Komeke ji 2,400 jinên pîr ên Swîsreyî pêk tê, li dijî hewildanên avhewayê yên hukûmeta xwe derketin û bi navê “mixabin têrê nake” bi nav kirin. Her weha dane dîyarkirin ku xemsarîya bi vî rengî wan dixe ber metirsîya mirinê ya di dema pêlên germ de. Li ser mafê xwe yê jîyanê, daxwaz kirin ku kêmkirina gazan were bilezkirin da ku li gorî sînorê germbûna gerdûnî ya 1,5 °C ya ku di peymana avhewayê ya Parîsê de hatî destnîşan kirin.
Biryara dadgehê ya di vê dozê de serpêhatîyek mezin bû û yekem car, çalakîya guherîna avhewayê bi eşkere bi parastina mafên mirovan ve girê dida. Di biryarê de hat dîyarkirin ku ji ber bandorên nerênî yên cidî yên guherîna avhewayê, tedbîrên nebaş ên avhewayê yên Swîsreyê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, bi taybetî jî mafê jîyana taybet û malbatî binpê dike.
Yên Vê Hewildanê Didin Kî ne?
Yên ku dozê digirin ser mile xwe koma KlimaSeniorinnen Schweizê ye ku ji 2,400 jinên Swîsreyî yên ji 64 salî mezintir pêk tê. Vê komê angaşt kir ku Swîsre divê tedbîrên din bigire da ku rê li ber germbûna gerstêrkan ji armanca peymana Parîsê ya 1,5 pileyî bigire ji ber ku mirina jinên pîr bi îhtîmala mirina bi pêlên germ pirtir e. KlimaSeniorinnen angaşt kir ku pêlên germê ji ber sotemenîyên fosîl germtir û berbelavtir dibin.
Dadgehê biryar da ku rayedarên Swîsreyê di wextê xwe de ji bo pêşxistina stratejîyek têra xwe ji bo kêmkirina emîsyonê gav neavêtine. Dadgehê biryar da ku ev yek binpêkirina xala 8 e, ku mafê jinan ê rêzgirtina jîyana xwe ya taybet û malbatî (tenduristîya wan jî di nav de) bi rê ve dibe. Dadgehê her weha dît ku serlêderan li Swîsreyê bi têra xwe gihandina dadwerîyê tune, ji ber ku dadgehên Swîsreyê bi têra xwe esasa dozê nenirxandîye.
Di biryarê de hat eşkerekirin ku krîza avhewayê krîza mafên mirovan e û di vî warî de erkên dewletan ên mafên mirovan hene. Divê dewlet bi lez û bez tev bigerin û li gorî daneyên herî baş ên zanistî yên berdest tev bigerin da ku pêşî li binpêkirinên zêdetir ên mafên mirovan di krîza avhewayê de bigirin.
Ev Serkeftin Mînakekê Çêdike
Ev serkeftin ji bo dozên avhewayê yên pêşerojê mînakek çêdike û piştrast dike ku çalakîya avhewayê di bin qanûnên mafên mirovan de erkeke qanûnî ya dewletan e. Ev doz, yekem fersenda dadgehê bû ku erkên dewletan di çarçoveya guherîna avhewayê de binirxîne û yekem doza guherîna avhewayê bû ku ji hêla dadgehek navneteweyî ya mafên mirovan ve hatî guhdarîkirin. Biryar, dê li seranserê Ewrûpa û li dervayî wê xwedî bandorek berbiçav be, ji ber ku ew mînakekê girêdayî çêdike ka dadgeh çawa bi pêla mezin a dozên ku îdîa dikin qeyrana avhewa binpêkirina mafên mirovan pêk tîne re mijûl dibe.
Dadgeh xwe wekî “wijdana Ewropayê” bi nav dike û biryarên wê li 46 welatên endam derbasdar in, di nav de tevahîya YE û her weha Keyanîya Yekbûyî û gelek welatên din ên ne girêdayî YE’yê. Ev biryar rê dide van hemû dewletan ku dozên bi vî rengî bînin dadgehên xwe yên neteweyî; Ev doz, dozên welê ne ku teqrîben eyalet dê winda bikin.
Dadgehê biryar da ku peymana Ewropî li ser dewletan ferz dike ku hewil bidin ku di nav sih salan de bêalîbûna karbonê bi dest bixin û ji bo bidestxistina vê yekê tedbîrên demkî yên baş bistînin. Swîsreyê nekarî vê yekê bike.
Piştî Vê Yekê Pêvajoyeke Çawa Dê Dest Pê Bike?
Ev biryar dê bandorê li çalakîya avhewa û dozên avhewayê li seranserê cîhanê bike. Hemî dewletên ku girêdayî Peymana Mafên Mirovan a Ewropî ne wek Swîsreyê xwedî erk in. Mîna Swîsreyê, wê hewce bike ku notrbûna karbonê bike armanc û bikare nîşan bidin ku ew tedbîran digirin ji bo vê yekê, yan na ew dê mafên mirovan binpê bikin.
Biryar dê rasterast bandorê li dozên din ên avhewayê yên li dadgehê bike. Mînak, Norwêc ji ber dayîna lîsansên nû yên neft û gazê hatibû dadgehê, Awisturya ji hêla zilamekê ku bi skleroza pirjimar a ku ji germahîyê ve hatî çêkirin hate derxistin bo dadgehê.
Wekî din, pêşnuma dê ji hêla dadgehên neteweyî ve were şopandin. Mînak dozên ku li dijî Belçîka, Elmanya û Polonya hatine vekirin dîyar dikin ku tedbîrên li dijî guherîna avhewayê têrê nakin.
Di heman demê de biryar li derveyî Ewropayê jî xwedî bandorek e û dibe ku bandorê li dozên ku li dadgehên din û navneteweyî hatine tomarkirin jî bike, wek mînak li Dadgeha Dadê ya Navneteweyî, em ê bibinin ku ji ber vê yekê îhtîmal e ku gelek welatên din jî berpirsîyar bin.