Nivîs carinan xemxwaz e, mirov ji ber jîyana xwe ya tevizî dinivîse, ji bo ku behsa kul û derdên xwe bike dinivîse, ji ber ku hêsîrtîya wî heye dinivîse. Xem û derdê merivan tune be, mirov dê ji ber çi binivîse? Ew tiştên tu di nava jîyana xwe da dibînî te pir aciz dikin û tu zimanekî tûj guhekî zûtirî deng dibihîzî ji xwe ra çê dikî. Gava mirov guh bide Eduardo Galeano, mirov ji xwe ra guhekî nû, zimanekî nû, çavên nû hildijibêre û mirov jîyana xwe ya tel û tûj ra vediciniqe. Veciniqandina me, gav bi gav ji me re ye ji ber ku wê gavê em xwe davêjine li ser axê, her tim li ser merzelê bê xwedî ne. Her gaveke me ‘‘Bismillah’’ dixwaze.
Galeano behsê dike ku ‘‘Gelek nivîskar, li ser bindestan dinivîsînin lê belê çend bindest zanin bixwînin û çend kes perê wan heye ku ji xwe ra pirtûkan bistînin?’’ Mirovên kapîtalîst her tişt kirine pere û îro feqîrtîya gelek bindestan, serdestan têr dike. Ji nav sîstemeke ker û lal gelo em dê çandeke çawa derxînîn holê? Ji ber ku edebîyat û gotin jîyaneke nû ava dike, ew tişta ku felsefe û dîrokê kêm hîştiye edebîyat tijî dike. Dil li vira ditevize, lewra ew mirovên li ser bindestîye dinivîsin gelo dê dengê xwe heya kengî bigehijînin guhê jêkirî û zimanên meqeskirî? Ev jîyana ku em di nav de dileyizin gelek qirêj e û rastîya civaka desthilatdar nahêle tu xwe bilipitînî. Ew rewşenbîr û nivîskarên êşa mirovan, rastîya mirinê zane jî gelek kêm in.
Em çend xwe zana ne û em ser ve yekê mijûl dibin û nivîsên xwe didomînin? Gelo em digehêjine kê û çend kes me dibihîze? An jî em civaka xwe çi qas baş nas dikin û bi vê naskirinê re berhemên çawa derdixin?
‘‘Bawerîya xwe bi çepika neynin! Ew kesên me bêzirar dibînin car caran me pîroz jî dikin.’’ Galeano li vira behsa Nobelê dike. Belê raste ku gelek nivîskar û rewşenbîr Nobelê distînin. Tişta rast bi Nobêl nayê histandin, tê dayîn. Tê dayîn ku ew kesê rêya xwe bijartîye ji ber alîkarîya desthilatdaran tiştên xweşik bi kar dînin. Lê hin caran jî nivîskar mîna Promethus heqê Nobelê mîna agir destê xwe da digire. Mirov ji bo nasnameya xwe bibihîze dinivîse ku mirov bigehêje rastîya civakê. Ew tişta nivîskarê li ser asîmana digire rastîya civakê ye.
Roja îroyîn, ‘‘Ji bo xelkan sîstem çanda girseyê çêkiriye.’’ Galeano behsê dike ku ‘‘Li Amerîkaya Latînî, ew kêsên nîmetê dinyayê dixwin kêm in ji ber wê yekê gelek xelk xewn û xeyala ra mijûl dibe. Ji feqîran re dêwlemendtî, ji mirovên mazlûman re xeyalên azadîyê tê firotin…’’ Bi rastî jî ji gelek mirovên bindest re ev tişt mîna qederê didin nîşandin. Didin nîşandin ku ew mîrovên bindest bila xwe ji xeyalê azadîyê bifilitînin. Serdest, ji bo bindestan ji bo mijûlbûna xwe zêde bike têlefon û têlevizyon didê. Ji bo ku bila ser malpera cil û bergên xweşik bibîne û ji xwe ra bistîne. Belê, azadîya mirovên bindest ji bo kapîtalîstên mezîn gerek ev be. Ev tişta ku mirov pê dixape êdî dibe rastîya wî. Hişê mirov her dem li ser vî tiştî mijûl dibe, ev ji bo mirov dibe jîyan, jîyaneke azad. Heya ji ruhê mirovan her tişt tê histandin. Li alîyekî lingên tezî, li alîyekî ruhên tezî dimine. Galeano dibê ku tam di rewşeke wiha de divê nivîskar di nav evqas qirêjîyê de rexneyên xwe zêde bike. Herwiha edebîyat li ser rexneyê xwe digire. Edebîyat bala xelkê dikişîne ser jîyana mirovan. Di nava helemela rojê de gelek tiştên girîng nayên dîtin. Edebîyat rastîya jîyanê nîşanê xelkê dike. Ji ber vê yekê xwendin gelek girîng e. Li vira Galeano pirs dike, ‘‘Gelo edebîyat dikare bala xelkê bikişîne ser xwenasînê?’’ Bersiva wî wiha ye: ‘‘Nivîskar ku dîroka xwe nas bike, xelkê xwe baş nas bike û pêva girêdayîb e û ji ber vê jî bala xwe bide ser çanda girseyî jî, dê wê çaxê doza xwe jî bizanî be. ‘‘Em zanin ku ew kesên ev tişt dîtiye xwe nav xelkê daye nasînê jî .
George Orwell, wexta pirtûka 1984an nivîsî, haja dema xwe bû, zanibû ku mirovên otomat êdî ji bêr zulmên îqtidaran stûyê xwe xwar dikin. Ew bindestî, mirovan bêruh dihêle, car caran bi dest komunîzma totalîter car caran jî bi dest faşîzma totalîter dibe ku çê be, Orwell ev tişt dît. Franz Kafka dît kû zulma totalîterên serdest civakê hemû dîbîne, heya tilîya, neynika mirova dide xebatê û armanceke qenc nade mirovan.
Galeano, li vira dibêje: ‘‘Berhem, li ser nivîskarê hişbirîndar ava dibe û tê nasîn.’’ Mirov dikare bêje nivîskarên xwezan, ne poz bilind e ne jî mirov dikare bêje pozê sola te xwar e. Her dem ew xwe zane, çiqas xwe bizanibe xelk jî wî dizane. Wekî Galeano dibêje ‘‘Em ne Xweda ne, ne jî kurmik in’’. Çanda xelkê çiqas me têr bike em dê ewqas xurt û geş bibin. Lewra, nivîskar gava guhê xwe bide dîrok û çandê gelek berhemên baş derkevine holê. Gotin û edebîyat ji ber ve yekê gelek girîng e. Carlos Fuentes dibêje ku, ew tişta dîrokê ji bîr kiriye, edebîyat rast dide. Em van tiştên girîng di gelek berheman de dibînin. Wexta em bi devê Fuentes bibêjin, ‘‘Heya ku em gotina xwe ya dawîyê nebêjin wê çaxê dîrok çawa dikare biqede?’’
Çavkanî:
Fuentes, Carlos & Llosa, Mario V. Edebiyata Övgü, İstanbul, Notos Kitap Yayınevi, 2014.
Galeano, Eduardo, Söz Mezbahası, Belge Yayınları, 1996.