Reml çiye? Reml, îfadeya sembolîk a qada ezmanî ye ku di dema jidayikbûna mirov de cihê rojê(tav) nîşan dide. Ger em ji nuqteya jidayikbûna xwe ber bi ezman ve, heta ber bi rojê ve xeteke xeyalî bikişînin û vê xetê heta bêdawîtiyê dirêj bikin, em dê bibînin ku ev xet digihîje nîşanek reml a. Ji ber vê yekê gava ku em dema ji dayik bûne ber bi rojê ve dinihêrin, ger ne ji ronahîya rojê ya zexm û rohnî bûya, tiştê me yê bidîta dê remlek ba. Nîşanên remlan komstêrk in. Di nexşeya ezmanî de wek horoskopekê xêz dikin, ew 12 beşên bi qasî 30 pileyî û her yek li ser çemberek 360 pileyî ne. Di rêza remlan de ya yekem tê hesibandin remla (21ê Adarê-20 Avrêl -Beran) e. Ji ber ku ew li xala biharê ye. Salnameya remlan ji 4 çerxên girîng pêk tê. Her yek ji van ekînoks e (wekhevî ya dirêjbûna ya şev û rojê). Ekînoksên bihar, havîn, payîz, zivistan tevahîya salê dike 4 perçe û her perçeyek 3 remlan nîşanî me dîde. Her 3 nîşaneyên remlan çerxên demsalên xwe hildigirin. Remla beran, ji ekînoksa 21ê Adarê dest pê dike. Gerdûna ku em tê de dijîn, ji girseyek enerjiyê ya qelew pêk tê ku ev jî ji gelek asta pêk tên. Ev enerjîya zexm bi berdewamî vibrasyonên frekans û rêzikên cihêreng di gerdûnê de diweşîne.
Reml çawa bandorê li me dikin? “Tîrêjên kozmîk ên ku digihêjin ser rûyê dinyayê bi mêjiyê me re dikevin têkiliyê û ev tîrêj bandorek erênî an jî neyînî li raman û tevgera me dikin. Ji ber vê yekê, dema ku mirovek ji dayik dibe, cîhan di bin bandora kîjan pergala remlê de be dikeve bandora pêlê wê enerjîyê. Hinek astrolog (stêrzan) dibêjine ku, dema tîrêj bi mejiyê mirovan re têkildar bin ger wê demê ji ber têkiliyên stêrkan pir bi hêz bin, ew dikarin zirarê bidin laşê mîrov.” Werin em hinekî li ser taybetmendiyên remlan biaxivin.
Beran (21 Adar-20 Avrêl)
Gerstêrk: Mars
Kom : Agir (erênî)
Zayend : Nêr
Taybetmendî : Wêrek
Daxwaz: Serokatî
Reng: Sorê agir, sorê kulîlka hinarê,
Kulîlk: Lale, bûkik, beybûn
Bêhn: Magnolî
Roj: Sêşem
Hejmar: 6, 9, 15, 348
Kevir: Aqat, garnet
Mirovên remla wan beran e, jîr in û jêhatî ne ku bi hêsanî fêrî tişta dibin. Kapasîteya wan a rêxistinî pêşketî ye û ew bi hêsanî dikarin mirovên li dora xwe jî ber bi armancên ku bigihîjin dijwar bi hêz û serkeftî bikin. Ew mirovên li dora xwe tim kêfxweş dikin. Dixwazin di civakê de li pêşiyê bin, balê bikşînin û bên ecibandin. Nêytbaş û dilpak in. Li hember pirsgirêkan pir berxwedêr in. Her çend ew mîna her kesî ji tiştên madî hez bikin jî, rûmet, navûdeng û pesn ji bo wan pir girîngtir in. Ji ber ku mirovên reml beran bi werzîşê re pir eleqedar in, ji nexweşîyê hez nakin, laşê wan jî saxlem û rind e.
