• Medyaya Nifşa Nû! – %100 Kurdî
Nûhev Co. %100 Kurdî
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Register
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
No Result
View All Result
Nûhev Co. %100 Kurdî
No Result
View All Result
Home ÇAND

Hesp û Dîroka Wan a Qedîm

Hesp û Dîroka Wan a Qedîm
Parvekirin FacebookParvekirin TwitterParvekirin Whatsapp

Dema navê hespan tê bilêvkirin  bes “azadî û esalet” xwe rohnî dike di hişê me de. Li gor çavkanîyên li ber destan di dîrokê de ji bo  hêsanîya kar û barên xwe, cara yekem qewmê Asyayî “hesp” kedî kirine. Lê tebîeta hespan li ser kovîtî û azadî yê ye. Wexta mirov paş ve vedigere dîroka hespan, di mîtolojîya yûnanîyan de hespê Pegasos heye. Hesîodos di derheqê jidayîkbûna Pegasos di pirtûka xwe “Teogania” de wilo nivîsandiye:

“Sthenno, Euryale û Medûsa ya bêbext…

Wexta ku Perseus serê wê jê kir

Ji xwîna wî Chrysaor û Pegasos çê bûn.”

Bi kurtasî em dikarin bêjin li gor mîtolojîya yûnanîyan Pegasos, ji xwîna Medûsa çê bûye ango hatiye efirandin. Her weha gava em vedigerin nav kurdan, hesp û îmaja hespan rengekê giring di xwe de dihewîne. Hesp li ber dil û çavên me kurdan gelek biqîmet in. Mêrxas û begên me yên dîrokî hemî bi hespên xwe yên bi cins ên wekî çale, kumêt, kihêl û hwd dihatin nasandin. Lê hespê herî li ber dilê kurdan bilind û şêrîn hespên “kihêl” bûn. Heta hespên kihêl ji gotinê pêşîyan re jî bûne mijar, weka:

-Hespê kihêl di binê mêrxasan de dibezin.

-Hespê kihêl qamçîyê li xwe nade xistin.

Û hwd. gelek kilam û helbest jî li ser hespên kihêl hatine gotin û nivîsandin.

Li gor agahîyên zanistî hesp ajalên hestkûr in, ango dilzîz û hestbar in. Di nava hesp û siwarê wan de têkiliyek kûr heye. Gelek kesên xwedî hesp dibêjin ku; dema xemgîniyek xwe li ser me bandor bike û wê demê em bi hespên xwe re nêz bin, ew vê yekê hîs dikin û ew jî mîna me xemgîn dibin. Vê yekê jî li gor zimanê xwe nîşan didin. Pêşîyên me jî li ser vê mîjarê gotine ku “Hespê çê siwarê xwe baş nas dike.”

Gava em berê xwe didin dîrok û destanên kurdan em dibînin ku hesp çi qas ajalek qedîm û pîroz e. Mela Mehmûdê Beyazîdî jî dibêje “Kurd, xwedî hespên baş in.” Gelek destan û çîrok hene di dîroka me de ku behsa hespan û siwarên wan dike lê ez dixwazim bi kurtasî behsa hespê Dewrêşê Evdî û Hedban bikim. Bî rastî çîroka wan zêde bi bandor û watedar e.

Hedban hespek pîroz bû û li gor agahîyên gîhaştine roja me ji xeynî Dewrêşê Evdî pêve ti kes lê siwar nebûye. Hedban ji bilî Dewrêş tu kesî nêzîkî xwe nedikir. Li gor destanê Hedban û Dewrêş ji bo hev hatine efirandin. Û ew her dû jî di heman şerî de bi hevre hatine kuştin.

Her weha di dîroka kurda de hîn gelek hespên esîl hene ku navê wan bi beg û mîrê wan retê bi deng kirin. Dixwazîm çend navên hespên destanî û siwarê wan yê kurd jî bi were parve bikim.

Hespê Dewrêşê Evdî : Hedban

Hespê Bavê Fexrîya : Gêjo

Hespê Ristemê Zal : Rexşê Belek

Hespê Mahmûd Begê Cizîrî : Secra

Hespê Bavê Lalo : Kovê

Hespê Emer Axayê Millî :Şemlan

Hespê Memê Alan : Bozê rewan

Hespê Seymendê Selîvî : Demmelqeran

Hespê Yadoyê Dimilî : Nîgar

Hespê Emînê Ehmed : Sîqal

Hepsê Cembelîyê Kurê Mîrê Hekarî : Xemrevîn

Hespê Evdalê Zeynikê : Gogerçîn

Hepsê Keyxusrev : Şevdiz

Hespê Elî şêr : Dundul

Hespê Ferzende beg : Eznewir

Hespê Cemîlê Çeto : Çalo

Bi vî rengî dirêj dibe diçe navnîş…

Hesp bûne aheng di çarînên helbestan, bûne rih di destanên neyarkûjan de, bûne deng di kilamên dengbêjan de û bûne mirad di xeyalê kezîdirêjan de.

“Bextê min û te

Rastî hev hetin

Li ser bozê rewan”

          Gotiye Memê Alan ji bo Zîna botan…

Her siwar û hespê  xwe xwedîyê çîrokek dirêj û bi taybete di dîroka kurdan de. Li gor nerîna me, em dikarin ji vir bigihêjin wate ya “Hesp ajalek herî qedîm û pîroz e li ber dile qewmê pezkovîyan”. Dixwazim nivîsa xwe bi helbestek ji hibira pênûsa xwe biqedînim:

“Hespeke qîr û rewanî

Li ser axa wêranî

Bi çargavan bilezîne

Ev Memê min e, ne yê Zîne

Mala bêbexta pê nehesîne

Bendewar û aramim  ez…”

Mizgîn Amak

Mizgîn Amak

Şirove 1

  1. Ridwan says:
    1 yıl ago

    Ez gelek kêfxwaş û bextewar bûm li ber vê nivîsê. Gelek spas. Dest û dilê te Sax be.
    Dema ez gundbûm hespekî me jî hebû, navê wî kumêt bû. Min gelek lê hez dikir, Hertim tîmar û şedikir. Ev nivîs bîranînê min dîsa xêste dilê min, Ax xazila wan rojan
    Bi rastî jî hestê mirova hîsdikin.
    Spas

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • ÇAND
  • TENDURISTÎ
  • ZANIST

Bernameya Nûçeyan

  • RAGEHANDIN
  • GİZLİLİK POLİTİKASI
  • KVKK

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password? Sign Up

Create New Account!

Fill the forms below to register

All fields are required. Log In

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In
No Result
View All Result
  • ÇAND
  • ZANIST
  • NAVEROKÊN CIVAKÎ
  • TENDURISTÎ
  • ABORÎ
  • TEKNOLOJÎ
  • MARKET
  • RAGEHANDIN
  • PIŞTGIRÎYÊ BIDE
  • Login
  • Sign Up

© 2023 Nuhev.com Hemû mafên me veşartî ne.

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek çerezlerin kullanılmasına izin vermiş oluyorsunuz. Ziyaret edin Çerez Politikası.