Gîskê Gurî Çi ye?
Gîskê Gurî têgeheke kurdî ye ji bo scapegoatê tê bikaranîn û nivîskar Omer Dilsozî behsa vê qalibê kir. Her weha li Gorî nivîskar Dilawer Zeraq ji bo vê têgehê di kurdî de keleha gunehan heye. Li gorî Nivîskar Nûdem Hezex gîskê qedem heye û li gorî nivîskar û ferhengnas Zana Farqînî jî serê gunehan, keleha gunehan û xezala kulman ji bo têgeha scapegoatê tên bikaranîn.
Li gorî Nuri Bilgin1 di ferhenga xwe ya derûnnasiya civakî de pênaseya wê dike: bîrdoziya gîskê gurî ew rêbaz e ku alîgiriya koma navxweyî, bi arastekirina êrîşkariya kesekî, ya di gava rastî astengkirinekê hatî û çavkaniya wê astengiyê zêde hêzdar yan jî ji şiyana wî kesî zêde bûyî de, ya li kesên endamên komeke ji koma wî lawaztir, rave dike. Ango gava mirov bi bûyerên ji şiyana xwe ya serederîkirinê mezintir re rûbirû dibe û nikare serî pê derîne, berê hêrsa xwe dide kes yan jî komên ne ji xwe û ji xwe lawaztir, yanê dîkeyê xwe. Ya li vê derê ya giring ew e ku berî hêrs û êrîşkariyê ji sedema rasteqîn vedigere li ser armanceke maqûltir, çêtir tê qebûlkirin û çêtir li qurbanîbûnê tê.
Rewşa Gîskê Gurî Çawa Diqewime?
Gelek caran di rewşên krîzan de me bihîstîye ku kesek yan jî komek bûye armanca êrîşan û gelek caran ev êrîş bi kuştinan jî encam bûne. Di van rewşan de komên mezin bi tevgerîneke girseyî re kesekî yan jî komekê wekî sedema krîzê dibînin û wan bi xirabiyê û bûna sedema krîza rûdayî tawanbar dikin. Yanê ji wan we ye ew kes yan jî kom bûye sedemê wê krîzê û ger ew kes yan jî kom ji holê rabe dê kriz jî ji holê rabe.
Komek, çima kesekê yan jî komeke din wekî sedema xirabiyê dibîne û dixwaze bi tawanbarkirina wê kesî yan jî komê krîzê çareser bike? Ma bi rastî jî ew kes yan jî komên ji ber bûna sedema xirabiyê hatî tawanbarkirin sûcdar in û bûne sedemê krîzê, yan hilbijartina wan kes yan jî koman ya sûcdariyê di bingeha xwe de dîketiyekê dihewîne?
Bi awayê tê zanîn mirov her tim li pey lêgerîna wateyê bûne û bi taybetî jî ji hebûna xwe re li wateyekê gerîyane/digerin û vê yekê jî gelek ol, ango rêyên watedarkirinê dane avakirin. Lê helbet ji ber ku di binê vê avakirinê de lêgerîna wateyê heye, ango armanc watedarkirin e û rêyên bo şopînê hatî avakirin jî li gorî hizra mirovan teşe digirin, gava hêza mirovan têrî bersîvan nake, li hemberî wan hêzên ji xwe mezintir serî li rêyên nerm didin û rêyek ji wan rêyan jî qurbanîdan e. Tevgera qurbanîdanê ne tevgereke îroyî lê tevgereke bê destpêk e, ango destpêka wê heya destpêka mirovahiyê, destpêka olan diçe û di lêkolînên li Girê Mirazan hatî kirin de jî nîşaneyên qurbanîdanê hatine dîtin.2 Ev yek jî nîşaneya kevinbûna qurbanîdanê ye helbet. Her wiha mîtolojî jî behsa gelek rê/rîtûelên qurbanîdanê dikin û ku em di wan de rastî hizirên mirovan ên pirolekirî jî tên.
Sûçdarkirina Gîskê Gurî Çawa Pêk Tê?
