Şewat, xirabbûna tevna laşî ye. Tevna (doku) laşî jî ji çerm, masûlke, don, sinir, av û maddeyên din pêk tê. Şewitandin ji germ, agir, madeyên kîmyewî an elektrîkê dikare çêbibe. Birînên şewitandinê bi êş û jan in û dikarin bibin sedema zirara mezin.
Her weha pirsgirêkên duyemîn ên wekî anormalîyên dilî, pirsgirêkên hilmê, dehidrasyon (wendakirina xwînavê/serûm plazma) û nexweşîyên metabolîk dikare bi xwe re bîne. Ji ber bêtaqetketinê enfeskîyonên sekonder jî dikare hêsanî derbikevin holê. Birînên giran ên şewitandinê dikarin jîyanê jî tehdîd bikin. Şewata laşî, li gorî hejmara tebeqeyên çermî ên zirar dîtine û giranîya birînê têne dabeşandin. Dabeşkirina şewatê weha ye:
Dereceya Yekem;
Bi tenê tebeqeya herî ji derve ya çermî (epîdermîs), bandorê dibîne. Êş û jan di navenda 48 seaten de wenda dibe. Hinekî cihên şewitî diwerîme, sorik dibe, sizî dike. Şewata wê astê bi gelemperî zû baş dibin.
Dereceya Duyem;
Tebeqeyên çermî yên kûrtir bandor dibin. Ji şewatandina dereceya yekem zêdetir kûr bandor dike. Ji tebeqeyên çermî epîdermîs bi temamî xirab dibe, tebeqeya dermîs jî piranî dişewite. Di binê çermî de avgirtî (ödem) çêdibe, sor dibe û tevn diwerime. Li gorî dereceya şewitandinê pir caran peqik (vezikûl, keseyên tije ava laş) pêk tên. Ev peqik dema biteqin di dewsa wan de birînên ulkus dimînin.
Başbûn, li gorî pileya şewitandinê diguhere. Bi gelemperî di navenda 20-50 rojan de di dewsa birînê de tevna skar ber dide û baş dibe laş. Ancax faktorên derveyî û hundirî dikare her tiştî biguherîne. Dikare komplikasyonên giran jî pêk bîne. Rîska enfeksîyonê zêdetir e.
Dereceya Sêyem;
Hemî qatên çermî bandorê dibînin, hemû tebeqeyên laşî xirab dibin. Dibe ku hestî, masûlke, lîgament û tendon jî xerab bibin. Heywan hestîyarîyê li devera bandorbûyî winda dike, jan tûne, cihê şewitî dema were jêkirin xwîn jî ji nayê. Avgirtin pir zêde ye. Heger pirç were kaşkirin bi hêsani tê pirçûkandin. Bandorên sistemîk hene. Heywan bêhal û bêtaqet dibe. Başbûn, di nav 6-8 hefteyan de çêdibe. Li dû başbûnê dewsa birîna tevna granulasyon û skarê dimîne.
Dereceya Çarem;
Hemî tebeqeyên çermî (epidermis, dermis, subdermis) û masûlke, don, hestî dikin di bandora şewatê de dimîne. Nîşaneyên sîstematîk dibin sedema dîtina wan. Tevna şewitî bêwegerendin xirab dibe, tevn dimire, rejenerasyon pêk nayê. Şewatandina herî cidî ye û îhtîmala mirinê zehf bilind e.
Nîşanên Şewitandinê:
Nîşaneyên şewitandina klînîkî li gorî celeb û giranîya şewatê diguherin. Li gorî bandora sîstema hêzê nîşan jî cuda ne:
- Çermê çilmisî, sorikî an reş dibe,
- Li devera şewitandî, pûrt pir caran weşîyayî ye,
- Çerm diwerime,
- Çerm serkelhatî û kaşkirî ye,
- Li ser rûyê çermî peqik/vezikul-bûl de av kom dibe,
- Bêhna pîs ji çermî tê,
- Çermê diranan ji bêoksîjenî şîn dibe,
- Vereşîn çêdibe,
- Zehmetîya standin û dayîna hilmê,
- Aritmîyên dilî
- Spazmayên masûlkeyan
- Gilîz jî devî dirije…
Ew nişanan muhîm in. Şewat gelek sîstemên heyatî (vital) digire. Ji ber vê yekê jî mirov gerek bi bayê bezê midaxeleyê bike.
