Nivîskarê Kurd Firat Cewerî ji Akademîya Swêdê xelat stend ji ber ked û xebatên xwe yên danasîna çanda Swêdê ku eve 40-45 sal in li wê derê dijî. Her weha li gel wî li derveyî welêt rewşenbîrê bi navê Massimo Ciaravolo jî heman xelat girt ku vê xelatê jî danasîna welêt e li derveyî Swêdê.
Vê Xelatê Didin Kê?
Ev xelat ji wan kesan tê dayîn ew kesên di biwarê edebîyat û çanda Swêdê de kar dikin û li derveyî welêt çand û edebîyata Swêdê didin naskirin û berê xwîneran li Swêdê zindî dihêlin.
Çima ev Xelat Dane Firat Cewerî?
Firat Cewerî nivîskar û wergêrê kurd e. Ev 40-45 sal in li Swêdê dijît. Wî emre xwe daye kar û xebatên edebî û çandî. Taybet ji bo danasîna Swêdê bûye nimûneyek di nav kurdan de. 20 berhemên Swêdî wergêrane bo kurdî. Ev yek jî bi serê xwe têra xelatgirtinê dike..
Akademîya Swêdê Der Heqê Firat Cewerî de Çi got?
“Firat Cewerî berhemên ji keda nivîskarên Swêdî wekî Hjalmar Soderberg, Edith Sodergran, Karine Boye, Par Lagerkvist, Gunnar Ekelof Tomas Tranströmer, Astrid Lindgren û Gunilla Bergstrom wergerandine zimanê Kurdî.”
Firat Cewerî Der Barê Standina Xelatê de Çi got?
Cewerî ji Rûdawê re got, “Min bi xwe heta niha zêdeyî 20 berhemên Swêdî wergerandine Kurdî. Armanca min bi wergerandina berhemên Swêdî ew e ku ez ziman û edebiyata Kurdî bikim şirîkê ziman û edebiyata dinyayê. Xelata Akademiyê, zimanê kurdî ku serdestên Kurdan mîna zimanê nezanî û cehaletê nîşan didin dikişîne qesir û qonaxên maqûlan û digihîne dereceya herî bilind. Vê xelatê ez bêhawe kêfxweş kirim. Xelatên weha dike ku mirov li karê xwe germtir bibe, bêtir bixebite, bêtir motîve bibe.”
Firat Cewerî Kî ye?
Firat Cewerî li Dêrika Çîyayê Mazî ya girêdayî Mêrdînê bûye. Di sala 1980an de koç kirîye Swêdê. Çendîn berhemên hene hatinê wergêranê bo çendîn zimanan û çendîn wergêranên wî hene. Di sala 2018an de dîse ji ber xizmetguzarîya xwe xelata Akademîya Swêdê wergirt û di sala 2020an de jî Wezareta Rewşenbîrî ya Herêm Kurdistanê ew xelat kir bi pênûsa zêrîn. Her weha çendîn xelatên wî yên dî jî hene.
