Pîvanên berhemên di asta edebîyata cîhanê de çi ne? Bi rastî ez nizanim, di peywenda vê pirsê de teorî hatine nivîsîn an na? Nivîskar an jî ramangerekê têgeha “asta edebîyata cîhanê” bi teorî û prensîb dîyar kirîye yan na; nizanim. Lê “asta edebîyata cîhanê” têgehek e û gelek tê bikaranîn.
Asta Edebîyata Kurdî (qesta min a Bakur e) çi ye? Ez qet rastî nivîsekê nehatim ku nivîskarekê kurd rasterast li ser vê pirsê kûr bûbe. Lê di sohbet û nîqaşên rojane yên nivîskar û edebîyathezên kurd de “asta Edebîyata Kurdî” dibe mijar û bi edebîyata cîhanê ra tê muqaseyekirin.
Asta Edebîyata Kurdî çi ye? Di navbera asta Edebîyata Kurdî û ya cîhanê de çi ferq heye? Li gorî asta edebîyata cîhanê, ya kurdî di kîjan astê de ye? Çend romannûsên me hene ku em bikarin bêjin di asta edebîyata cîhanê de ne?
Heta ku min berhemên Ciwanmerd Kulek nexwendin, min ev pirsên hanê bi zanayî qet ji xwe nepirsîn…
Heta dawîya sala par, min bi tenê kitêba çîrokan a Ciwanmerd Kulek Çar Mîx xwendibû. Ji xeynî wê berhemê min berê xwe nedabû berhemên wî; bi taybetî jî romanên Ciwanmerd. Ji ber çi? Bi min sedem jî ew e ku bûyê wek doksa; ez gelek caran tûşî vê hevokê hatim: “Zimanê Ciwanmerd Kulek nayê fehmkirin.”
Axir, di payîza 2024an de, min ev doksa xwe şikand, berê xwe da romana wî ya Zarokên Li Ber Çêm (2012). Piştî xwendina wê romanê, di hesabê xwe yê instagramê de, min fikra xwe ya li ser anî ziman: “Romana Zarokên Li Ber Çêm, dikare xwe li her derê dinyayê bide xwendinê.”
Demildest di min arezûyeka har a xwendina berhmên wî yên din; bi taybetî jî romanên wî, çêbû. Min hewil da ku gavek berî gavekê wan berheman bixwînim. Wexta ku ez bi Înan ra der heqê Zarokên Li Ber Çêm de axivîm, got “romana wî ya nû di Sibata 2025an de wê derkeve.”
Çend mehan bi heyceneka mezin, bê sebr û sebat li benda romana wî ya nû mam… Axirî du hefteyan berî niha, Weşanên Pallê romana wî ya nû Zemanekî Li Sê Welatan çap kir.
Ji bo ku zû xelas nebe, her roj min xwe bi xwendina pêncî rûpelan sînordar kir. Bi vê qaîdeyê çend rojan berîya niha, min Zemanekî Li Sê Welatan qedand.
Çawa ku Zarokên Li Ber Çêm, di “asta edebîyata cîhanê” de bû bi ya min, Zemanekî Li Sê Welatan jî di heman astê de ye. Li gorî pêşbînîya min, romanên wî yên ku hêj min nexwendine jî ji wê astê lawaztir nînin. Di vê nivîsê de ez ê wan her du romanan nedim ber hev. Bi ya min Zemanekî Li Sê Welatan, ji gelek alîyan ve ji Zarokên Li Ber Çêm xurttir e. Ango Ciwanmerd Kulek, xwe tekrar nekirîye. Yan jî behtir kemilîye û xwe pêş ve birîye.
Ji ber çi ez dibêjim romanên Ciwanmerd Kulek di asta edebîyata cîhanê de ne? Pîvanên min çi ne?
Li gorî min çend pîvanên “di asta edebîyata cîhanê de” bûnê ev in:
Pîvana bingehîn: Lazim e xwe bide xwendinê. Heger berhemek bikare xwe li her dera cîhanê bide xwendin, ew berhem di “asta edebîyata cîhanê de” ye.
Dido: Zewqa estetîka berz. Kîjan ziman dibe bila be, dema ku berhemek li wî zimanî bê wergerandin, heger ji auraya xwe, ji atmasfora xwe tiştekî kêm neke, qelstir nebe; wê çaxê dikare zewqa estetîka berz bide xwîneran.