Alîkarîya Ewil (First Aid)
- Ewilî heyvên dûrî agir bixin,
- Kontrola nûveyên vîtal (sîstema dil, bêhn girtin, sinir û hwd.) bikin,
- Sîstema danûstedina hilmê kontrol bikin.
- Divê piştgirîya bêhnê bi oksîjenê were kirin. Çimkî karbonmonoksit/dioksit xwe bi xaneyên xwîne ve (eritrosit) digire ku nahêle heywan oksîjenê bistîne. Pir caran bêoksîjenî dibe sedema mirina heywana.
- Di ser heywên de tiştekî wekî hevsar, ben, zincîr û hwd hebin lazim e ku werin derxistin. Çimkî ji ber şewatê avgirtin pêk tê, ku ev jî avgirtinê bêhtir xêrab dikin.
- Birîna şewatê 20-30 deqîqeyan bidin ber ava paqij û hênik û bişon. Germahîya avê divê herî zêde 20 derece; herî kêm 10 derece be. Ava qerimî û cemidî bikar neyînin, konrtendîke ye!
- Ancax divê şuştin hewce ye ku bi rehet/nerm û bêlez be, bi ava hişik neyê şuştin. Ji ber ku tevn(doku) frajîl( nazik) bûye.
- Armanca şuştinê sarkirina birînê ye, ku ji bo birîn zû xwe komî ser hev bike û baş bibe. Sarkirina birînê lokalizasyonê dorpêç dike, nahêle belav bibe û mezin bibe birîna şewatê.
- Peqikên avgirtî neteqînin.
- Mirov dikare paçikê paqij bide ser birînê.
- Divê birîn bi antîseptîk (%0,1 rivanol û hwd.) were şuştin û ji bo birîna çermî jî “pomad silver sulfadiazine” mirov dikare tê bide û bi kar bîne.
- Heger betanî hebe hûn dikarin bidin ser heywên.
- Ji ber êş/janê heger dermanê êşkujê/analjezîk were lêxistin. Carinan ji ber êşê hewceyî ku dermanê sedatif/anastezîk jî were lêxistin. Ancax ev derman li gorî direktifî gotina beytarî divê were bikaranîn!
- Êm û ava bi paqij û bi kalîte peyda bikin û bidin ber heywên. Her dem heywan hewce ye ku xwe bigihêne ava vexwarinê. Av pir giring e!
- Pir zêde xwînav wenda dibe di şewata laşî de. Gerek ev xwînav bi metota întravenozê were temamkirin.
- Şêwata laşî pir caran şoka hipovolemîk çêdike. Ji ber wê jî rewşa heywên xirab dibe. Heger keys/îmkan hebe pir zûtir gerek bi serûma/xwînavê şok were tedawîkirin.
- Ji bo enfeksîyona antîbakterîyelekî bi bandor meriv dikare bi kar bîne.
- Heywan lazim e ku tim di binê sîyê de be.
- Ji bo maytêkarîya (midahale) zêde gazî beytarî bikin û alikarîyê jê bixwazin.
Mixabin heywanên jana wan zêde û birînên wan kûr û giran pir caran dikare bi metodên mirovahîyê were bi xew re kirin (otenazî). Ji bo ku di binê jan û êşê de bêhtir nemîne, ya însanî carînan jî otenazî ye. Li cîhanê, di bûyerên weha de beytar dikarin carînan qerara otenazîyê bidin.
Gellek baş buye. Spaz…