Her çi qas mirov navê ajalbûnê ji xwe re qebûl neke û li xwe nedane xwe wekî ajalekî bisenifîne jî, ew wekî ajaleke civakî tê dîtin û taybetmendiya wî ya ew xwe ji ajalan vediqetîne jî şiyana hizirîn û axaftinê ye, ku jixwe ev in derfeta civakîbûnê didine wî. Mirovên bi civakîbûna xwe, xwe ji ajalan veqetandî, ajalên din di rê/olên xwe de wekî qurbanî bi kar anîne û wateya “berdêliya gunehên xwe” li wan qurbanan kirine. Ango mirovên ji bo watedarkirina hebûna xwe û gerdûnê rê/ol avakirîn û wekî wateya bingehîn xwedayên xwediyê her tiştê û di ser her tiştê re afirandî, ew xweda wekî sedema qewimînên li ser rûyê erdê dîtine û ji bo aramkirina wan xwedayan û jiyana xwe, rêyên nerm ên wekî qurbanîdanê ava kirine.
Di binê vê dîtinê de, ango di binê fikra sedembûna xwedayan ya qewimînên li ser erdê de jî dîtina sûcdariya xwe heye. Bi gotineke din, xweda ji ber kirinên mirovan yên ne bi dilê wan hêrs dibin û bi rêya qewimînên xwezayî hêrsa xwe didin der. Loma dana qurbanan jî wekî daxwaza lêborîna ji xwedayan e û ev qurban bi gelemperî wekî ajalan hatibin dan jî, bi qasî em di gelek cihan de lê rast hatîn, mirov bi xwe jî wekî qurbanî li xwedayan hatine pêşkêşkirin, ku em di lêkolînên li Girê Mirazan de jî rastî nîşaneyên vê yekê tên.2
Bingeh û Sedem û Berjewendîya Civakê li Ser Gîskê Gurî Çi ye?
Gava mirov ji van zanînan derdikeve rê û li wateya berdêliya gunehan bûnê hûr dibe, mirov dibîne ku mirovan ji bo kiryarên xwe yên ji aliyê xwedayan ve nehatî qebûlkirin û bûyî sedema hêrsa wan, li şûna xwe hin tişt yan jî kesên din kirine qurban û bi wê qurbanîdanê re xwe ji gunehên xwe şuştine, ango gunehên xwe li pişta wan qurbanan bar kirine û bi qurbankirina wan re jî ji gunehên xwe paqij bûne.
Mînakeke balkêş a vê qurbanîdanê jî li Ahîta Kevin tê dîtin. Li gorî Ahîta Kevin, di Rojên Kefaretê de cihûyan du nêrî hildibijartin û yek ji bo xwedê dikirin qurbanî û ya din, ya hemû kirinên xirab û gunehên cihûyan yên heya wê demê lê hatî barkirin, jî yan berdidan çolê yan jî ji kendalekî diavêtin xwarê.3 Wekî em li vê derê dibînin wateyeke taybet li vê qurbanîdanê hatiye barkirin, yanê ji aliyekê ve him xweda hatiye aramkirin him jî berdêla gunehan hatiye dayîn.
Gîskê Gurî di Mîtolojîyê de
René Girard3 li ser vê mijarê hûr dibe û him mîtolojiyê him jî qewimînên di dîrokê de dixwîne û bi xwendineke danberhevî re şopên vê qurbaniya berdêl ango Gîskê Gurî (scapegoat) digere. Li gorî Girard ne tenê di olan de ji bo xwedayan qurbanî hatine dan, her weha gava mirov li mîtolojiya gelên cuda dinêre, mirov di wan de rastî nîşaneyên qurbaniyên wekî berdêlî hatî dan tê, ku gelek caran wekî serlehengê mîtê bi xwe ne.
Girard bi mînakeke ji dîrokê dest bi vegotina xwe dike û dû re ji mîtolojiya gelên cuda û olan danberheviyekê dike û bi vê danberheviyê re dixwaze ji mîtolojiyê heya ol û dîrokê hebûna gîskê gurî rave bike. Helbet Girard di deqbendeke civakî de li mijarê dinêre û li pey wateya gîskê gurî ya civakî ye û loma jî wê ji qurbanîdana me li jorê behskirî vediqetîne û dixwaze wateya gîskê gurî ya civakî zelal bike.
