Di vê xebatê de merema me dîyarkirina hindek têgehên mazmûn in di edebîyata kurdî ya klasîk de. Di edebîyata kurdî ya klasîk de zor şair hene. Bo wêne, ji edebîyata Lorî Baba Tahirê Uryan; ji edebîyata kurmancî Elîyê Herîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, ji edebîyata goranî Mela Perîşanê Dînewerî, Mewlana Xalidê Şarezorî, ji edebîyata soranî Yûsif Karizî, Şêx Telebanî, Hecî Qadirê Koyî, ji edebîyata zazakî Mela Ehmedê Xasî, Osman Efendîyê Babij û bi sedan şairên dî yên kurd berhemên xwe di vê serdemê de dane. Her çend şêwaz û muhtewaya(naverok) şi’rê biguhore jî edebîyata klasîk hebûna xwe di roja me de jî li gel edebîyata modêrn didomîne.
Şairên vê qonaxê exleb di çarçoveya eşqa îlahî de bi îmaj û motîvên mecazî helbestên xwe dirêsin. Şairên vê serdemê dema helbestên xwe dinivîsin hunereka bilind a estetîk bi kar tînin hem ji ber muhtewayê hem jî ji ber nezm û kafîye û ahenga helbestê, yek bi yek herf û peyv û hevokên xwe dipîvin û bi kar tînin, wate jê; bîrê pê derzîyê dikolin.
Li dû rûdanên mêjûyî gelek bîr û bawerî keftine nav civakê. Ji van rûdanan çi rastî bin çi jî xeyalî bin, îmaj û motîv di hişê civakê de çêkirine. Di vê biwarê de şa‘irên serdema klasîk ên kurd her wekî şairên edebîyata klasîk a Rojhelata Navîn hem li gorey van îmajan hem jî li gorey ilm û ramanên xwe îmaj di helbestên xwe de bi kar înane. Em van îmajan wekî mezmûn bi nav dikin. Armanca me dîyarkirin û ravekirina hindek ji van mezmûnan e.
Ferhengoka ravekirî ya mazmûnan:
- Kûlbeî ehsen: Qulûbeya Xemgînîyê. Aşiq dema xemgîn dibe, xwe ji mirovan dûr dike û li cihekê xilwe digere. Aşiq cihekê wekî qulûbokan ji xwe re çêdike û dema biêşe li vê qulûbokê êşa dikêşe.
- Suryanî meqam: Heşt meqamên Suryanan hene û li goreyî wan îlahîyan dibêjin.
- Lewlak: Peyveka erebî ye, wateya wê: “Eger ne ji bo te bûya”. Peyveka serê hedîsekê ye, Xwudê tiala tê de gotîye pêxenberî “Eger ne ji bo te bûya min felek nediafirand.”
- Bûraq: Hespekê Pêxemberî bû, bi bask bû fir dida. Wextê Pêxemberî çûyî Mîracê pê vî hespî çûye.
- Qedeha Cem: Qedeha şahê Eceman Cemşîdî ye. Li gor efsaneyan wî mey cara yekem peyda kirîye. Her weha qedeha wî efsûnî bû û cîhan hemî û stêran tê re wekî pencere û neynikekê xuya dikir. Lewre ji qedeha wî re “Cihannuma” hatîye gotin. Anku cîhanê numayîş dike, xuya dike. Her weha pêşeroj jî tê de xuya dibû.
- Hatem: Hozanekê ereb bû. ji Yemenê ji devera Teyyê bûye, di sala 605an de wefat kirîye. bi camêrîya xwe navdar bûye, ji ber hindê navê wî bûye nîşana camêrîyê.
- Pûtên Xulluxê: Keçikên bajarê Tirkistanê Xulluxê bi delalî û rindînîya xwe bi nav û deng bûn ku ew dişibandin pûtan. Wek tê zanîn pût bi nexşeka baldar û hûr û kûr hêdî bi hêdî têne çêkirin.
- Harût û Marût: Harût ferîştehek bû. Çi ku wî û hevalê xwe Marût mijûlî sêrbazîyê bûne Xwudê ciza daye wan û ew li Babîlê avêtine bîrekê ku heta qîyametê dê tê de bimînin. Tê gotin ku ev sêrbazîya li dinyayê paşmayîya wan e.
- Elest: Ew roja Xwudê her tişt bi gîyan kirî.
- Xulda berîn: Cenneta qata herî jor.
- Ayîneya Eskender: Li gorî efsaneyan feylesofê navdar Arîsto ayîneyek ji Eskenderî re çêkirîye û danîye berava Deryaya Gewr. Eskerderî di wê eynikê re gemîyên dijminan dîtîye ji dûr ve. Li çi binêre her tişt tê re eşkere dibe.
