• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Freska 2000 Hezar Salî ya Romayê ji Nû ve Tê Çêkirin

Freska 2000 Hezar Salî ya Romayê ji Nû ve Tê Çêkirin
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Li herêma Southwarkê ya Londonê, li sala 2021ê, li qadeka avahîsazîyê dest bi kolandinan hate kirin û vedîtinek hate peydakirin ku cîhana arkeolojîyê keyfxweş kir: freskoyên Romayî yên 2000 salî. Ev fresko, hûr hûr bûbûn û dîwarên vîlayeka luks dixemilandin ku piştî damezrandina Londonê di sala 43yê ya zayînê de hatibûn çêkirin. Pisporên Muzeya Arkeolojîyê ya Londonê (MOLA), ev fresko wek “pazila herî zehmet a cîhanê” bi nav dikin û bi xebateka hûrgilî hewil didin wan dîsa pêkve bikin. Ev vedîtin çima ew qas giring e û çawa tê pêkvekirin?

Çîroka Vedîtinê: Vîlayeka Romayî li Southwarkê

Kolandinên li Southwarkê, li başûrê Çemê Thamesê, li yek ji herêmên herî bi prestîj ên Romaya Londonê hatin kirin. Freskoyên hatin dîtin, dîwarên vîlayeka ku tê texmînkirin a malbateka dewlemend xemilandibûn an jî ya otêleka luks a ji bo rêwîyên dewlemend ên ji Romayê bû. Li ser freskoyan, motifên nazik ên çûkan, kulîlkan, fêkîyan û amûrên muzîkê hene. Her weha, li ser hin perçeyan grafîtîyên kevnar û nivîsa Latînî “Fecit” (ev çêkir) hatin dîtin, lê mixabin navê hunermend hêj winda ye.

Tîma MOLA’yê ya bi serokatîya arkeolog Han Li, dîyar kir ku ev fresko bi kêmanî dîwarên 20 dîwarên cuda xemilandibûn. Di heman qada kolandinê de mozayîk û goristana Romayî jî hatin dîtin, ku ev yek nîşan dide Southwark yek ji taxên “elît” ên Romaya Londonê bû. Han Li, vê vîlayê wek “Beverly Hills’a Romaya Londonê” bi nav dike.

Pazileka Zehmet: Pêvajoya Yekkirinê

Yekkirina freskoyan, pêvajoyeka sebir û pisporîyê ye. Bi hezaran perçe sîvayên nazik, bi baldarî tên lêkolînkirin û tê dîyarkirin ka ên kîjan dîwarî ne. Panelên zer ên li ser hin perçeyan, ku li Brîtanyayê kêm in, tê texmînkirin ku ji freskoyên Romayî yên li Almanyayê an Fransayê îlham wergirtine. Her weha, grafîtîyên bi alfabeya Yewnanî nîşan didin ku ev fresko dibe ku ji bo lîsteyeka kontrolê an tabloya jimartinê hatibin bikaranîn.

Tîma MOLA’yê bi mîkroskop û teknîkên ronahîyê yên taybet her perçeyekê lêkolîn dike. Tevgera herî biçûk dikare bibe sedema qelişîna boyaxan an zirara perçeyan. Han Li dibêje, “Ev pazila herî tevlihev a arkeolojîk e ku heta niha me dîtî.”

Ev Vedîtin Dîrokê ji Nû ve Dinivîse

Ev fresko ne bi tenê xwedî nirxekê estetîk e; di heman demê de dewlemendî û cihêrengîya çandî ya Romaya Londonê nîşan didin. Arkeolog dibêjin ku berawirdkirina van freskoyan bi mînakên li Brîtanya û Ewropayê, tora huner û bazirganîyê ya Împaratorîya Romayî ronî dike. Nivîsa “Fecit” tê texmînkirin ku hunermendên van freskoyan wênesazên gerok ên ji herêmên cuda yên Romayê ne.

Pîlanên Pêşerojê: Pêşangeh û Lêkolîn

MOLA plan dike ku beşek ji freskoyan pêkve bike û nîşa gel bide. Ev eser dê li Muzeya Arkeolojîyê ya Londonê bên pêşandan û dê dîroka bi heybet a Romaya Londonê ronî bikin. Her weha, analîzên freskoyan dikarin agahîyên nû li ser dîroka Romayî ya Îngilîstanê bidin.

Li navenda Londonê, di nav avahîyên modern de, ev freskoyên 2,000 salî nîşan didin ka dîrok bi destên bi sebir çawa ji nû ve zindî dibe. Bi xebata hûrgilî ya arkeologan, çîroka vîlayên luks û hunermendên Romaya Londonê, piştî bi hezaran salan, dîsa tê vegotin.

nuhev

nuhev

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.