Di dirêjehîya dîrokê de hin pêngav û hin xebat rê li ber gelek tiştan vekirine. Ji bo me kurdan û ji bo zimanê me yê şêrîn kurdî jî kovara Hawarê bû rêber û mîrateke hêja. Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932an de li Şamê ji alîyê rewşenbîr û zimanzan Mîr Celadet Elî Bedirxan û ligel hevalên wî ve hat weşandin.
“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e. “
(Hawar, 1932)
Kovara Hawarê bi vê peyama xwe ya girîng dest bi weşana xwe kiribû û armanca xwe wiha dabû nîşandan. Ev peyama ku weke bang 91 sal berîya niha hatibû weşandin, girîngîya zimanê dayîkê û li gel vê xwenaskirinê rave dikir. Hawar ne bi tenê kovarek e û xwedî rol û mîsyoneke mezin li xwe bar kiribû. Ji ber ku ev nivîs lêkolîneke kur û akademîk ya li ser Hawarê nîn e ez bi hûrgilîli ser vê kovarê ranawestim. Lêbelê Hawar yekem kovara kurdî bû ku bi alfabeya latînî hatibû weşandin û ji bo kurdan xebateke girîng e û rê li ber pêşketina kurdî vekir. Ji ber vê yekê, roja weşandina Hawarê ya 15ê Gulana 1932an, di sala 2006an de wek Cejna Zimanê Kurdî hat qebûlkirin û ji vir şunda her sal ev roj bi çalakîyên cur bi cur tê pîrozkirin.
Bi ya min dema em weke kurd li dîroka xwe vegerin, meriv ‘‘hawar, xem û banga’’ kovara Hawarê ‘weke hawara’ bavê mezin û nemir yê Ehmedê Xanî jî dikare bibîne û bifikire. Ji ber ku Ehmedê Xanî jî berevajî nivîskarên hevçaxên xwe di serdema xwe de xema li xwedîderketina kurdî xwariye û giringî û qîmet daye nivîsandina kurdî. Celadet Bedirxan û kurdên dilsoz yên hevçaxên wî jî tevî şert û mercên xirab û dijwar dest ji lixwedîderketina kurdî bernedane û va ye gelek xebatên bi kurdî ji me nifşên niha re mîrat hîştine. Çi heyf e ku çend sedsal di ser serdemên Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxanî re derbasbûye jî lê ji bo kurdan û ji bo kurdî rewşa kambax neguhêrîye. Ez jî ji nifşê niha weke jineke kurd û ciwan di sedsala 21em de dijîm, xema lixwedîderketin û metirsîya tunebûna zimanê xwe yê dayîkê dixwim.
Li gorî agahî û dane yên UNESCOyê (Sazîya Neteweyên Yekbûyî ya Ziman, Çand û Zanistê) li seranserê cîhanê nêzî 2 hezar 500 ziman di bin xetereya wendabûnê de ne. Dîsa ligorî van daneyan zaravayê kirmanckî (zazakî) jî bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye û mixabin her ku diçe axêverên vî zaravayê kurdî kêmtir dibin. Li gel vê rewşa xwe ya heyî zaravayê kirmanc kî di bin xetereya tunebûnê de ye. Helbet rewşa zimanê kurdî li her perçeyên welatê me û herwisa li dîasporayê cuda ye. Û li ber destê min agahîyên teqez û îstatîstîk jî tunene lêbelê li gorî dîtina min ger bi vî awayî rewş berdewam bike ji bo parçeyê bakur û paşeroja zaravayê kurmancî jî qonake xeternak li ber me ye. Weke tê zanîn ‘‘rewşa heyî’’ ya zimanê kurdî ku em niha behsa vê dikin ji xweberê û belasebeb çênebû. Sedema sereke ji ber ku welatê me dagirkirî ye û em neteweke bindest in. Bi taybet li bakurê welat ji alîyê dewleta tirk ve li hember kurdî; polîtîkayên înkar, zext û bişaftinê pêkhatin û mixabîn astengî, tundî û zexta li hember zimanê me yê dayîkê hê jî berdewam e. Dibe ku mînaka ev reng bindestiyê yanê ‘‘înkara netew û zimanan gohlêbûna kurd û kurdî’’ li cîhanê zêde tune be û ev jî eyba dagirkerên welatême ye û nîşaneya rewşa me ye kambax e.
