Îro, têkilî bilez û bez di bin bandora cîhana dîjîtal de diguherin. Li şûna ku mirov rasterast bêje yekê “Ez te naxwazim”, rêyên agresîv yên pasîv yên wekî qutkirina pêl bi pêl têne tercîhkirin. Li vê derê tegeha “ghosting”ê derdikeve pêşberî me.
Ghosting Çi ye?
Di têkilîya destgirtî û heskirîyan de anku kesên hevalînîya hestyarî bi hev re dikin, yek ji wan li hember yê dî li şûna ku têkilîya xwe qut bike û xwe wenda bike, radibe dereng bersiva peyaman dide, eleqe û têkilîya xurt nade hevalbendê xwe û nakeve nav hewildanekê. Ji vê yekê re ghosting tê gotin. bi kurtî bi temamî têkilîya xwe xilas nakin û naçin bes hebûna xwe jî nadin xuyakirin.
Mînak, gava ku hûn ji kesekê re peyameka dirêj bişînin, her çendî di medyaya civakî de çalak be jî hekî ew bi tenê bi “emojî”yekê bersivê bide, hingê çêdibe ku ghosting li we tê kirinê. Anku hûn ghostingxwarî bin. Ev kesê ghostingê dike em ê ji wî re bêjin “ghostingker” û yê ghosting lê tê kirin jî em ê ji wî re bêjin “ghostingxwer”.
Çima Ghosting Tê Kirin?
Reva ji Pevçûnê: Hindek mirov li şûna ku bi eşkere bêjin “ez te naxwazim”, li hêvîyê ne ku hevalbendê wan ji ber xwe fam bike.
Nemana Eleqeyê: Di destpêkê de, kesekê ku eleqedarîyeka mezin dide, çêdibe ku kelecana xwe bi demê xwe re ji dest bide, lê naxwaze bi tevahî xilas bibe.
Vekirîbûna ji bo Alternatîfan: Hin kes ji ber ku ew naxwazin têkilîyên xwe xilas bikin, bi rêya ghostingê hevalbendê xwe wekî alternatîfekê li def xwe dihêlin.
Agresîfîya Pasîv: Hindek ji wan li şûna ku hevalbendê xwe red bikin, li bendê dimînin ku ew bi xwe herin.
Bandorên Ghostingê Çi ne?
Rêya qutkirina û xilaskirina têkilîyê ku ne kemilî û agresîfîya pasîv e, dikare li ser ghostingxwerî hestên curawcur çêbike. Çêdibe ghosting li ser hindek kesan pisrgirêkên girantir ên psikolojik ava bike. Bo nimûne, dikare li ser wan depresyon, anksîyete an jî nexweşîya stresî piştî trawmayê çêbike. Bandorên wê dikarin weha bêne rêzkirin.
Ev rewş ji bo ghostingxwerî dikare giran be û bikeve nav hestên xwepiçûkdîtinê û redbûnê. Bi vê yekê dikare xwe xemgîn, dilşkestî û bi tenê hîs bike.
Kesê ghostingker ji ber ku giringîyê nade hevalbendê xwe, ghostingxwer dikare hestên tund yên asabîbûnê di xwe de bihewîne. Çêdibe li hember wî bihêrs, aciz û dilşkestî be.
Ev yek çêdibe bibe sebeb ku ghostingxwer xwe bêqedir û bi tenê hîs bike. Çêdibe ghostingxwer xwe ne hêjayî giringîyê, ne hêjayî heskirinê û bênirx hîs bike.
Ev yek çêdibe bibe sebeb ku ghostingxwer xwe ji civakê îzole bike û ber bi tinêtîyê ve biçe. Çêdibe ghostingxwer, xwe bi tinê, îzole û hatî terkkirî hîs bike.
Çêdibe bibe sebeba zêdebûna tirs û fikara ghostingxwerî. Çêdibe ghostingxwer di pêşerojê de bitirse car dî têkilîyekê çêbike bi kesekê dî re.
