• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home TENDURISTÎ

Gelo Diranên Şîrî Girîng in yan Na?

Gelo Diranên Şîrî Girîng in yan Na?
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Gelek dê û bav bawer in lênihêrîna diranên şîrî girîng nîn e, ji ber ku eger ev diran xirab û rizî bibin, piştî çend salan dê diranên mayînde û daîmî şûna wan derkevin, lê rastî tiştekî din e. Diranên şîrî ji ber sedemên cur bi cûr pir girîng in û lênihêrîna wan jî pir hewce ye. Werin em bi hevra sedemên girîngbûna diranên şîrî hîn bibin:

-Derketina rast a diranên daîmî

Dema ku diranên şîrî di dev de hene, di bin wan de bişkojên diranên mayîn de jî hene.Di ranên şîr ên salim cîhê pêwîst ji bo diranên mayînde yên binê xwe diparêzin da ku ew diranên mayînde di wextê xwe de û di cihê xwe de derkevin.

Ger diranekî şîrî berîya dema xwe ya guncav were kişandin, diranên pêş û paş wî ber bi cihê ku vala bûye diçin û cihê wî dagîr dikin. Di encamê de dema ku diranê mayînde yê jêrîn dixwaze derkeve, ji bernebûna cîhê guncav, ji cihek din derdikeve an veşartî dimîne û nikare derkeve, di dawîyê de jî tevlihevî û nerêkûpêkbûna diranên mayînde ji bo zûkişandina diranên şîrî çê dibe.

-Xwarin

Zarokên ku ji ber êş û rizîbûn an kişandina diranên şîrî nikarin bi rêkûpêk bixwin, bi pirsgirêkên leşî, nexweşîyên mezinbûnê û carinan jî bedxorakî rû bi rû dibin. Diranên şîrî yên salim dibin sedema ku zarok di yek ji qonaxên herî girîng ên mezinbûnê de xwedî xwarineke guncav bin.

-Bedewbûn

Yek ji sedemên din ên girîngiya diranên şîrî, rola wan di bedewîya zarokan de ye. Rizîbûna diran bandoreke xirab li ser bedewîya zarokan dike û piştî wê zarok ji rûyê xwe şerm dike û bawerîya xwe bi xwe winda dike.

–Axaftin

Dema ku diranên şîrî tên kişandin, bi taybetî diranên pêşîyê, zarok nikarin baş biaxivin û di axaftinê de dê pirsgirêkên wan çêbibe.

–Parastina diranên daîmî

Ger rizîbûna diranên şîrî neyê dermankirin, mîkrob ji diranên şîrî ber bi diranên mayînde ên jêrîn diçe û dikare zirarê bide diranên mayînde.

-Ji ber van sedeman, rizîbûna diranên şîrî divê zû were dermankirin û diranên şîrî berîya dema diyarkirîne bên kişandin.

-Lênêrîna dev û diranê zarokan ?awa ye?

Gerek dê û bav berîya ku diranê şîrî yê yekem ê zarok derkeve û ji dema ji dayikbûnê da dev û diranê zarokan paqij bikin. Feydeya paqijîya dev berîya derketina diranan ew e ku dev ji bo derketina diranan paqij dibe û di heman demê de paqijî alîkarîya derketina diranan jî dike.

-Piştî şîr vexwarina pitikê, divê hindirê dev û ser pidîyê wî bi gazeke paqij û şil pak bikin da ku şîr di hundirê dev de nemîne.

-Bi tu awayî di xewê da şîr medin pitikê xwe.

-Li dora 6-8 mehîyê ku diranên şîr ên yekem derdikevin, divê hûn bi firçeya diran a nerm ku ji bo devê zarokan guncav be, bi tevgerek kurt nermik û dorpêçkî diranên wan firçe bikin.

-Hûn dikarin heta 3 salîyê de firçeya tilîyê jî bi kar bînin. Zarok firçeya tiliyê baştir dipejirînin.

-Ji bo zarokên 2-3 salÎyê, bi qasî hebeke birinc hevîrê diranan ê bi fluoride bi kar bînin.

-Ji bo zarokên 3-6 salÎyê, bi qasî nokekê hevîrê diranan ê bi fluoride bi kar bînin.

-Heta ku diran negihîştine hev û di navbera wan cihê vala hebe bikaranîna bendikê diranan ne hewce ye lê gava ku gihîştin hevdu gerek bendikê diranan bi kar bînin.

-Gerek her car piştî xwarinê diranên zarokan firçe bikin. Ger wisa nebe gerek rojê 2 caran di sibê û şevberîya razanê diranên wan firçebikin û piştî her car xwarinê, devê wan bi avê bişon.

-Heta 9 salîyê dê û bav gerek bi awayekê çalak, çavdêrîya firçekirina zarokan bikin.

-Gerek serdana yekem a pizîşkê diranan piştî derketina diranê şîrî ê yekem bibe û ji 12 mehîyê da derengtir nebe.

Dr. Nazenîn Çûpanî

Dr. Nazenîn Çûpanî

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.