Dawîya dawî ev rewşa hanê encamên gelekî nexweş bixwe re anî û hêjî tîne. Li gel vê rewşa kambax her ku diçe kurd ji kurdî dûr dikevin û tirkî zêdetir qise dikin. Weke mirina spî ku têgotin û pejirandin ango bişaftin li berderîyê me kurdan e. Ji bo ku ziman bikaribin zindî bimînin, bên parastin, pêşda biçin û netew li ser lingan bimînin helbet ‘‘serxwebûn’ ango azadî, serdestî, statûya îdarî û sîyasî ya li ser axa xwe û her wisa mafê perwerdeya zimanê dayîkê şerta sereke ye û gelekî pêwîst û girîng e. Em weke netewa kurd niha mixabin ji wan mafê xwe yî kolektîf bêpar in. Rewşa me ya heyî ev e û parastin û lixwedîderketina zimanê kurdî niha erk û berpirsîyarîya hemû kurdan e. Helbet ji bo rizgarbûna netewan fêrasat, rê û rêbaz girîng in. Ji bo netewên bindest ku rih û hişê xwe ji mêtingerîyê biparêzin û bişon şerta sereke ‘‘redkirina mêtingerî, netewebûn û niştiman perwerî’’ ye û ev hemû tişt pirr girîng in. Ligel vê yekê jî tişta ku alîkarîya me kurdan bike û me ji mêtingerîyê ango kolonyalîzmê biparêze jî hebûna kurdî ya şêrîn e. Kurdî di vê rewşa heyî ya bindest de, ji bo me ne bi tenê zimanê dayîkê ye û di heman demê de ji bo me ‘‘stargeh, reh, rih û welat e’’. Hebûn û zîndîbûna kurdî îro ji bo me pirr pêwîst û girîng e, em pişta xwe bidin zimanê xwe.
Gotinên ku li ser girîngîya zimanê dayîkê di Hawarê de, cih girtibûn em wan gotinan jî bînin bîra xwe:
“Her wekî nas e, fikr û his di dora zimanî de digehînin hev û her ziman fikr û hisên xwe û awayê gotina xwe bixwe re hildigire û ew pê re diguhêzin û pey zimanên xwe dikevin. “
Wekî din kurdî di vê rewşa heyî de kurdan ne bi tenê wê bikaribe biparêz e û li ser lingan bihêle û di heman demê de kurdî hemû kurdan dikare bike yek û yekbûna kurdan jî pêk bîne.Di Hawarê de, li ser rola kurdî ku dikare kurdan bike yek ev peyam jî cih girtiye:
“Yekbûna kurdan jî bi yekitiya zimanê kurdîçê dibe. Yekîtiya zimanî jî bi yekîtiya herfan dest pê dike.”
Hawarê 91 sal berîya niha ji bo kurdan peyamên gelekî girîng belav kir û nirx û qedrê kurdî bi me da nîşandan. Di roja îro de, em hatine qonaxeke wisa kurdî divê rewşa bindestî de xwedî roleke bêhempa û mezin li xwe digire û jibo me kurdan, kurdî niha ji zimanekî zêdetir fonksîyon, erk, wate û nirx di xwe de dihewîne!
Ziman mîna xîm û stûnekê ye hemû rengên jîyanê û afirînerîya şehsan û netewan li ser vê saz dibe; bîr, dîrok, çand, huner, bawerî, derûnî, felsefe, wêje, çanda devkî-gelerî, muzîk û hema hemû babetên jîyanê bi riya zimên tên afirandin û ziman bo berhemdarîya mirovan alîkar e. Ligel vê yekê jî taybetîya zimanê dayîkê him ji bo kesan û him jî bo netewan hêja ya lêkolînên kur û xebatên heja ne. Meriv dikare bibêje her ziman, di heman demê de mîrateke bo cîhan û şaristanîyê ye. Ev tişta ku min bi giştî ji bo zimên gotin helbet ji bo me her kurdê/î û ji bo neteweya me jî derbasdar e. Dema kurdî ji dest biçe ev yek wê him zirarê bide kesayeta kurdan û him jî zirarê bide çand, muzîk û her cure mirat û hêza kurd!
