Spanya bû Şampîyonê EURO 2024ê. Di fînala EURO 2024ê de ku bi mazûnanîya Elmayayê pêk hat, Spanyayê 2-1 karî Îngilistanê û bû şampîyon. Ev Şampîyonaya Ewropayê ya ku 17emîn car pêk tê Spanya cara çaran e bû şampîyon û di vî warî de bû tîma herî zêde şamponî bi dest xistî. Her weha ev di vê tûrnûvayê de ev du car in li ser yek Îngilîstan di fînalê de têk diçe.
Li ser navê Spanyayê di xuleka 47an de N. Williams skor kire 1-0. Piştî vê di nîveka duyem de di xuleka 73yan de Îngilistanê bi C. Palmerî beranberî bi dest xist ku berî wê bi 3 xulakan beşdarî lîstikê bûbû. Gelek neçû, di xuleka 86an de dubare Spanya kete pêşîkê bi lîstikvanê xwe M. Oyarzabal û skor pêşbirk 2-1 qedîya.
Merasîma Kûpayê
Serokê UEFA’yê Ceferin û Kralê Spanyayê Felipeyê VI. Beşdarî merasîna kûpayê de bûn. Pêşîkê dadwerên pêşbirkê hatine xelatkirin û paşê xelata duyemîn hate dayîn bo tîma Îngilistanê. Kûpaya şampîyonîyê lîstikvanê şampîyonê vê tûrnûvayê yê dawîn ê Îtalyanî Giorgio Chiellini anî û bi destê xwe da Ceferin’î û wî jî radestî kaptanê tîma Spanyayê Alvaro Morata’î kir. Spanyayê di nav coşeka mezin de dest bi pîrozbahîyan kir.
Spanyayê di Hemî Pêşbirkên Xwe de bi Ser Ket
Spanya di hemî pêşbirkên xwe yên EURO 2024ê de bi ser ket. Spanyayê bi tevahî 7 maç lîstin ku bi rêzê ve di komê de 3-0 şîya Xirwatistanê, 1-0 şîya Îtalyayê û 1-0 şîya Arnawûdîyê. Di tûra 16an de 4-1 şîya Gurcistanê, di çaryek-fînalê de 2-1 şîya Elmayayê, di nîv-fînalê 2-1 şîya Frensayê û di fînalê de jî 2-1 şîya Îngilistanê.
Herî Zêde Spanyayê Ev Şampîyonî bi Dest Xist
Berîya vê tûrnûvayê Spanya yek ji wan du tîman bû ku li gel Almanyayê sê şampîyon bidest xistî. Lê duhî şev Spanya bo cara 4emîn bû şampîyon. Heta niha Spanya 5 caran gehişte qonaxa fînalê û ji van 4 cara bi ser ket. Di salên 1964, 2008, 2012 û 2024an bû şampîyon, li hember vê yekê bes di sala 1984an di fînalê de têk çû. Bi vî rengî Spanya bû tîma herî zêde şamponî bi dest xistî.
Xelatên takekesî
Di EURO 2024ê de di kategorîyên cuda de xelatên takekesî hatin dayîn. Midfielder Rodrî yê Spanyayî ji bo lîstikvanê herî baş ê tûrnûvayê hat hilbijartin. Xelata baştirîn lîstikvanê ciwan ê Spanî Lamîne Yamal girt.
Lamine Yamal Kete Dîrokê
Stêrkê ciwan ê spanî Lamîne Yamal cihê xwe di nav rûpelên dîrokê de cîbicî kir. Yamal, di pêşbirka fînalê ya di navbera Spanya û Îngilistanê de di Şampîyonîya Futbolê ya Ewropayê ya 2024ê (EURO 2024) de lîst.
Yamal, rojekê piştî rojbûna 17 salîya xwe di maça fînalê da lîst, di dîroka şampîyonîyê da rekora lîstikvanê herî ciwan ê ku di fînalê da lîstîye şikand. Yamal di 13ê tîrmeha 2007an de ji dayik bûye. Berî niha rekor di destê Renato Sanchezî de bû ku di EURO 2016an de di tîma Portekîzê de li hemberî Fransayê wextê lîstî 18 sal û 328 rojî bû.
Kadroya Maçê
Spanya: Unai Simon, Carvajal, Le Normand, Laporte, Cucurella, Rodri, Fabian Ruiz, Yamal, Olmo, Williams, Morata
Îngilistan: Pickford, Walker, Stones, Guehi, Saka, Mainoo, Rice, Shaw, Foden, Bellingham, Kane
Dadwer: François Letexier, Cyril Mugnier, Mehdi Rahmouni (Fransa)