- Genc û Tilism: Genc ankû Xizîne; tilism anku sêr an jî efsûnî. Di edebîyata klasîk de wekî “Gencê mutelsem” derbaz dibe. Ev wateya hedîseka qutsî dide ku Xwudê tiala ji avdên xwe re gotîye “Ez xizîneyeka veşartî bûm, da min nas bikin min mexlûqat afirandin.”
- Nasût û Lasût: “Nasût” layenê maddî, bedenî, cismanî û şehwî ye; “lahût” layenê îlahî û rûhanî ye. Di tesewifê de insan dixwaze layenê nasûtî biçe layenê lahûtî.
- Gul: Temsîla xweşikî, nazenîn û bejn û bal û por û her tiştê yarê ye.
- Bîjeng û Menîje: Bîjeng di xew de dimîne, Menîje dixwaze here cem wê lê dikeve di çalekê de û Rustem tê wî xilas dike.
- Qeyser: Berê ji şahên Romayê û yên Împeretorîya Bîzansê re qeyser digotin.
- Qabe qewseyn: Qewseyn yanî mesefa qasî du kevanan; Qab jî jî nîveka kevanê ye ku di Sûreya Necmê de derbaz dibe. Li ser çûyîna pêxemberî bo Mîracê weha hatîye gotin ku “Paşê nêzîkî wî bû, qasî nîveka du kevanan an jî nêzîktir. Nayê zanîn gel ew Cebraîl e an jî Xwudê ye.
- Şeqqe’l-Qemer: Ji bo ku Qureyşî ji Pêxemberî bawer bikin, Pêxemberî heyv kirîye du şeq.
- Rustem: Yek ji lehengên îranê ye ku Şerefxanî di Şerefnameya xwe de jê re kurd gotîye bi mêranîya xwe navdar e û bûye sembola hêz û qewetê.
- Behram: Lehengekê efsanewî yê mîtolojîya Persan e. Her weha navê gelek şahên persan jî Behram e.
- Şûşeya mîna: Anku gerdena yarê, qiriq û gewrîya wê. Gewrîya wê hind spî delal û paqij e wekî camê xwer û zelal e.
- Gul û bulbul: Dirî, xweşikî. Aşik bulbule û maşûq gul e. Bulbul her tim ji gulê re dixwîne, lê digere. Gul bi xweşîkîya xwe nasyar e. Bulbul ji ber dirî û strîyên gulê nikare xwe nêzîkî wê bike.
- Enelheq: Yek ji navên Xwudê ye. Anku “ez heq im”. Yanî tişta rast û durist. Yanî kesê ku bi Xwudê re bûyî yek û Xwudê xwe kirî di bedena wî de. Yê ku cara yekem ev gotî Hellacê Mensûr e.
- Hellacê Mensûr: Yek ji mutesewifan e. Gotîye Xwudê li her derê ye û her tişt teyisandin û nîşana wî ye. Di demê wî de hindek fikirên wî nehatine famkirin lewra hatîye xeniqandin.
- Piştemêr: Neqlenava Elîyê Heyder e. Elî sembola hêz û qewetê ye.
- Ruxsar: Rû, Şikil, aşiq şikil û şemalê yarê dişibîne tiştên herî xweşik yên li ser cîhanê.
- Cebhetê Beyda: Enîya dibiriqe ya Pêxemberî.
- Turre: Muhr, xemilandina biskên li ser enîya yarê.
- Xunçe dem: Devê wê wekî xunçeyê piçûk û nazenîn. Aşi dev û lêvên yarê dişibîne xunçeyan û heyranîya xwe tîne ziman.
- Sema: Govend, reqs. Aşiq ji ber evîndarîya xwe serxweş dibe û li dor wê dizivire, di nav govend û semayê de ye û agirê dilê xwe.
- Perwane: Perwane an jî perperok li dor şem’ê yanî mûmê dizivire ku wek evîndarê ronahî û agirî ye. Hindî li dora agirî dizivire nêzîktir dibe û dikeve di nav agirî de dişewute. Perwane aşiq e; mûm jî maşûq e.
- Zengî: Zengî insanên Hebeşê ne. Aşiq gava ji layenê ruxsarî ve wesfê yara xwe bide hindek şibandinan bi kar tîne. Bo nimûne por û bisk, carinan çav an jî birîyên yara xwe yên reş dişibîne Hebeşîyan dişîne Zengîyan. Wate jê insanên Hebeşê rengê çermê wan reşê tarî ye. aşiq jî bi vî rengî esaleta rengê yara xwe tîne ziman.