Min heta vir tevî sedeman behsa rewşa kurdan û bi taybet behsa rewşa zimanê kurdî kir. Gelo niha ji bo hebûn, parastin û pêşda çûyîna kurdî ango ji bo ku kurd ji mirina spî/bişaftinê xwe biparêzin, erk û berpirsîyarîya kurdan çi ye? Çawa ku di 15ê Gulana 1932an de kovara Hawarê bi ‘‘peyama ziman û xwenasînê’’ bang li hemû kurdan kir ez jî weke kurdeke dilsoz a zimanê xwe, îro di 15ê Gulana 2023an de, bang li kurdan dikim û ez jî dibêjim kurdî şerta pêşîn ya hebûna me ye û hebûna xwe biparêzin kurdino! Her çendî em weke netew ji mafê xwe yê kolektîf û ji mafê xwe yê perwerdeya zimanê dayîkê bêpar bin jî em dikarin gelek tiştan jî bikin. Divê berî her tiştî her kurdek xwe weke dilsoz û parastvana/ê zimanê xwe bibîne û her maleke kurd bibe dibistana kurdî. Dê, bav û mezinên kurdan xwe weke mamosteyên tabî û berpirsîyar bizanin û di axaftin û nivîsandina kurdî de birijd bin. Her çendî niha ji bo zimanê me rewşeke nexweş hebe û ev rewşa heyî carinan bikare hêvîyên meriv bişkîne jî lê ji alîyê din ve jî hebûna kurdên dilsoz û jêhatî ji bo parastin û lixwedîderketina kurdî hêvîyên me xurt jî dikin. Îro derfet zêde bûne. Em ji ‘‘serdemeke dîjîtal’’ re derbas dibin û bi ya saya înternet, medya û platformên dîjîtal dikarin xwe bigihênin gelek derfetên li ser hînbûn, fêrkirin û çavkanîyên (dilsozên kurd ku dersa fêrkirina kurdî didin) kurdî. Herwisa her ku diçe him hejmar û him jî naverokên xebatên kurdîyên çapkirî û dîjîtal jî bêhtir dibin û berhem û xebatên kurdî yên cihê reng tên weşandin û çapkirin.
Medyaya nûçeyên kurdî jî bi vê serdema dîjîtalê re dîjîtalîze dibe (podcast, hevpeyvîn û bernameyên vîdeoyê yên li ser nûçeyan) û berhemên nivîskî yên kurdî bi awayê dîjîtal dîsa pirtûk, kovar, rojname, ferheng û hwd. weke pdf jî tê li ber destên kurdan. Kesên bixwazin dikarin youtuber, podcaster, blogger û vloggerên kurd li ser kurdan bi taybet yên ku bi kurdî weşanê dikin bişopînin û piştgirîyê bidin wan da ku xebatên kurdî bila emrdirêj bibin. Heta bi ya min divê kurd platformên medyaya civakî û hemû derfetên serdema dîjîtal ji bo kurdî bi awayeke cidî û piralî bikaribin bikarbînin. Li ser meselê kurdên ku bixwazin dikarin berê xwe bidin qadên dîjîtal û hejmara kanalên youtube, vlog, hesabên podcast û blogan vekin li ser her cure mijaran weke; xwarinçêkirin, xeml, werzîş, jiyan, çand, teknolojî hwd. xebatan bikin û sepanên bo pirtûk, ferheng û naverokên kurdî yên cureyên din amade bikin. Her wisa li ser platformên medyaya civakî (Facebook, İnstagram, Twitter hwd.) her cure xebatên bi kurdî dikarin bikin. Dîsa hejmara radyoyên onlîne yên kurdî, şanoyên bo radyo û podcastan û her wisa li ser cure babetan malperên bi kurdî dikarin bên zêde kirin. Arşîvên ji bo kurdan girîng û yên kurdî ev jî hêjayê dîjîtalîzekirinê ne. Û bi vî awayî meriv dikare behsa gelek xebatên dîjîtal bike hejmara xebatên kurdî yên dîjîtal dikare bêhtir bibe û ev yek wê xizmeta zimanê me bike. Bi rastî tiştê ku em dibînin îro em dikarin weke kurd ji derfetên serdema dîjîtal ji bo xwe û bo kurdî sûdeke mezin jê bigirin û qada dîjîtal ji bo zimanê xwe bikin war.