Sisê: Xwedîtin. Li her dera cîhanê hewce ye xwîner karibin xwe di berhemê de bibînîn.
Çar: Xwemuqayesekirin. Dema ku xwîner metneke edebî dixwîne, di binhişê xwe de xwe bi wê berhemê va dide berhev. Divê metnek bikare zemîna xwemuqayesekirinê bide.
Pênc: Muhasebeya şexsî, xwefehmkirin û çareserî. Lazim e berhemek karibe zemîna xwefehmkirin, analîz û çarerserîyê bide xwînerên xwe. Mînak: Qehremanê romanê problemên xwe çawa çareser kirine, ez jî bi wî hawî problemên xwe çareser bikim.
Şeş: Pêşketin. Divê xwîner bikare bi wê romanê xwe pêş bixe, xwe pêş ve bibe, bigihîne asteka berztir, xwe xurttir bike, ji xwe re perspektîfeka nû çebike û aqilekê ji romanê hilîne.
Li gor min, ji bo ku Zemanekî Li Sê Welatan van pîvanan bi zêdeyî di xwe de dihewîne, di asta edebîyata cîhanê de ye.
Niha em berê xwe bidin naveroka Zemanekî Li Sê Welatan, ji çend alîyan ve di “asta edebîyata cîhanê” de bûna wê nîşan bidin.
Yek: Ciwanmerd Kulek mijareke ji rêzê, kirîye edebî. Hem jî mijareka mehelî kirîye gerdûnî. Mijara romana Zemanekî Li Sê Welatan gelek hêsan û jirêzê ye. Mijar, xwîndarî ye. Li welatê me bi sedan mînakên vê mijarê hene. Li gundekî, Şakiro û Qado, du pismam in. Ew, xwîndarê bavê Şakiro dikujin. Ji bo ku nêyên girtin, bêyî sekn û rawestan her tim direvin.
Du: Vê mijara ku ez bi çend hevokan xulase dikim, Ciwanmerd Kulek, di 386 rûpelan de dibêje. Ew bi zimanekê dewlemend û estetîk, bi teknîka herikîna binhiş mijarê rave dike. Nivîsakar bi awayekî hûr û kûr dikeve nav aqil, hiş, ruh, xewn, xewnerojk û kesayetîya karekterên xwe. Mînak; di para sêyem de mirovekê ker û lal bi xwîneran dide nasîn. Rastî û xeyal, fantezî û arezû dikevin nav hev. Ew qas ku gelek zor dibe xwîner rastî û xeyalê ji hev veçirîne. Her wiha mekan, zeman, peywendîyên sîyasî yên ji der ve û hûndir ra, têkilîyên civakî û di ber re jî sê welatan teswîr dike.
Sisê: Cîhana vê romanê, cîhaneke fîksîyonel e. Afirandina vê cîhana fîksîyonel, ne karê her nivîskarî ye. Bi ya min afirandin ji xwe ev tişt e. Ez di wê cîhana fîksîyonel de mest bûm. Lewre nivîskar merivan dike heyranê wir.
Meriv dikare bêje di vê romanê de Ciwanmerd Kulek xwestîye ku hesabeka tarîxî safî bike, tarîxê serobin bike û ji nû ve binivîse. Jixwe di romanê de dîrokeka nû dinivîse û pêşkêşî xwîneran dike.
Dîrok fîksîyon e, zeman fîksîyon e, mekan fîksîyon e, rastî fîksîyon e, konjonktûr fîksîyon e…
Di romanê de zemanê rastîn çi ye? A rast zeman pir şêlû ye. Bona hinek bûyeran em dikarin bêjin berî Şerê Cîhanê yê Yekem an jî Duyem e. Yan jî meriv dişê bêje ku behsa sedsala nozdehemîn dike. Jixwe zemanê rastîn ne ew qasî giring e. Her weha Ciwanmerd Kulek me ji hepisbûna zemanê rastî azad dike, zemanekê nû diafirîne û em di wî zemanî de dijîn. Di wî zemanî de “Kurdistan azad e, çil salîya dewleta Kurdistanê tê pîrozkirin.”
Ciwanmerd Kulek ne bi tenê epîstemolojîyan, rastîyan serobino dike; di heman deme de epîstemolojîyeka nû diafirîne.
