• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home NAVEROKÊN CIVAKÎ

Formata Lîga Şampîyonan Guherî

Formata Lîga Şampîyonan Guherî
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

UEFA, xwe ji bo guhertinên giring ên formata kûpayên Ewropayê amade dike. Li gorey formata nû ya ku dê ji sala bê (2024-2025) pê de derbasdar be, hejmara tîmên Lîga Şampîyonan, Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê dê ji 32an bibe 36 û ji bo her lîgê bi tenê komek dê bê avakirin. Di vê komê de her tîmeka Lîga Şampîyonan û Lîga Ewrûpayê 8; her tîmeka Lîga Konfersansê ya Ewrûpayê jî dê 6 pêşbirkan bileyîze. 8 tîmên pêşîkê dê derbazî qonaxa tûra dawî ya 16 tîman bibin, tîmên di nav rêzbendîya 9-24ê de dê derbazî qonaxa play offê bibin û yên dîtir dê jê bikevin.

Lîga Şampîyonan

Li gor formata lîga ku hatiye çêkirin, dê lîgek bê sazkirin 36 tîman. her tîmek dê di Lîga Şampiyonan li hember 8 tîmên cuda, 4 pêşbirkan li mala xwe û 4an jî li mêvhandariyê, anku bi temamî 8 pêşbirkan bileyîze. Lê belê bi her tîmekê re wê bi tenê carekê bê leyîstin anku dema li malê maç hate lîstin ew tîm careke din naçe mêhvandarîyê naleyîze.

Li gorî tabloya pûanan tîmên ku di 8 rêzên yekem de cih bigirin dê derbasî tûra 16an a dawî bibin. 16 tîmên di navbera rêzên 9 û 24an de dê derbasî qonaxa play-offê bibin û tîmên di nav 12 rêzên dawîn de dê jê bikevin û nikarin di Lîga Ewrûpayê de dewam bikin.

Diyarkirina 4 tîmên zêde yên ku dê di Lîga Şampiyonan de tê bikoşin weha ye; ew welatê ku di rêzbendîya welatên UEFAyê di rêza 5an de cih digire, dê ji lîga wî welatî tîma di rêzbendîya pêncan de cih digire rasterast di qonaxa komê de cih bigire. Hejmara 4 tîmên ku ji pergala play-offê ya bi navê “Rêya Şampiyonan” tên, hate zêdekirin û 5 tîm. Her du kotayên din jî ji wan re ye, ew her du dewletên par di UEFAyê de herî zêde pûan kom kirîn.

Lîga Ewrûpayê

Lîga Ewrûpayê jî li gor formata lîga ku hatiye çêkirin, dê lîgek bê sazkirin 36 tîman. her tîmek dê di Lîga Ewrûpayê li hember 8 tîmên cuda, 4 pêşbirkan li mala xwe û 4an jî li mêvhandariyê, anku bi temamî 8 pêşbirkan bileyîze. Lê belê bi her tîmekê re wê bi tenê carekê bê leyîstin anku dema li malê maç hate lîstin ew tîm careke din naçe mêhvandarîyê naleyîze.

Li gorî tabloya pûanan tîmên ku di 8 rêzên yekem de cih bigirin dê derbasî tûra 16an a dawî bibin. 16 tîmên di navbera rêzên 9 û 24an de dê derbasî qonaxa play-offê bibin û tîmên di nav 12 rêzên dawîn de dê jê bikevin û nikarin di Lîga Konfersansê de dewam bikin.

Lîga Konfersansê ya Ewrûpayê

Lîga Ewrûlayê jî li gor formata lîga ku hatiye çêkirin, dê lîgek bê sazkirin 36 tîman. her tîmek dê di Lîga Ewrûpayê li hember 6 tîmên cuda, 3 pêşbirkan li mala xwe û 3an jî li mêvhandariyê, anku bi temamî 6 pêşbirkan bileyîze. Lê belê bi her tîmekê re wê bi tenê carekê bê leyîstin anku dema li malê maç hate lîstin ew tîm careke din naçe mêhvandarîyê naleyîze.

Li gorî tabloya pûanan tîmên ku di 8 rêzên yekem de cih bigirin dê derbasî tûra 16an a dawî bibin. 16 tîmên di navbera rêzên 9 û 24an de dê derbasî qonaxa play-offê bibin û tîmên di nav 12 rêzên dawîn de dê jê bikevin.

Armanca UEFAyê Dahatên Zêdetir e…

UEFA, bi van guhertinan armanca dahatên zêde dike. Rêvebirê Tûrnûvayan Giorgio Marchetti di daxuyaniya xwe da weha got: “Bendewariya me di navbera 4,6 mîlyar û 4,8 milyar Euroyî de ye, lê em ji bo senaryoyên baştir û xerabtir jî dixebitin.”

Her li dû vê yekê, di formata heyî de 3,6 milyar Euro dahat dihate bidestxistin, hat destnîşankirin ku muzakere berdewa in li ser çawaniya belavkirina xelata ku dê bi guhertina sîstemê re were belavkirin. Her weha hate lêzekirin ku çêdibe  pişkeke dahatên çaverêkirî li jêrlîgên dî yên 5 lîgên mezin bêne belavkirin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.