Dixwazim balê bikêşim li ser xaleke din. Êdî ev yek jî rastîyeke, platformên medyaya civakî yan ji ber kar yan jî ji bersedemên din bûne parçeyeke jîyana me. Hewce ye kurd li platform û qada dîjîtalê jî kurdî weke ‘‘zimanê sereke’’ yên parvekirinên hest û ramanên xwe diyar û teqez bike. Ger kurd bixwazin û pêwist bibin bi zimanên din parveyên xwe belav bikin jî lazim e kurdî her zimanê sereke yên parveyan bibe. Bi ya min ev yek jî zehf girîng e.
Mijareke din li ser kurdî heye ku bi min pêwîst e em qala vê jî bikin. Ez çend gotinan li ser zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî (zazakî) jî bibêjim. Kurdên kurmanc û kirmanc (zaza) mixabin rast lê têm û pêwendîya wan gelek caran ji ser tirkî re dibe. Ji ber ku kurd piranî zaravayên hevudu nizanin û bi ya min ya rastî fêrnabin (yan jî ferasata zimanî tam di me cî nebûye) û têkilîya wan mixabin piranî li ser tirkî çêdibe. Dibe ku her carî pêk neyê lê ev derfet û hêz di destê me de ye û axêverên van her du zaravayan ger hewl bidin û zaravayên hevudu fêr bibin ji bo kurdî jî gaveke baş dê bê avêtin. Bi vî awayî pêwîstîya tirkî bo wan namîne bi kurdî wê bikarin pêwendîyê deynîn. Li gorî min, kurdên kurmanc bi taybet divê berê xwe bidin kirmanckî (zazakî) fêr bibin da ku hejmara axêverên vî zaravayê bila zêde bibin û ev yek wê gelekî xizmeta kirmanckî jî bike. Ji ber ku zaravayê kirmanckî li gorî dane yên UNESCOyê bi xetereya tunebûnê re rûbirû ye û mixabin her ku diçe axêverên vî zaravayê kurdî kêmtir dibin.
Di vê nivîsa xwe de dixwazim derbarê kurdî de rexneyan hin alîyên kurd jî bikim. Ez him weke kurdek û him jî weke rojnamegereke kurd gelek caran rast lê hatime sîyasetmedar, nivîskar, stranbêj, hunermend, lîstikvan, medyakarên kurd û qaşo ew kesên ku weke kurdên rewşenbîr tên zanîn zêde zêde tirkî qise dikin. Hema bibêjin zimanê jîyan, xebat û zimanê hesabên wan yên medyaya civakî jî piranî tirkî ne. Weke rojnamegereke kurd min bi van kurdan re bi kurdî nikarîbûye hevpeyvînan çêbikim mecbûrî min bi tirkî kiriye û carinan jî min wergera hevpeyvînên wan ji tirkî bo kurdî kiriye. Tişta ecêb hin kurd debara xwe bi zimanê kurdî jî dikin weke rojnameger, stranbêj, hunermend û listîkvan mixabin (hejmara kurdên wisa zêde ye) hê jî kurdî fêr nabin, xeber nadin û ji vê rewşa xwe ya kambax şerm jî nakin! Naxwe jiyan, zanebûn û xebatên wan kurdên ku ez behsa wan dikim ‘‘bêyî kurdî’’ dê çawa bi kêrî civaka kurd were û çawa dê ev kes bo ciwanên kurd bibin emsal, mînak? Esas rexneyeke din jî divê ji nifşên berê me yên polîtîk, sîyasetmedar û dîsa rêxistin û sazîyên kurdan re jî bê kirin. Ev alîyên ku ez niha qala wan dikim jî tişteke ecêbek e ku him bo azadîya kurdan şer dikin, sîyasetê dikin lê zimanê serdestên xwe kirine zimanê esas ya jîyan û xebatên xwe. Ger ev alîyan jî têra xwe giranî û giringîyê nedin kurdî, dê ev qas tiştên ku bo azadîyê hatine kirin çawa watedar bibe?