Mînaka Girard ji dîrokê dide helbesteke Guillaume de Machautî, ya behsa qewîmîneke di nîveka sedsala çardehemîn dike, ye. Li gorî Girard radigihîne, Machaut dibîne ku ji esmanan kevir werdibin, gelek mirov dimirin û li gorî wî û civakê sedema vê yekê cihûyên jehr tev li çeman kirî ne û bi kuştina cihûyan ev felaket ji holê radibe.
Gîskê Gurî di Mînaka Cihûyan de
Girard dibê di salên 1349 û 1350an de li Fransayê webaya reş, ango kula reş bûye sedema gelek mirinan û di heman demê de li hemberî cihûyan komkujiyekê rû daye û bi vê agahiya ji dîrokê, kuştina cihûyan ya Machaut behsê dike piştrast dike û sedema wê jî radixe ber çavan. Ango dibê di nîveka sedsala çardehemîn de webaya reş li Fransayê bû sedema gelek mirinan lê fransiyên nedizanîn ka weba çi ye li sedema van mirinan geriyan û gihiştin wê baweriyê ku ev kirinên cihûyan in û bi ji holê rakirina Cihûyan dê ev felaket jî ji holê rabe. Ango Cihûyên haya wan ji tu tiştê tuneyî dibin qurbaniyê vê bûyerê, tên qirkirin.
Girard dibê şirovekirina bi vî şêweyî di krîzên civakî de rû didin û dîsa bi awayekî civakî heya qirkirinê diçin. Yanê mirovên bûyî merezdarê bûyereke mezin yan jî krîzekê, li sedema vê yekê digerin û bi awayekî girseyî yên ne ji xwe wekî sedema wê dibînin û wî/ê yan jî wan bi gunehkariya vê yekê tawanbar dikin û di dawiyê de yan wan ji nav civakê diqewirînin yan jî qir dikin.
Girard van qurbaniyan wekî gîskê gurî pênase dike û dibê her çi qas em bizanibin ku cihû bêsûc bûn û tu rastiya tevlîkirina jehrê ya li çeman tune bû û sedema mirinan weba jî bû, ji ber ku girse li sucdarekî digeriya û yê herî baş jî cihûyên ne ji wan bûn, wan cihû bi sedembûna van mirinan tawanbar kirin û dest bi qirkirina wan kirin. Ya em li vê derê dibînin şirovekirina rewşeke xwezayî ya bi awayekî civakî ye, yanê Cihû ji bo krîzeke xwezayî, bi bûna sedema wê krîzê hatine tawanbarkirin û di dawiyê de jî hatine qirkirin.
Tevgerên Girseyan di Gîskê Gurî de
Girard dibêje ji bo kesek yan jî komek wekî qurbanekê bihête hilbijartin û qirkirinek rû bide, ango ji bo qirkirinekê, hewcehiya girseyê bi çar qaliban heye4: 1) hebûna krîzekê civakî û çandî, yanê pênasekirina bêcihêtiyeke giştîkirî – qaliba ewil, 2) sûcên bêcihêtiyê dikin – qaliba duyem, 3) xwedîbûn yan jî nebûna faîlên hatî teqezkirin ê van sûcan ya nîşaneyên hilbijartina qurbanan, remzên bêcihêtîkirinê yên paradoksî – qaliba sêyem û qaliba çarem jî şîdet bixwe ye.
Li gorî Girard armanca vê yekê ew e berpirsiyarê li pişta qurbanan bikin û bi ji holê rakirin yan jî derkirina van qurbanan ya ji civaka “wan lewitandî” re bandorê li krîzê bikin. Gava mirov vê bi rê/rîtûelên qurbanîdanê re berawird dike, mirov digihêje armanceke hevpar: berpirsiyarî li tiştekî yan kesekî yan jî li komekê barkirin û bi qurbankirina wan him ji berpirsiyariyê him jî ji krîzê xilas bûn.
Gîskê Gurî di Mîta Oidipusê de
Girard ji bo danberheviyê mîta Oidipusî hildibijêre û nişaneyên gîska gurî yên hevpar ên di van her du çavkaniyan de dinirxîne (helbet dû re gelek mît û bûyerên din jî dîsa bi helbesta Machautî re berawird dike). Li gorî wî em di mîta Oidipusî de rastî Oidipuseke bûyî gîskê gurî tên. Di mîtê de behsa webayeke Tebaiyê ji hev dibe tê kirin û Oidipus wekî sedema vê yekê tê destnîşankirin.
