Di rêzefîlma Doctor Who de, celebekê fezayî yê bi navê Silurîyen heye, ku di warê teknolojîk de pêşkeftî ne, wekî mirovî xişxişok in û demên pir berî mirovan dijîn. Ev cure heta demekê ku mirov hebûna wê ferq nake, bi veşartinê dijîn. Ev çîroka ku ji rastîyên zanistî dûr xuya dike, di sala 2018an de bala du zanyarên ji Zanîngeha Cambridge kişandîye û wan gotareka bi sernavê “Hîpoteza Silurîyan: Gelo Tesbîtkirina Şaristanîyeka Pîşesazî di Tomarên Jeolojîk de Pêkan e?”
Hîpoteza Silurîyen Çi ye?
Ev hîpotez îdiaya ku berîya mirovahîyê şaristanîyeka teknolojîk hebû naparêze. Di şûna wê de, ew li ser pirsa ka gelo “şopa tilîyên jeolojîk” dikare ji şaristanîyeka ku bi mîlyonan sal berê winda bûye bibîne. Gotar di kovara astrobiology Journal of Astrobiology de hate weşandin.
Nivîskarên gotarê vê pirsê radigihînin: “Gelo cihekê jîyan û aqil nû derketî, şaristanîyeka pîşesazî dikare çi qas pêş bikeve? Mirov bi tenê mînaka ku em pê dizanin in, lê şaristanîya me ya pîşesazîyê bi tenê bi qasî 300 sal heye (ango, ji destpêka rêbazên hilberîna girseyî ve). “Ev perçeyeka piçûk a dîroka mirovahîyê ye û perçeyeka hêj piçûktir a dema ku jîyana tevlihev li ser Dinyayê heye.” Ev dema kin, vê pirsê derdixe holê ku gelo tiştekê wisa berîya mirovahîyê qewimî an na.
Şopên Jeolojîk û Şopên Şaristanîyan
Ev hîpotez di heman demê de xebateka ramanê jî pêşkêş dike ku dikare rêberîya me bike dema ku em li şopên şaristanîyên pêşkeftî yên li ser gerstêrkên derve digerin. Mirovahî bi guherîna avhewa û ekosîsteman li ser rûyê erdê şopên berbiçav hiştîye. Lêbelê, ne dîyar e ka dê ev şop piştî bi mîlyonan salan werin dîtin. Mînak, şopên di sedimentan de dibe ku tenê çend santîmetre qalind bin. Dibe ku ev rast be jî ger ku mirovahî ji bo demek dirêjtir hebûna xwe bidomîne.
Di gotarê de tê gotin, “Dîroka Şaristanîya mirovî çi qas dirêj be, şopa wê di qeydan de ew qas mezin e. Lêbelê, şaristanîyek çi qas dirêj be, divê di warê domdarîyê de ew qas baldar be. “Civakeka domdartir şopeka piçûktir li ser gerstêrkê dihêle, ku tê wateya îşareteka qelstir di tomarên jeolojîk de.”
Bersiva Pirseka Milyon Salî
Tîm, di kaxezê de bersiveka teqez nade, lê pêşnîyaz dike ku ger celebên din ên pêşkeftî yên kevnar werin dîtin, dikarin bi lêkolîna anomalîyên hêman û pêkhatî yên di tomarên niştecih de werin keşfkirin.
“Em bi tundî li ser ramana ku berî şaristanîya me ya pîşesazî şaristanîyek din hebûye, bi guman in, lê pirsîna vê pirsê bi fermî û eşkerekirina delîlan ji bo ku şaristanîyek wesa xuya dike, pirsên kêrhatî der barê lêkolînên astrobîyolojîyê û Antropocene de derdixe holê. Em hêvî dikin ku ev kaxez dê bibe çavkanîyeka motîvasyoneka ku sînorên hîpotezê berfireh bike û em di pêşerojê de bersiveka çêtir ji pirsa ku di sernavê de hatî pirsîn bibînin.”
Bikaranîna Enerjîyê û Şopên Jeolojîk
Tîm, nîqaşan li ser mijara ku şopa hebûnekê dikare bi milyonan salan şûnda bimîne (an dibe ku ji me re hiştibe). Bi taybet, ew nîşanên karanîna enerjîyê ya mezin wekî şopên ku dikarin di tomarên jeolojîk de bihêlin destnîşan dikin.
Ger şaristanîya hîpotetîk rêbazên domdar ên wekî enerjîya rojê, hîdroelektrîk an enerjîya jeotermal bipejirîne, ev birîn dê piçûktir bibin. Dibe ku hin ji bûyerên xwezayî diqewimin, mîna bûyerên anoksî yên okyanûsê yên serdemên Kretaceous û Jurassic-ê ne cuda bin – lê hinên din dikarin nîşanên zelal hilgirin ku em li vir in û me gerstêrk pir xirab kirîye.
Tîm dinivîse, “Em pêşnîyaz dikin ku hin îmzeyên bêhempa – bi taybetî molekulên sentetîk ên domdar, plastîk û bermahîyên radyoaktîf ên demdirêj ên ku dibe ku di bûyera karesatek nukleer de derkevin holê – yekta bin. Di nebûna van îmzeyan de, taybetmendîya bûyerê dikare di pirhejmarîya şopên nisbeten serbixwe de were dîtin ne ji rêzek guhertinên ku bi yek sedemek jeofîzîkî ve girêdayî ne.”