Di romanê de Kurdistan ne çar perçe ye; wek Jorîn, Navîn û Jêrîn bûye sê welat. Sê Welat jî ketine nav hev. Bi hûrgilîyên sereke ew her sê welat ji hev nehatine cudakirin. Bi hûrgilîyên biçûk, em dikarin tê derxin û fehm bikin ku behsa kîjan welatî dike. Mînak; di romanê de ji sînorên Hayîstanê em fehm dikin ku behsa Welatê Jorîn dibe. Gava ku germahî dest pê dike, em dizanin ku dor hatîye Welatê Navîn.
Bi vê romanê Ciwanmerd Kulek, aqilekî nû yê kurdî pêşkêşî me dike. Dema ku min ev roman dixwend, min qet nikaribû bi tirkî bifikirim. Çi ji hêla zimên ve, çi jî ji hêla fikirînê ve; tê de qet aqilê tirkî tune, Ciwanmerd Kulek dinyayeka xwerû kurdî afirandîye.
Karekterîstîkîya tipolojî û têkîlîyên civakî, fikirîn, miemeleyên ferdan, ezber û klîşeyên jîyana reel di romanê de dubare nabin. Lewre nivîskar vê jîyana reel tarûmar dike. Em di romanê de kurdên nû dibînîn ku li gorî ezberên me tev nagerin.
Xisûsîyeta wê ya herî mezin ev e ku, Zemanekî Li Sê Welatan romanek e lê di nav wê de bi sedan romanên din hene. Çawa? Di romanê de gelek hevok, qisim hene ku hêmayên fîlm an jî romanên nû didin xwînerî. Dema min ev hêma zeft dikirin, ez disekinîm; min mêjî û ruhê xwe bi mestbûna wan hêmayan va berdida.
Zemanekî Li Sê Welatan ji hêla estetîkê ve gelekî berz û bêqisûr e. Nola hemû berhemên estetîk, ev kiteb jî ewilî zewqê dide merivî, bi zewqê ra meriv şa û bextewar dike, bi şakirinê ra di ruh û bedena merivî de katarsîs û sivikbûnê pêk tîne. Di romanê de min ev pêvajo bi tevahî dît.
Ez qet ji romanê aciz nebûm, min dev ji xwendinê berneda, Zemanekî Li Sê Welatan bi kêfeke mezin xwe li min da xwendinê. Wextekê min Gulên Şoran xwend; bandoreka wilo li min kir ku piştî xwendina wê ez rabûm çûm Rojhelat. Gelek kes piştî xwendina Berfa Orhan Pamuk çûne Qersê, gerîyane. Piştî vê romanê bi min ra ev arezû çêbû: Dixwazim rê û dirbên ku Şakiro û Qado tê ra derbas bûne, gund û mekanên ku ew çûne giştikan bibînîm. Her roman nikare wê arezûyê di xwînêrên xwe de çêke.
Di romanê de rev û tolhildan du temayên sereke ne. Yeke din jî heye ku romanê bihêztir û bêhtir cîhanî dike: Di nav çerxekê de asêmayîn. Asêmayîna ferdan… Meriv dibêje qey karakterên romanê wekî ku di çerxekê de asê mane. Çi dikin çi nakin nikarin jê derbikevin. Mîna ku Şakiro û Qado her tim digerin û tên eynî cihî. Her weha Serhildana Mîrê Kurdan heta cihekî tê û asê dimîne.
Gava mirov di çerxekê de asê ma, çi qasî bireve jî her tim tê heman derê. Belkî ev çerx, qedera mirovî be, belkî zeman be, belkî rewşa welatê wî be. Ev tema, hêmayên gelek rewşên din jî bi me ra çêdike.
Ciwanmerd Kulek ji bo şkandina wê asêmayînê kîjan çareserîyan pêşkêşî me dike?
Nivîskar di çerxê de karakterên qehremanên romanê diguherîne û wek çareserî, ferdekî nû pêşkêşî me dike. Ew li me û karekterên xwe dide fehmkirin ku di çerxeke çawa de asê mane. Haya karekteran ji çerxê çêdibe. Ber bi dawîya romanê va karekter dibîne ku girtina heyfa bavî, wî azad nake; tew dibîne ku heyfgirtin dibe belaya serê wî. Ji ber hindê naxwaze tola bavê xwe bistîne.
Xwezî di demekê nêz de ev roman bibe Soranî, Îngilîzî, Elmanî, Îtalî, Îspanyolî û Fransî…