstemek dihewînin û bi vê sîstemê hebûna xwe didomînin.
Peyva “organism” ji yewnanî ”oργανισμoς”, organismos, ji oργανον, organon, yanî “amûr, cêbecêkirin an jî livoka pêhesîn an şayîşê. Jîndar, pênaseyeke pir gole (fireh) ye. Ji riwekan (plant) heta ajalan (animal), ji bakterîyan (bacteria) heta kuvarkan (fungus) qadeke gelekî mezin dihewînê.
Jîndar li ser du cîhanan tê dabeşkirin: prokariyot (prokaryote) û eukariyot (eukaryote). Prokariyotan di navxwe de du, eukariyotanjî di navxwe de li çar cîhana tê dabeşkirin. Prokariyot; bakterî û arkea (archaea). Eukariyot; protist, kuvark, ajal û riwekan pek tê.
Ji bilî van cîhanan, vîrûs (virus) jî bastûrên di nav mijarên biyolojîyê de ne. Ne jîndar in ne jî bêjîn in. Vîrûs bastûrên ku piştî ketina laşê mirovan dibên jîndar. Gelek şax û dabeşkirinên jîndarîyê hene ku zanista ajalnasî li ser lêkolînên hûr û kur dike lê vê gavê em li vir bihêlin.