Ga (21 Avrêl-21 Gulan)
Gerstêrk: Venûs
Kom :Ax(neyînî)
Zayend: Mê
Taybetmendî : Berxwedêr
Îdeal: Navdarî
Daxwaz: Jîyana rehet
Reng: Pembe, şînayî, ronahî, kremî
Kulîlk: Gula sor, pembeya qurnefîlî
Bêhn: Sêv, zembeq
Roj: Înî
Hejmar: 6, 7, 28
Kevir: Yeşîm, jade
Kesên remla wan gamêş e, bi xwezaya xwe ya aram tên naskirin û bi vî awayî jîyana xwe bi awayekî xweş derbas dikin. Heval û hevaltî ji bo kesên reml gamêş girîng in. Xwezayek wan heye ku li hember bûyerên piçûk jî dikarin bi hêsanî dilşa dibin. Bi nîyeta xwe ya baş û bi tevgerên xwe yên aram kêfê li jiyana xwe zêde dikin. Mirovên rembl gamêş bi zewq in, kêfa wan ji her tiştên bi qîmet, bedew û balkêş re tê. Qabilîyeta wan a qezenckirina pereyan li gor mirovên din zêde ye. Dixwazin jîyana xwe bi coşeke zarokatî bidomînin. Ew berhevkar in û bi pereyên kevn, resim, gewher û zêr re eleqedar dibin. Pêşeroja xwe bi ew berhevkarî yê xwe ewle dikin. Her çend kesên reml gamêş, dest girtî bin jî, ew xwe ji kêfa xwe kêm nakin û diçin xwaringehan xwarinên herî xweş dixwin û tiştên herî biha li xwe dikin. Destên wan ji malbat û hevalên wan re vekirî ne.
Cêwî (21 Gulan-20 Hezîran)
Gerstêrk: Merkur
Kom: Hewayî (erênî)
Zayend: Nêr
Taybetmendî: Hêza evînê
Daxwaz: Serkeftin
Reng: Zer, gewr, şînê vekirî
Kulîlk: Pîvok, beybûn, lale
Bêhn: Yasemîn, lewente
Roj: Çarşem
Hejmar : 4,5,28
Kevir: Heqîqe, încî
Mirovên reml cêwî, bi jêhatîbûna xwe û bi axaftina xwe ya balkêş têne zanîn. Mijûlbûn bi tiştên nû û nûjen felsefeya jîyana mirovên cêwî ye. Bi aqilê xwe û bi axaftina xwe bi hêsanî bandorê li kesên pêşberî xwe dikin. Dema ku di civatekê de balê dikişîne ser xwe kêfxweşiyek mezin distîne. Hiş û henekên wan pir pêşketiye. Ew bi aqilê xwe yê pêşketî, bi axaftina xwe ya watedar û xweş û bi rûyên xwe yên bi ken dikarin di derdorekê de bi hêsanî bala mirovan bikşînin ser xwe. Ew mirovên li dora xwe baş analîz dikin. Mirovên reml cêwî ji hêla fizîkî ve dirêj in û xwedî yê bejneke xweşik in.
Kevjal (21 Hezîran–22 Tîrmeh)
Gersterk: Heyv
Kom : Av (neyînî)
Zayend: Mê
Taybetmendi: Dilsozî
Reng: Spî, zîvî, qehweyî
Kulîlk: Sosîna ave, zembeq
Bêhn: Muge, lîleq
Roj: Duşem
Hejmar: 2, 3, 23
Kevir: Jade, kevirê heyvê
Kesên reml kevjal, bi dilovanîya xwe têne naskirin. Bîranînên zaroktîya wan ji bo wan girîng in. Ew gelek qîmet didin malbata xwe û bi wan re aram û bextewar in. Ew ji bo mirovên ku hez dikin çi ji destê wan tê dikin. Ji bo wan, mijarên madî ji bo jiyaneke ewle û rehet girîng e. Ji ber vê sedemê di karên herî dijwar de jî dikarin bixebitin. Ew ji jîyana luks hez nakin. Hevaltî di jiyana kevjalan de cihek mezin digire. Ew dikarin bi hêsanî cîhana xwe ya romantîk û hestyarî bi we re parve bikin. Bi taybetmendîyên xwe yên aştîyane balê dikişînin ser xwe.
