Federasyona Komeleyên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) rêzbendiya cîhanê ya meha Sibatê eşkere kir. Di nav 10 topên lîsteyê de çi guhertin çênebû, Arjantînê cihê xwe yê herî jor parast.
Di lîsteyê de serkêşê kûpaya Asyayê Qeter, 21 pileyan bilind bû û derket pileya 37an. Her weha şampiyonê Kûpaya Afrîqayê Perava Fîlan jî 10 pileyan bilind bû û derket pileya 39an.
Di rêzbendîyê de her 10 welatên pêşîkê weha ne:
- Arjantîn: 1855.20
- Fransa: 1845.44
- Birîtanya: 1800,05
- Belçîka: 1798.46
- Brezîlya: 1784.09
- Hollanda: 1745,48
- Portekîz: 1745.06
- Spanya: 1732,64
- Îtalya: 1718,82
- Xirwatistan: 1717,57
Di rêzbendîyê de her 5 welatên paşîkê weha ne:
206. Turks û Kaîkos 819
207. Brîtanî Virgin – 808
208. US Virgin 797
209. Anguilla – 786
210. San Marîno 742
Rêbendîya Bê Kengî ye?
Rêzbendî her 2-3 mehan carekê tê eşkerekirin. Li dû vê yekê tê hizirkirin ku rêzbendîya bê ya cîhanê ya FIFAyê dê di 4ê Nîsana 2024an de were eşkere kirin.
Rêzbendîya Cîhanî ya Futbolê Çi ye?
Rêzbendiya Cîhanê ya Mêran a FIFA’yê, lîsteya FIFA’yê ya tîmên neteweyî yên mêran ên cîhanê ye ku li gorî performan û destkeftiyên wan ên 4 salên dawîn e. Ji hêla navê sponsor ve wekî Rêzeya Cîhanê ya FIFA/Coca-Cola jî tê zanîn. Lîste yekem car di Kanûna 1992an de hate ragihandin û ji hingê ve di peşkên bêjîngkirin û fînalên Kûpaya Cîhanê ya FIFA’yê de tê bikaranîn. Divê bê zanîn heman tişt ji bo tîmên jinan jî tê kirin.
Xelata Tîma Salê Çi ye?
Xelata Tîma Salê, ji wan tîman re tê dayîn ên ku di dawiya salê de di Rêzbendiya Cîhanî ya FIFAyê de yekemîn bi dawî bikin. Arjantîn tîmeya dawî ye ku dibe yekem. Tîma Brezîlyayê rekorên herî serketî yên li pey hev (7 caran, di navbera 1994 û 2000 de) û herî zêde bi giştî (13 caran) digire.