Hezîntî ango rewşa xemgîn ya piştî şînê (tezî) li cem kurdan çi ye û di çanda civakî ya kurdan de xwedîyê kîjan taybetmendîyan e? Em dê di vê nivîsa xwe de bi çend xalan behsa vê kevneşopîyê bikin. Di serî de bêjim; şînên kurdan wekî yên neteweyên din bi awayekî hêsan derbas nabin. Gelek remz û rîtuelên wê hene. Em dor bi dor bi çend mînakan bidomînin.
Ji bo agahdarîya xebera mirina kesekê “cava mirinê” tê gotin. Ji bo çûyîna kesûkarên kesên mirî jî “hewarî” tê gotin. Piştî cava mirinê tê, her kes çi kar û barê di destê wan de hebe dihêlin û xwe bi hewarîyê digihînin. Di wê radeyê de gundî jî hazirîya şînê dikin. Ji bo belavkirina çayê û çêkirina xwarinê çend kes tên peywirdar kirin.
Ji bo xwarina şînê niha aşpêj û aşxaneyan digirin lê berê dikirin dor û serê carê malekê gazî mêvanên şînê dikir û xwarin didan wan. Li gorî girseya hatî carna jî rojê du sê malan gazî dikir. Lê niha ew problem nemaye. Çimkî aşpêj ji bo girseyeke giran xwarinê çêdike. Xwarina şînê jî goşt, birinc e. Pê re jî mast û salete ye piranî.
Wexta heft roj li ser mirina mirî re derbas dibe, “devê mirî ji axê derdixin” ji bo vê jî li hemû malên gund şekir tê belavkirin. Jinên malbatê û jinên gundî jî ji bo hezintîya xwe nîşan bidin ji roja destpêkê de laçikên spî didin serê xwe. Mêrên malbatê jî rûyê (rihê) xwe kur nakin. Her wiha televizyon jî venabin.
Piştî “derxistina devê mirî ya ji axê” du jinên malbatê li nav gund digerin ji bo “spîk rakirinê”. Yanî dibêjine jinên gund êdî hewce nake hûn laçikên spî bidin serê xwe û kerem kin desmalên rengîn bidin serê xwe. Malek an du malên nasê malbata şînê jî mêrên malbatê vedixwînin malên xwe, ji wan re kêr û gûzanan dikirin û ricaya rûkurkirina wan dikin û rûyê (rih) wan didin kurkirin.
Paşê “pêncî dudu”yê mirîyan tê. Dema 52 roj ser mirina kesekê re derbas bibe, çiqas nas û dostên wî/ê miriyî hebin diçin ser qebrê û dua û xwendinê dikin. Mevlûdê didin xwendin (ji bo kurdên musluman) û xwarina xêra wan didin.
Di “salewexta mirîyan” de jî yanî salvegera mirina wan kesan de hema bêje hemû rîtuelên pêncî duduyê mirîyan tê dubarekirin.
Li gel van tiştan divê çend tiştên din yên em bîr bixin jî hene. Yek; kevneşopîya “reşgirêdanê” ye. Yanî hîn jinên malbatê li gorî ciwanîya mirîyan, hezkirina wan ya li hember kesên mirî û cureyê mirina wan kesan “dinyayê li xwe reş dikin” heta dawîya emrê xwe şareke reş didin serê xwe. Ya din jî “neçûyîna mêr û jinê ya nivîna xwe” . Li gorî vê kevneşopîyê jin an mêrê hezîndar heta nexwaze hevserên wan dewa nivînê ango hevşabûnê nakin. Mînak; em bêjin bavê jina mêrik miriye lê di wan rojên hezintî de mêrik bi jina xwe re hevşabe, ev li hemberî wê jinê û tezîya(şîna) wê dibe bêhurmetî.
Wekî mînaka dawîn jî em dikarin bêjin “dilşikestî” ye. Ev gotin ji bo kesên ji malbata mirî ne. Ew kes wexta ji kesekê tiştekî bixwazin an jî bikevin nava dew û gengeşîyekê kes qedrê wan naşikêne û dibêjin ew “dilşikestî” ne…