Şêr (23 Tîrmeh-22 Gelawêj)
Gerstêrk: Roj
Kom : Agir (erênî)
Zayend: Nêr
Taybetmendî : Xêrxwaz
Îdeal: Serkeftin
Daxwaz: Pêşketin
Reng : Zer tarî, porteqalî
Kulîlk: Gula sor, dawidî ya zer, orkîde
Bêhn: Misk, kulîlka pirteqalî, gul
Roj: Yekşem
Hejmar: 1, 4, 9, 27
Kevir: Yaqûta zer, almasta zer, kehreb
Mirovên remla wan şêr e bi avahîyên xwe yên bi hêz têne zanîn. Dinya qonaxa wan e. Ew ji axaftinê pir hez dikin. Dikarin bi axaftinên xwe yên xweş û balkêş koma temaşevana li dora xwe çê bikin. Dixwazin alîkarîya her kesî bikin û wan biparêzin. Ew pir bi xwe bawer in û dixebitin ku di jîyanê de hîn tiştê çêtirîn û baş bi dest bixin. şêr di mijarên diravî de bi hezkirina xwe ya luksê têne zanîn. Ew hewl didin ku her tiştê baş û çêtirîn bi dest bixin û jiyanek luks bi rê ve bibin. Zêrînên giranbiha, kincên luks û ciyên xweş her tim bala şêran dikişîne. Jîyana wan a civakî pir pêşketî ye. Jîyana kêfê, jîyana şevê, partîyên bêdawî tenê ji bo mirovên reml şêr in. Ji ber ku şêr di jîyana rojane de pir çalak in, hewce ye ew bêtir bala xwe bidin ser tenduristîya xwe.
Simbil (24 Tebax-23 Îlon)
Gerstêrk: Merkur
Kom : Erd, (Neyînî)
Zayend: Mê
Taybetmendî : Disîplîn
îdeal: Serkeftin
Daxwaz: Rêzgirtin
Reng: Zerê ronî, şînê ronî
Kulîlk: Mîmoza, Lavende,Lîleq
Bêhn: Lileq, kulîlka leymûnê, derzîlok a spî
Roj: Çarşem
Hejmar: 5, 10, 45
Kevir: Yaqûtê şînê tarî
Mirovên reml simbil bi xwezaya xwe ya pratîk, berpirsîyar û jêhatî têne zanîn. Di jîyana wan de her tişt bi plan û rêkûpêk e. Xebat ji bo wan girîng e. Dixwazin li gor mantiqê xwe tevbigerin. Di nava remlan de ji berpirsiyarîyên xwe herî zêde haydar simbil e. Ji jiyana gundan zêdetîr jîyana bajaran li gor wan e. Mirovên reml simbil bi gelemperî dilsoz in. Bi tevgerên xwe yên mantiqî, bi disîplîn û bi sebir dikarin hemû zehmetîyan bi hêsanî derbas bikin. Bi saya zîrekîya wan, hestê wan jî gelek pêşketine. Her çend kedkar bin jî, armanca wan ne ew e ku pir pere qezenc bikin. Armanca sereke ya reml simbilan ew e ku di vî warî de alîkarîya mirovan bikin. Azadî ji bo reml simbilan girîng e. Reml simbil dikarin bi hêsanî bi çavên xwe li ser mirovan bandor bikin. Ew bi gelemperî xweşik û hûrgilî ne.
Mêzîn (24 Îlon-23 Cotmeh)
Gerstêrk: Venûs
Kom: Hewayî, (Erênî)
Zayend : Nêr
Taybetmendî : Rêzdar
Îdeal: Navdar
Reng: Pembe, keskê vekirî
Kulîlk: Gula pembe, dawidî
Bêhn: Gardenîa, Yasemîn, Gul
Roj: Înî
Hejmar: 1, 6, 22
Kevir: Opal, Quartz a pembeyî
Mirovê reml mêzîn, di tevahîya jîyana xwe de hewl didin ku aştîyê bibîne. Ji bo wan, wateya jîyanê parvekirin e, Lihevhatî, bedew û bi hezkirinek mezin hatine efirandin. Ger di navbera raman û hestên xwe de ahengek peyda bikin, ew dê aram bin . Ji ken û kêfê hez dikin. Ji hêla Venus, gerstêrka bedewî û evînê ve tê rêvebirin ew, mirovên reml mêzîn xwedîyê dilek aram û xweş in. Jîyana wan a civakî pir pêşketî ye.