- Narsîst: Narsîs di eslê xwe de bi nêrgizê tê nasîn. Li gor gotegotan ciwanekê bi navê Narsîs hebû ku ew qas xweşik bû rojekê diçe ber çemî, dîmena xwe di nav avê de dibîne û li xwe aşiq dibe, dixwaze xwe nêzîkî avê bike bes dikeve di nav avê de û dixeniqe. Li şûna wî ruhê wî dibe çîçeka nêrgizê û şîn dibe.
- Seyr û silûk: Rê û rêbaz, kesên di rêya paqij de. Ev mezmûneka tesewifî ye ku aşiq ji bo evîna xwe ya îlahî dikeve ser hindek rêyên rûhî û xwe ji dinyayê dûr dike.
- Ahû: Xezal, çav, nêrîn. Çavên xezalan gelek balkêş û xweşik in. Aşiq ew çavên kişandî yên wekî xezalan li ser yara xwe teswîr dike.
- Mar: Biskên yarê. Aşiqî biskên yarên yên dirêj û reş xelek û xweşik dişibîne marên reş. Çawa ku xizîne ji alîyê maran ve tê parastin, her wesa rûyê yarê jî wekî xizîneyekê tê dîtin û biskên wê wekî du marên zêrevan û nobedar têne teswîrkirin.
- Nûn û Dal: Çav û birî. Nûn û dal du herf in di erebî de. Nûn girover e û xala di navê de wekî çavan; dal jî bi kevanbûna xwe wekî birîyan tê teswîrkirin ku aşiq ji bo yara xwe bi kar tîne van şibandinan.
- Ayeta husnê: Nîşana xweşikbûnê, her tişt xweşik afirandîye.
- Yedî Beyza: Destê Hz. Mûsayî ye ku di Tewratê de derbaz dibe ku ji bo pêbawerîya qewmê xwe Xwuda tiala mucîzeyên kopal(çov) û destî dabûne wî.
- Niqmeê tesbîhan: Dengê tesbîhan, xelwetbûn û îbadetkirin. Hizirkirina yara îlahî.
- Sîdretu’l-Munteha: Tête wateya qonaxa dawîyê. Dema Pêxember çûyî Mîracê li qonaxa dawîyê rastî darekê tê ev dar yanî “sidr” e.
- Rind: Di çavê wî de qedrê dinyayê nîne. Xweşî-nexweşî, başî-xirabî, keyf û xem wek hev e. Rind wekî aşiq tê teswîrkirin.
- Zahid: Sofî, kesê emr û nehyên Xwudê pêk tîne. Xwe ji xirabîyan dûr digire. Zahid zêde ne kûr e, dixwaze emr û nehyan ji her kesê re bêje. Asoya wan ne fireh e. xweşîkîyan nabînin. Evînê qebûl nakin. Zahid wekî maşûq tê teswîrkirin.
- Saqî: Meyger. Ew kesê mey, şerap û cureyên serxweşîyê digerîne. Hêmanên bi vî rengî bi rengekê rasteqînî an jî mecazî têne vegotin.
- Bûtê qul: Anku peyker. Aşiq yara xwe dişibîne peykeran ku bi rengekê baldar û qîmetdar têne nexşirin.
- Ruftar: Tevger, rabûn û rûniştin. Hemî liv û tevgerên yarê ji aşiqî re xweş û şirîn tên. Aşiq zor caran behsa reftarên yara xwe dike bi rengên cudawaz.
- Xal: Çav û birî û bisk û xal û nîşan û bi kurtî hemî hêmanê rûyê yarê di helbestan de wekî xal têne vegotin ji layenê aşiqî ve.
- Tûtî: Anku papaxan. Her weha wateya yarê dide, yanî axaftina yarê ya şirîn.
- Murxê nîmbesmel: Teyrê nîvserjêkirî, ankû teyrê “Bismillah” li ser hatîye gotin û nîvê stuyê wê hatîye birîn.
- Firaq: Wateya dûrbûnê dide. Her gav di nav aşiq û maşûqî de dûrbûnek heye û êşa vê yekê tê kêşanê ji layenê aşiqî ve.
Jêder:
M. A Yekta Saraç, Klasik Edebiyat Bilgisi Belagat, Weşanên 3F, Çapa Şeşem, Stenbol, 2007.
M. Emîn Bozarslan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Weşanên Deng, 2010.
İskender Pala, Ansiklopedîk Divân Şiirî Sözlüğü, Weş. Kapı, Çapa 22’yê, Stenbol, 2012.
Perwîz Cîhanî, Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Nûbihar, 2013.
Selman Dilovan, Dîwana Melayê Cizîrî, Nûbihar, 2010.