Ji mîzê bigire heta baca çiçikan bac ji gel dihat standin. Dema ku em van dibihîzin, em dibêjin “wey bila kes nebihîze!” Werhasilî kelam, niha em ê bi we re rêwîtîyekê biçin nav dîroka bacê…
Bac, yek ji avahîyên herî giring ên aborî û civakî ye. Dewlet, bacê ji bo lêçûnên gel bê berdêl û bi darê zorê ji welatîyan distîne. Wekî din, di dîroka nêzîk de derneketîye holê. Pergaleka bacê hema bêje hindî mirovahî heye ew jî hatîye bikaranîn. Tevî ku îro em bacê bi pereyan bidin jî, berê bi awayên curbicur dihat dayîn. Di vê nivîsê de, em ê pêşveçûna dîrokî ya bacê, pêkanînên wê yên di şaristanîyên cihêreng de û koka pergalên bacê yên modern lêkolîn bikin
Gelek cureyên bacan hene ku bi sedsalan ji gel hatine komkirin û gelek şiklên xwe girtine. Ev bacên ku niha em pê mecbûr mane, rastî mafê dewletê yê qanûnî ye ku kom bike. Bê guman, pêkanînên yekem ên bacê ne di warê diravî de bûn. Wekî din, pêvajoyeka pêkanînê heye ku ji diravan jî kevntir e. Ji ber vê yekê, li şûna pereyan prensîbeka hêza xebata bêtir hate destnîşankirin. Baca ku em dizanin bi taybetî ji dema Sumeran ve heye, di civakên wekî Yewnanîya Kevn, Roma, Misir, Çîn û Hindistanê de jî xuya dike.
Bacên Yekem: Çandinî û Pergala Civakî
Têgeha bacê dema ku mirov derbasî jîyana dêmanîyê bûn çêbû. Di civakên çandinîyê yên destpêkê de, serokên civakê an rêveberan bac ji mirovan di forma hilber, ked, an heywanan de distandin da ku karûbarên binesazîyê peyda bikin, ewlehîyê peyda bikin û perestgehan ava bikin. Di vê serdemê de bac bi giştî bi têgihîştina “spas” an jî “parvekirinê” dihatin berhevkirin. Mesela, li Misira Kevn, xelkê hinek berhemên xwe yên çandinîyê pêşkêşî xezîneya Fîr‘ewn dikirin.
Pergalên Bacê di Serdemên Antîk de
Li Yewnanîstan û Romaya kevnar, bac çavkanîya sereke ya fînansê ya dewletê bû. Li bajar-dewletên Yewnanîstanê, bac bi giştî ji bo lêçûnên leşkerî û xizmetên giştî dihatin standin. Di Împaratorîya Romayê de, pergalên bacê tevlihevtir bûn. Mînak, bi bacên rasterast bi navê “ributum” û bacên nerasterast ji bazirganîyê toreyeka dahata berfireh hatibû afirandin. Di vê serdemê de, bac ji bo berfirehkirina împaratorîyê û fînansekirina artêşê krîtîk bûn.
Li Misrê Kevnar, Bac ji Alîyê Fîr‘ewnan ve Dihat Sepandin.
Li ser berhemên çandinîyê, sewalan an jî kedê bac dihatin standin, mîna Sumerîyan. Welatîyên ku beşdarî serjimêrîya dewaran a salane dibûn, heçku wan bacên xwe dayîn dihatin qebûlkirin. Li Yewnanistana Kevnar, bac ji bo peydakirina hewcedarîyên darayî yên bajar-dewletan çêbûbû. Bac di civaka YewnanîstanÊ de ji ya îro kêmtir bû. Ji welatîyan li gorî dahata wan bac ji wan dihate stendin.
Li Romaya Kevn…
Li Romayê bac berfirehtir û sîstematîktir bûn. Roma li gorî civakên din di warê bacê de xwedîyê avahîyeka pir pêşkeftî bû. Bac li ser gelek mijaran wekî baca axê, baca leşkerîyê, baca gumrikê hatibû dabeşkirin. Bi taybetî jî bac ji çîna dewlemendan dihat standin.