Madem di vê nivîsa xwe de li ser kurdî hin tiştan dibêjim pêwîst e ez meseleyeke din jî bînim ziman. Gelek caran dibînim hin xebatên kurdî ji ber ku derfetên aborî nîn e û piştgirî-sponsor tune ne nikarin bên kirin yan jî nikarin bên berdewamkirin. Bi taybet ciwanên kurd ku dixwazin ji bo kurdî cure xebatan bikin bêderfet in û bêalîkarî jî dimînin. Bi ya min di vir de lazim e karsaz û dewlemendên kurdan destê xwe dirêjî xebatên kurdî û ciwan û kurdên dilsoz bikin. Yanê erk û berpirsiyarîya dewlemendên kurdan jî bo kurdan û xebatên kurdî heye û hewceye ku em vê yekê jî bibêjin.Kurdên li welat û Tirkîyeyê û yên li dîasporayê dijîn, ji bo piştgirîya her cure xebatên kurdî pêwist e werin cem hev, sazî û enstîtûyan ava bikin. Bi avakirina sazî û enstîtûyan dikarin alîkarîyên madî weke bûrs bidin ciwanan û piştgirîya ciwanên kurd werin kirin. Li ser meseleyê, ev mamosteyên kurdî ku beşên ziman û edebîyata kurdî xwendine jî divê bên piştgirîkirin. Bi rêya piştgirîyê ve, ev mamosteyên kurdî, dikarin kursên fêrkirina kurdî û kursên li ser edebîyat û çanda kurdî vekin. Bi vî awayî him mamosteyên kurd bêkar namînin û him jî xizmeta kurdî dê were kirin. Ev mamosteyên kurd ku di beşên ziman û çanda kurdî de, mezûn bûne ji ber ku ji alîyê dewletê vê nayên tayînkirin û gelek caran bêkar in û karên cuda bo debara xwe dikin. Her çi dibe bi hin xebat û projeyan ve piştgirîya wan mamosteyên kurdî lazim e bê kirin. Herwisa bi taybet alîkarîya weke bûrs ji xwendekarên ku beşa ziman û edebîyata kurdî weke lîsans û lîsansa bilind dixwînin re jî pêwist dibe. Bi vî awayê xwendina kurdî weke lîsans û lîsansa bilind bihê teşwîqkirin da ku hejmara xwendewan, mamoste, nivîskar û akademîsyênên kurd yên paşerojêzêde bibin. Helbet ji xwendekarên kurd yên beşên din dixwînin re piştgirî bo wan jî pêwîst dibe. Ez tunebûn yan jî kêmbûna sazî û dezgehên bo pişgtirîya madî ya ji bo xebatên kurdî û kurdan weke kêmasîyeke sereke dibînim. Divê me heta niha di vê meseleyê de qonaxe baş derbas kiriba!
Mixabin em kurd û zimanê me kurdî hê jî ne azad û serbest e. Lewma roja 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî weke cejn nikarim bibêjim pîroz dikim. Bi ya min kurdî hawarê dike û hawara kurdan dike! Dixwazim bibêjim bi hêvîya ku rojên wisa ‘‘hezkirin, xîret û lixwedîderketineke mezin’’ bo kurdî di dil, hiş û jîyana kurdan de çêbike û zêde bike. Ji bo min pîrozkirina vê rojê di şert û mercên niha de ev e. Dîsa her çendî ne ya dilê me be jî divê kurd li xwedî dersên bijarte yên kurdî û her wisa beşên ziman û edebîyata kurdî yên li hin zanîngehan vebûne jî derkevin, xwedî li xebatên dîjîtal û berhemên çapkirî yên kurdî jî werin derketin. Ya girîng kurd di her şert û mercan de daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî bike û divê mijarê de her rijd bibe. Ev tiştên min li ser kurdî bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nivîsin hemû çavdêrî, dîtin, agahî, zanebûn, fikr û hestên min in. Min xwest him wek kurdek û him jî wek rojnamegereke kurd vê nivîsa dirêj li gel we parve bikim. Hevîdar im ev nivîs ji bo we xwendevanan kêrhatî bibe. Em bi van parvekirinan fikr û nêrînên hevudu dewlementir bikin.
Kurdino qedr û xatirê zimanê xwe bizanin. Her kurd bimînin û her bi kurdî bijîn…