Dûpişk (24 cotmeh-22 sermawez)
Gerstêrk: Mars, Pluto
Kom : Av (Neyînî)
Zayenda: Mê
Taybetmendî : Îstiqrar
Îdeal: Dewlemendî
Daxwaz: Jîngehek ku pê bawer bin
Qabilîyet: Di her warî de serketî ne
Reng: Sor, reş
Kulîlk: Qerenfîl, gulingivîn
Bêhn: Magnolia, misk amber
Roj: Sêşem
Hejmar: 8, 9, 28
Kevir: Topaz, garnet (granate)
Dûpîşk mirovên dilşewat û jîr in. Ew xwedî hestên kûr in. Bûyerên hestyarî bi hêsanî ji bîr nakin û heya hûrgulîyên piçûk di bîra wan de cîh digrin hemî bûyer. Mirovên reml dûpîşk, bedew û balkêş in. Têkçûnên ku di jîyana wan de pir bandorê li wan nakin. Ew ji têkçûnên xwe ders digirin û di demek zû de vedigerin ser rêya xwe. Dûpîşk ji axaftina zêde hez nakin lê guhdarwanê baş in. Ew dixwazin ku di tiştên ku tê de fêr bûye xwe xurt bike û li gorî wê li ser wan şîrove ya bike. Mirov bi hêsanî kesên dûpişk ji awirên wan nas dike. Çavên wan yên pir balkêş hene. Ew bi gelemperî bêsebir in. Îradeya wan xurt e û hêza wan a li hember êşê zêde ye.
Kevan (23 Sermawez – 21 Berfanbar)
Gerstêrk: Jupiter
Kom : Agir (erênî)
Zayend : Nêr
Îdeal: Navdarî
Daxwaz: Ger û dîtin
Taybetî : Nivîskar, di edebiyatê de xurt in
Reng : Sorê tarî, mor, şîn
Kulîlk: Lilek, violet, lale
Bêhn: Gula sor, nêrgiz, lale
Roj: Pêncşem
Hejmar: 3, 5, 25
Kevir: Topaz, feyrûz
Kesên reml kevan; enerjîk, kêfxweş û bi kelecan in. Rihê wan jî bi qasî rihê zarokekî pak e. Ew bi gelemperî hez dikin ku li ser hestên xwe tevbigerin. Kevan rastgo ne. Dilketî yê azadîyê ne. Jîyanek bi rêkûpêk ne ji bo wan e. Keşfkirina cihên nû, fêrbûna zimanên nû û naskirina çandên cûda gelekî bextewarî dide wan. Ew di jîyanê de ji girtina rîskan qet natirsin. Û bi hêsanî doz û dawe ya xwe winda nakin. Li jîyanê nerînek wan ya erênî heye. Kesên reml kevan di nava civakê de bi rûyên xwe yên tim bi ken bi hêsanî tên ferqkirin.