Li Hindistanê, bac ji bo piştgirîkirina refaha civakî û peydakirina hewcedarîyên parastinê yên dewletê bû. Berpirsîyarîya bacê bi piranî ket ser cotkar û bazirganan. Cotkar ji dahata xwe beşeka dîyar wek bac didan dewletê. Ev bac wekî amûrekê ji bo dabînkirina dabeşkirina adil a dewlemendîyê û pêşxistina refaha civakê dihate dîtin.
Serdema Navîn: Fermana Bacê ya Feodal
Di civakên ku di Serdema Navîn de sîstema feodal serdest, bac bi piranî ji alîyê lordan ve dihatin standin. Di vê serdemê de bac bi giştî bi mal, xizmet an jî pereyên ku gundîyan di berdêla mafê cotkirina axê de didan axayan bû. Dêrê jî sîstema xwe ya bacê hebû û baceka bi navê “dehkî” ji xelkê distand.
Şoreşa Pîşesazî û Pergalên Bacê yên Modern
Şoreşa Pîşesazî rê li ber modernkirina sîstemên bacê vekir. Navenda aborîyê êdî ne çandinî, pîşesazî û bazirganî bû. Ev guherîn bû sedema derketina cûreyên bacê yên li ser bingeha dahatên kesane, wekî baca dahatê. Mînak, baca dahatê yekem car li Îngilîstanê di 1799an de ji bo fînansekirina Şerên Napolyon hate sepandin. Dûv re, gelek welatan dest bi pejirandina amûrên bacê yên modern ên wekî baca dahatê û bacên nerasterast kirin.
Baca Îro: Globalîzasyon û Aborîya Dîjîtal
Îro, pergalên bacê ji ber bandora aborîya gerdûnî û dîjîtalbûnê tevlihevtir bûye. Qadên aborî yên nû yên wekî çalakîyên pargîdanîyên navneteweyî, bazirganîya onlayn û pereyên krîpto dewletan neçar dikin ku li van deveran qanûnên bacê çêbikin. Wekî din, pêkanînên modern ên wekî bacên hawirdorê, berpirsîyarîya civakî û pirsgirêkên domdarîyê anîne navenda polîtîkayên bacê.
Bac, ji bo Fînansekirina Dewletê ye
Sûmerîyan koka vê pergala bacê danîye ku ev şaristanîyeta Mezopotamyayê em bi gelek destpêk û yekemîyan nas dikin. Li gel ku hê pere nebû, ev bac bi pergaleka ku tê de berhevkirina hêza kar an jî eşyayan tê de ji dewletê re dihat dayîn. Ji vê sîstemê re “sîstema bala” dihat gotin.
Di rastîya xwe de, ev sîstem ji bo peydakirina çavkanîyên darayî ji bo avakirina co û karên giştî hate destpêkirin; Li bendê bû ku her kes di nava vê pergalê de cih bigire. Alîkarîyên ku kesên bi hêza fizîkî didin dewletê jî bi nivîskî hatin qeydkirin.
Di encamê de, bac hêmanek e ku di dîrokê de rêberîya pêşveçûna civakan û xebata dewletan kirîye. Bacên ku di demên kevn de ji bo hewcedarîyên bingehîn dihatin berhevkirin îro xwedîyê avahîyeka tevlihevtir û cihêrengtir in. Lêbelê, armanca sereke neguherî: fînansekirina karûbarên civakî û dabeşkirina adil a çavkanîyan. Dema em li dîroka bacê dinêrin, em dibînin ku ne bi tenê aborîyek e, di heman demê de amûreka civakî û sîyasî ye jî. Ev rêwîtîya dîrokî di heman demê de li ser ka dê di pêşerojê de bac çawa bin jî nîşan dide.
Her wekî tê dîtin, bac ji demên herî pêşîn ve di jîyana me de ne. Wekî din, ev ne bi tenê bi dahata darayî tê dayîn. Mirov mecbûr bûn ku vê bacê bi hêza xwe ya fizîkî, hilberên ku hebûn, an bi tenê dilsozîya xwe bidin. Êdî ne mimkun e em van bacan bi rêbazên berê bidin ku îro li ser pişta me bûye bargiranîyeka mecbûrî.