• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Ez Çawa Dikarim Xwe Berpirsîyar Nebînim?

Ez Çawa Dikarim Xwe Berpirsîyar Nebînim?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Tiştekê gelek normal e mirov xwe bide ber berpirsîyarîya hinek tiştan. Lêbelê mirov nikare barê her tiştî û her kesê bar bike, hegerna ev dê bibe sebeba streseka mezin. Li dû vê yekê hindek hene  ku hinek rê hene ku mirov xwe berpirsîyarî hemî tiştan nebîne.

1. Birêvebirina Hestên Xelkê

Heger hûn hewil bidin hestên xelkê kontrol bikin ka ew çawa hîs dikin, bê guman hingê hûn ê xwe bêhêz û kêm hest bikin. Mirov, ji hestên xwe berpirsîyar in û hûn çend hewil bidin jî hûn nikarin hestên wan bi temamî biguherînin. Helbet giring e hûn alîkarîya heval û hogir û heskirîyên xwe bikin, lêbelê heger hûn xwe ji keyfxweşî û xemgînîyên wan berpirsîyar bigirin bêguman hûn ê xwe meho bikin. Li şûna vê berfehm û piştgir bin, lêbelê dev ji fikra mecbûrîyeta çareserkirina hestên wan berdin.

2. Hewildana Razîkirina Her kesê

Heger hûn her tim di nav hewildana razîkirina xelkê de bin, bê guman hûn ê li paşpîlana duyem bimînin. Hêvîyên xelkê bêdawî ne û hûn çi bikin jî ne pêkan e mirov her kesê bi hev re razî bike. Her tim hûn li benda erêkirinê bin, dê bawerîya we û hizûra we ji destê we biçe. Ji bo ku hûn xwe azad hîs bikin divêt hûn bizanin bêjin “na” û bala xwe bidin ser  pêşpêdivîyên xwe. Carinan çêdibe dilê xelkê ji van biryarên we bimîne, lêbelê di demdirêjîyê de hûn ê bibînin ku parastina sînorên we çawa ji we û peywendîyên we re baş û qenc in.

3. Xemgirtin û Barkêşîya Xetayên Berê

Xeta, yek ji perçeyên jêneger ên jîyanê ne û heger hûn her tim xwe ji xetayên berê berpirsîyar bigirin, bê guman hûn ê îroya xwe jî jî meho bikin. Hûn nikarin paşerojê biguherînin, lêbelê hûn dikarin jê bi aqilwergirtinê pêşeroja xwe hişmendtir saz bikin. Heger hûn xwe efû bikin û xetayên xwe wekî serpêhatî û ceribandinê bibînin, bê guman wê demê hûn ji alîyê derûnî ve bibin xwedîyê nêrîneka baştir.

4. Giringîdana Gotinên Xelkê yên der barê Mirovî de

Hûn nikarin kontrol bikin ka xelkê we çawa dibînin û hûn hewil bidin her kesê razî bikin û hewil bidin her kes ji we hes bike ne rast e. Her tim fikreka mirovan dê der heqê we de hebe, lêbelê ya giring ew e ka hûn xwe dibînin. Ji bo erêkirina xelkê mirov xwe biguherîne, mirov dê resenî û xweserîya xwe ji dest bide. Heger hûn bizanin ka hûn ê çawa ji xwe bawer bin û hingê hûn ê kêmtir girêdayî rexne û şiroveyan bin.

5. Mirov Xwe Mecbûr Bibîne Her Tiştî Pir Baş Bike

Bêkêmasîperis an jî perfeksîyonîst, her tim halê bêrazîbûnê çêdike û li şûna hûn şolên xwe biqedînin hûn wan paş dixin. Di rastîya xwe de, bêkêmasî têgeheka welê ye ku zehmet e mirov bigehê û heger hûn bikevin dû vê bê guman hûn ê bêhtir meho bin û trese bikin. Li şûna vê, têgeha “têra xwe baş” bipejirînin. Dema we kirina xetayan wekî tiştekê normal qebûl kir, hûnê berhemdartir û keyfxweştir bin.

6. Mirov Her Tim Barê Serkeftinê Bide Ser Milên Xwe

Ji bo serkeftinê hewildan giring e, lêbelê mirov rabe her tiştî bi tenê bike hem mirovî diwestîne hem jî ne helwesteka dewamdar e. Dema hûn bûne parçeyekê tîmekê an jî pêdivîya we bi piştgirîyê çêbû, vê wekî zeîfîyekê nebinin. Mirov karan bisekinîne, alîkarîyê bixwaze û heger hewce be bêhna xwe vede, hem dê ji bo we berhemdartir be hem jî dê we ji xwepûçkirinê xilas bike di demekê dirêj de. Li şûna hûn serkeftina xwe bi hewildanên xwe yên takekesî bipîvin, keyfstendina ji proseyê û hînbûna hevkarîyê dê we bextewar bike.

7. Hewildana Kontrolkirina Nedîyarîya Pêşerojê

Nedîyarîyên jîyanê hene û ne pêkan e mirov ji pêş de pîlanan çêbike û hemû îhtîmalan di bin kontrola xwe de bigire. Normal e mirov ji bo pêşeroja xwe bikeve nav fikaran, lêbelê heger mirov her gav senaryoyên xirab hizir bike mirov dê bêhizûr û diltirs be. Helbet pîlansazî û hişmendî giring e, lêbelê mirov bendewarê xerentî û tekezîya her tiştî be ne rast e. Pejirandina nedîyarîyê û pêşxistina perspektîfa şîyanguherîyê, dê asta stresa we kêm bike û dê bibe alîkar ji bo guncanîbûna guherînan. Dema mirov jîyanê ji halê xwe re dihêle, hingê li hember pirgirêkan çareserî jî hêsan dibin.

Di encamê de, bê guman ji bo jîyaneka bihizûr û hemaheng mirov berpirsîyarîyên xwe bizane gaveka krîtîk e. Rêvebirîya hestên xelkê nekin, her kesê keyfxweş nekin, xemgirî û barkêşîya xetayên berê nekin, giringîyên nedin gotinên xelkê, barê serkeftinê her tim nedin pişta xwe tinê, nekevin nav hewildana kontrolkirina nedîyarîya pêşerojê û nekevin nav hewildana bêkêmasîbûnê. Hegerna hûn bêhmedî xwe jîyana xwe sext dikin. Heger hûn dev ji van berdin hûn ê siviktir û bêhtir xwedîhizûr bin. Divêt hûn qebûl bikin ew tiştên hûn neşên kontrol bikin û berê enerjîya xwe bidin wan cihan ew cihên hûn dikarin biguherînin. Ev tişt hem ji alîyê fizîkî û hem jî ji alîyê ruhî ve dê we azadtir bike. Dema we bela xwe ji xwe vekir, hûn ê bibinin ka jîyan çend xweş û watedar e.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.