Nêrî (22 Kanûn – 2O Çile)
Gerstêrk: Saturn
Kom : Ax (Neyînî)
Zayend: Jin
Taybetmendî : Serhişk
Daxwaz: Hilkişîn
Zehf: Aborî û Aborî
Reng: Şîn, Kesk
Kulîlk: Qurnefîlê sor, Camellia
Bêhn: Fûnda, camellia, kulîlkên bîyanî
Roj: Şemî
Hejmar: 6, 8, 13, 36
Kevir: Aqîq, Amber
Kesên reml nêrî; pêbawer, muhafezekar û ciddî têne zanîn. Ji bo mêrên nêrî pêbawerî û durustî pir girîng e. Ew bi planên demdirêj ber bi armancên xwe ve gavên hişk diavêjin û ji bo vê yekê jî tîm bi ya xwe dikin. Pir bi sebir û baldar in. Pir girîngiyê didin karê xwe. Mirovên reml nêrî dema ku ji derve ve têne dîtin xwedîyê avahîyek pir cidî ne. Ji berpirsyarîyên xwe haydar in, di rewşeke dijwar de jî dev ji wan bernadin. Bawerî ji bo mirovên nêrî pir girîng e. Ew bi gelemperî dixwazin bi mirovên jîr û biaqil re hevaltîyê bikin. Mirovên dilgerm in û ji dost û hevalên xwe re alîkar in. Bi sekna xwe ya ji xwe bawer bala her kesî dikşînin.
Satil (21 Çile-18 Sibat)
Gerstêrk: Uranus
Kom: Hewayî (Erênî)
Zayend : Nêr
Taybetmendî : Axaftina bi bandor
Îdeal: Pêşveçûn
Daxwaz: Alîkarî
Behre: Mijarên teknolojîyê
Reng: Şînê tarî, Şînê deryayî, rengên navîn
Kulîlk: Menekşe, dawidî
Bîhnxweş: Yasemîn, violet
Roj: Yekşem
Hejmar: 4, 8, 22
Kevir: Oltî, Yeşîm
Mirovên reml satil, ji azadîya xwe pir hez dikin, ramanên wan ji dema ku dijîn wêdetir û wirdetir in. Dixwazin hemû ziman, ol û nîjad di bin şert û mercên wekhev de bi heqî bijîn. Ew ji bo tiştên ku pê bawer in her tiştî dikin. Bi çandên rengîn re mijûl dibin û li ser tiştên kevnar lêkolîn dikin. Bi gelemperî, mirovên reml satil, rewşenbîr in. Ew dixwazin di jîyana xwe de her tiştî biceribînin. Kesên reml satil, mirovên rojê ne, şev ne li gorî wan e. Pir pirsa ji mirovên li dora xwe nakin. Ne xweperest in, bi helwesta xwe ya evînî di nav civakê de bi hêsanî têne dîtin. Ji xebata tîmî kêfxweş dibin. Girîngîyê didin tenduristîya xwe û bi tiştên elektronîkî re eleqedar dibin.
Masî (19 Sibat-2O Adar)
Gerstêrk: Neptûn
Kom : Av (Neyînî)
Zayend: Mê
Taybetmendî: Alîkar
Îdeal: Rihetî
Daxwaz: Gera cîhanê
Qebîliyet: Di warên hunerî de afirîner in
Reng: Şîn, Zîvî, Gewr
Kulîlk: Yasemîn, gula spî
Bêhn: Sosin, kulîlka mirarî
Roj: Pêncşem
Hejmar: 1, 7, 23
Kevir: Amethys, mirarî
Kesên reml masî; bi dilovanî, bêhnfirehî û hestiyarîyê têne naskirin. Mirovên dilsoz, durust û xwedî wijdan in. Der û dor bi hêsanî bandor li ser wan dike. Mirovên MASÎ pir dilgêş in û kêf-hez in. Ew dikarin bi hêsanî li ser mirovan bandor bikin û ji bo daxwazên xwe wan razî bikin. Piraniya wextê xwe di vê cîhana ku di xeyalên xwe de afirandiye derbas dike. Destê wan pir vekirî ye. Ji ber ku ew hestiyar û dilovan in,dixwazin alîkariya her kesê bikin. Ji bo vê jî ew dikarin bi hêsanî pereyên xwe hemî li ser rê ya alîkarî yê xerc bikin. Ew mirovên pir hestiyar û romantîk in. Bi saya enerjî ya wan a pêşketî, eleqeyek wan a bêhempa bi mijarên mîstîk heye. Hevaltî ji bo wan pir girîng e. Gava qîmetê bidin kesekî, dikarin ji bo wî kesî her tiştî bikin.