Derîyê Zarokatîyê
Di jiyana mirovan de hin derî hene dema carekê tê girtin careke din tu çi bikî jî venabe yek ji wan derîyan jî derîyê zarokatîyê ye. Ya girîng dema tu ji wî derîyî derdikevî bi bîranînên çawa derdikevî ji wir? Em çend xeyalan di dilê xwe de vedişêrin, ezmanê zarokatiya me şîn e an reş e dema em di wî derîyî re derbas dibin lehî li me radibe an rûyê tavê li me ye, bi stranan em xatir ji zarokatîya xwe dixwazin an bêdengîyek xwe li bedena me dipêçe?
Zarokatîyek bextewar pêşîyê li şikestinên mezin yê jiyanê digire, dewlemendîya herî mezin ya jîyana mirovan ev e ku mirov zarokatîyek xweş derbas bike. Dema hûn li kolanên zarokatîya we lê derbasbûye digerin heger di rûyê we de kulîlk vedibin ev e xweşikahîya jîyanê, hiskirina vê hestê dema mirov mezin dibe û li bîranînan vedigere baştir fêm dike. Dema me çavên xwe li ezmanê şîn vedikir hîn tîna tavê neda bû erdê, kûçe ji alîyê her cîranekî ve avreşandî dibû, ez wê hênikahîya wan kolanan hîn jî di rûhê xwe de his dikim wek ku ew av ji bedena min diherikî li wan kolanan. Hûn wêrektîya raxistina kincên li ser şaneşînan dizanin gelo? Her kes nikare vê bike ev dişibe vê ku wek tu perdeyên hemû mala xwe ji her kesî re vekî ew kinc xişirên kolanan bû ku bi gerdena xwe vekiribû. Yextiyarên ji ruhê xwe aciz bi nimêja sibehê li ber derîyê xwe rûdiniştin di awirê wan de bendewarîyek hebû nizanim li bende kesekî bûn an jî benderêwitîyek bêdawî bûn?
Li her hewşên malan gulên mehmûdî hebûn û dema em çav wan diketin yekser me dixwest ku em wan biçinin û ji hezkirîyekî/e xwe re bibin. Lê dema ez mezin bûm jêkirina gulan ez diêşandim, divê tu tişt ji axa xwe û ji koka xwe neyê qetandin. Me berê xwe bi ku vekiriba çiya hebûn çiyayê bi heybet. Hezkirina me ya ji çiyayan ji zarokatÎyê tê, dema mirov dikeve nava çar dîwaran xatirê wan çiyayan baştir dizanin. Çiyayên me ewqas bilind bûn ku bi ewran re dibûn heval. Li ezmanê zarokatiya min çivîk difiriyan min tenê li wir ewqas çivîk didît niha çûk jî ji ezmana xeyidîne hejmara wan kêm bûye, dengê wan jî qels bûye ew çivîkên zarokatiya me dê kengî vegerin ezmanên xwe ?
Dema em zarok bûn li hemû malan saetên dîwaran hebûn, hemû jî dixebitîn niha diçim kîjan malê ew saetên li dîwêr sekinîne. Gelo di wê kêlîya ew saeta sekinî çi qewimî, dema çav saetên sekinî dikevim li ber diêşim weke ku jiyana wê malbatê di wê seatê de sekinî be û dixwazim destê xwe dirêj bikim ji dîwêr daxim ji nû ve ew jiyana ku di wê kêlîyê de rawestiyayî ji nû ve bidim destpêkirin. Niha hemû saetên min jî rawestiyane, nizanim li benda çi ne? Dema hûn ji deriyê zarokatiyê derketin bila saetên we nesekinî bin.
Min ji berêvarên zarokatîyê hez dikir mirovên di wan kolanên bextewar dijîyan hazirîya êvarê dikir wekî konçertoyan ji bo rojeke nû hemû amûrén jîyanê amadekerîya roja nû dikir. Dengê kevçî û çetelan ji paceyên vekirî dihat, dengê bebikên malan ahengek dida şinginîya amûrén xwarinê, erebeyek bi lez derbas dibû ew deng ji nişka ve qut dibû weke tu dengê stranekê ji nişka ve vekî û bigrî. Hezkirîyê gul û çîçekan bi xortiman baxçeyê xwe av didan bêhna gulan li kolanê belav dibû, zilamek ji bo bigihêje xwarina êvarî bi lez di ber me re derbas dibû bi meşa wî bayek radibû tayên porê me bi hewa diket, zimanê kolana me kurmancî bû nizanim zimanê kolanên we çi bû gelo?