Ziman, ne bi tenê navgîna ragihandinê ye; ew di heman demê de amûreka hêzdar e ku awayê ramana me, têgihîştina me ya cîhanê û şêwaza nasnameya me jî çêdike. Li dû vê yekê, gelo kesê duzimanî du mirovên cuda ye? Zanîna zimanên cihê bandoreka çawa li ser hiş û xwebûna mirovî dike? Di vê nivîsê de, em ê van pirsan ji hêla zanistî, çandî û felsefî ve binirxînin.
Têkilîya Ziman û Ramanê
Li gorî Hîpoteza Whorf-Sapir, ku bandora ziman a li ser ramanê vedikole, zimanê ku em pê diaxivin awayê têgehiştina me ya cîhanê dîyar dike. Bo nimûne, têgeha “dem” di zimanê hopî de ji zimanên rojavayî cudatir tê îfadekirin. Ev jî bandorê li têgehiştina mirovên Hopî ya ji demê re dike.
Heke hûn duzimanî bin, ev tê vê wateyê ku we du awayên cuda yên ramanê hene. Mînak peyva “xem” di kurdî de ji peyva “sadness” ya inglîzî pir kûrtir û kolektîftir e. Kesê ku bi kurdî difikire hesta “xem” bi awayekî cuda dibîne, kesê ku bi îngilîzî diaxive dibe ku qet vê kûrahîyê nebîne.
Perspektîfa Çandî: Ziman, Nasname û Kesayetî
Her ziman çanda xwe hildigire. Mirovekê duzimanî rasterast bi du çandên cuda re di nav têkilîyê de ye. Ev dibe sedem ku mirov di zimanekî de bêhtir di nav xwe de û di zimanekê din de jî bêhtir bîyanî bibe. Bo nimûne, dema ku hûn bi kurdî diaxivin, dibe ku hûn bêhtir jixwebawer û vekirîtir hîs bikin, lê dema ku bi îngîlîzî diaxivin bêtir şermînok û rêzdartir bifikirin. Ji ber ku ziman di çarçoveyeka civakî de rêgez û pîvanên cihêreng digirin.
Di vê nuqteyê de, pirseka dî tê bîra me: Gelo ew tişta ku em jê re dibêjin kesayet, sabît e an jî dikare li gorî ziman û çandan cuda bibe? Lêkolîn nîşan dide ku kesên duzimanî dema ku zimanê xwe diguherînin di kesayetîya xwe de guhertinên giring rû didin. Kesê ku bi frensî diaxive dibe ku bêtir romantîk û hunerî xuya bike, dema ku heman kes dema ku bi elmanî diaxive dibe ku bêtir bi rêkûpêk û rêgez were dîtin.
Bandora Mejî û Ziman
Dema ku di navbera zimanên cuda de diguhere, mejî çalakîyeka neurolojîkî ya mezin nîşan dide. MRI nîşan dide ku herêmên cuda yên mêjîyê mirovên duzimanî çalaktir in. Ev dibe sedem, dema ku bi zimanekî difikire hêleka mêjîyê me çalak bibe û dema ku bi zimanek din difikire hêleka dîtir çalak bibe. Ev dibe ku meyla meriv ji bo bersivdana cuda di zimanên cihê de rave bike.
Pirseka Felsefî: Gelo Xwebûn Dikare Parçe Bibe?
Axaftina du zimanan du “ez”ên cihê diafirîne? Ji alîyê felsefî ve, ger em bihesibînin ku xwe bi ziman çêdibe, mirov dikare bibêje ku her ziman “ez”ek cuda diafirîne. Lêbelê, ev nayê wê wateyê ku mirov ji yek cewherên kêm dibe. Belê, bi zimanên cuda, xwe wekî mozaîkekê perçeyên cihê digihîne hev.
Encam: Du Ziman, Dewlemendîyek
Zanîna du zimanên cuda nayê wê wateyê ku mirov bibe du mirovên cuda ne. Di şûna wê de, ew ezmûnek e ku kapasîteya mirovî ya raman û têgihîştinê berfireh dike. Her ziman cîhana xwe vedike û ev cîhan di hişê kesan de bi hev re dibin nasnameyeka dewlemendtir.
Wekî kesekê duzimanî, hûn dikarin xwe ne wekî du mirovên cuda, wekî kesekê dewlemendtir û bi du perspektîfên cuda bibînin. Ji ber ku ziman, li şûna ku kesayetan ji hev biqetîne ew bi hev re dihêlin û mirovan dikin heyîneka bi tevahî.
Fêmkirin û hîskirina vê dewlemendîyê ji bi tenêmayîna yek zimanî ezmûneka jîyanê ya pir kûrtir peyda dike. Ji ber vê yekê, bi zimanên cuda biaxivin û bifikirin! Helbet pêşîkê zimanê xwe yê zikmakî.