Ev yek çêdibe bibe sebeba xisardîtina jixwebawerîya ghostingxwerî. Çêdibe ghostingxwer, xwe bêewle, ne hêjayî heskirinê û bêqedir hîs bike.
Rêyên Serederîyê bi Ghostingê re
Eleqeya wê bi kesayetîya we nîne: Divêt mirov ji bîr nekit ku ev kare bi kesayetîya mirovî re têkildar nîne, wate jê ne sûcê we ye. Di hevalbendîyê de qencî û kêmasîyên her du alîyên hene her gav. Lêbelê ev yek nabe sebeba rev û wendabûna pêl bi pêl û nakeve ber aqlî. Belkî kêmasîyeka we nebe, hetta her tişt tam li gor dilê we be dîse hûn bibin ghostingxwer. Mirov li gor hevalbendê xwe be an jî ne li gor be, rêya çareserîyê belkî ne hûn bin û eleqeya wê bi we nebe.
Xwe Sûcdar Nekin: Li xwe werine rehmê û heta ji destê we bêtin bêyî alîgirane rapîrsînê bikin, bi perspektîfeka mezin berê xwe bidin meseleyê, li ser meseleyê bifikirin û fikiran çêbikin û xwe pêş bixin bes qet xwe sûcdar nekin.
Ji bo tiştên we pêkve jîyayîn û we hest kirîn xwe sûcdar nekin. Piştî ghostingxwarinê poşmanî, acizî, şaşbûn, fihêtkirin tiştên gelek normal in. Hestên me gelek giring in çi erênî çi nerênî. Nirxandina wan hestan bêyî tevgerên hevalbendê we jî bi qedr û qîmet in.
Şêwazê Bidin Hizirên Xwe: Hizirên xwe yên li ser têkilîya we û hevalbendê we yê ghostingker bêxin nav qalibekê nû. Bila rûmet û peywendîya baş û xwedî hizirbûn her tim li bîra we be. Jixwe êdî ew kes ji bo we ne kesê rast e. qet nebe niha.
Berê Xwe Bidin Xwe: Li gor lêkolînan, heger mirov bala bide ser armanc û wateyê, oksîtona hormona mirovî ya keyfxweşîyê zêde dibe û ev yek ruhê mirovî sax dike û hestên mirovî xweş dike. Wî wextî ji xwe biveqetînin û saxlemîya xwe ya psîkolojîk xurt bikin.
Ji ber ku ghosting ne redkirineka rasterast e, nedîyarî û têkelî û tevlihevîyek di serê ghostingxwarî de çêdibe. Ghostingxwar nizane ka têkilîya wan ber bi ku ve diçe û her gav pirsan ji xwe dike. Ev yek jî jixwebawerîya wî dişkêne û dibe sebeba westandina hestyarî.
Rastîyan Bibînin: Heke hevalbendê we bi rastî bi we re ne eleqedar be fêm bikin û xwe nexapînin. Ji bo kesekê ku bi we re ne eleqedar jî xwe aciz nekin.
Zelal Bin: Heke helwestên hevalbendê we, we aciz bikin, bi axaftineka zelal rewşa têkilîyê eşkere bikin.
Pêşîkê Bidin Xwe: Li şûna nedîyarîyê, berê xwe bidin wan mirovan ew mirovên rastî jî qedrê we digirin.
Bikevin Detoksa Dîjîtal: Li şûna ku hûn li benda peyaman bin, demekê kurt xwe ji medyaya civakî dûr bêxin.
Ghosting, bûye yek ji awayên peywendîyên modern ên mirovî zêde aciz dikin. Mirov ji têkilîya zelal bireve û dostikê xwe bihêla di nav nedîyarîyan de, ev yek dikare wî kesî hem ji alîyê derûnî hem jî ji alîyê hestîyarî ve biêşîne. Heger hûn pê hesîyan ku hûn jî ghostingxwer in, xwe neêşînin û rewşa xwe binirxînin û berê xwe bidine kesekê dî yê qedrê we dizane.