Li gorî civakê sedem Oidipus e, çimkî wî bavê xwe kuştiye û bi dêya xwe re raza ye û ev kirinên ne rast in û ew ji ber van kirinên Oidipusî bi nexweşiyê hatine cezakirin û ji bo xilasiya vê krîzê divê Oidipus bê derkirin yan jî kuştin. Li gorî Girard Oidipus ji bo qurbaniyê kesekî baş e, çimkî ew hemû remzên bêcihêtiyê dihewîne. Ango bavê xwe kuştiye û bi dêya xwe re raza ye û di vê navê de krîzeke mezin rû daye û Oidipus ji pêyên xwe jî seqet e, yanê qurbaniyeke baş e û jixwe ew jî li hemberî daxwaza girseyê dernakeve û dibe qurbanî.
Di van her du mînakên Girard de em rastî kesên ne ji civaka mezin, ango li civakan nayên tên. Cihû di nav Xiristiyanan de nayên qebûlkirin û ji ber kuştina Îsa neyariyeke mezin di navbera wan de heye, yanê bi gotineke din cihû dîke ne, ne ji wan in û ji bo tawanbariya berpirsiyan ji wan çêtir nîn e. Li şûna ku xwe û koma xwe sûcdar bikin, dê yên derveyî koma xwe, yên ne ji xwe sûcdar bikin û bi qurbanîkirina wan re him dê ji berpirsiyariyê xilas bibin û him jî ji yên ne ji wan in xilas bibin.
Di mînaka Oidipusî de jî, em dîsa kesekî ne ji civakê tên û wî kesî tiştên di civakê de nayên qebûlkirin kiriye û kesekî seqet e. Yanê Oidipus jî ne ji wan e û loma qurbanîkirina wî hêsantir e. Helbet Oidipus keya ye û kesê herî hêzdar ê Tebayiyê ye lê hêza wî li ber hêza girseyê, ya ku Girard jî gelekî li ser disekine, têk diçe û ew bi ya girseyê dibe qurbanî, çimkî her çi qas keya jî be, li hemberî girsebûna civakê kesek e û kesekî seqet e.
Ji rê/rîtûelên herî ewil ên qurbanîdanê bigire heya mînakên Girard dide û heya qewimînên di navbera civakan yên roja me ya îro de diqewimin, reng û şêwe guherîbe jî wateya qurbanîdanê ji wateya gîskê gurî nayê veqetandin. Cihûyên gunehên xwe li nêriyekê dikirin û ji kendalekê diavêtin, gelek caran ji bo civakên din bûne ew nêrî û rastî qirkirinan hatine, ya Machautî behs kirî tenê mînakek e ji dîroka cihûyan ya qirkirinê. Bi kurtasî gava şiyana me li bûyer yan jî qewimînên rû dayî naçe û divêtiya derkirina hêrs û êrîşkariya ji wê rûdanê rû dayî heye, me hewcehî bi gîskekê heye bo gurî, ango qurbanê.
Derûnnasiya civakî jî di çarçoveya nasnavên komî de li giskê gurî dinêre. Ango ew çarçoveya Girard xêzkirî bi deqbenda alîgiriya koma navxweyî de dinirxîne û şiroveyê li ser koma navxweyî û koma derveyî digerîne.
Çavkanî:
1 Bilgin, N. (2016). Sosyal Psikoloji Sözlüğü: Kavramlar, Yaklaşımlar (3. Baskı). İstanbul: Bağlam Yayıncılık.
2 Derin, Ö. (2023) Göbeklitepe’ye Dair Bir Felsefi Okuma: Evrenin Gözü ve Kadın Olarak Khôra, FLSF (Felsefe ve Sosyal Bilimler Dergisi), Bahar /Spring, Sayı/Issue 35, 237 – 259.
3 “Günah Keçisi” Kültürü – Prof. Dr. Bülent Yılmaz (wordpress.com)
4 Girard, R. Günah Keçisi (2005) (çev. Işık Ergüden), Kanat Kitap.