Hişmendîya Firehîyê: Hebûn, zêdehî, (Îng: Plenty).
Hişmendîya Xelayê: Nebûn, kêmî, (Îng: Famine, scarcity).
Du ramanên bingehîn ên ku jîyana me durist dikin hişmendîya xelayê û hişmendîya firehîyê an jî hebûnê ne. Ev her du têgeh bandorê li reftarên me, biryar û bextewarîya me hem di asta takekesî û hem di asta komelayetî de dike. Gelo, bi rastî ev têgeh çi dibêjin? Ka em pêşîkê wan penase bikin, paşê berawird bikin û dawîyê jî qewyatîyan bikin li ser hevsengkirina van her du hişmendîyan.
Hişmendîya Xelayê Çi ye?
Hişmendîya xelayê, dibêje çavkanî kêm in û her tişt kêm e û têra nake. Ev raman, hestên mîna tirs, fikar, rikaberî û xwehezîyê dihewîne. Mirovên hişmendîya xelayê, serkeftina xelkê wekî xeternak dibînin û bi domdarî bi ramana “têrê nake” tev digerin. Ev rewş, dikare hem di asta takekesî û hem jî komelayetî de pevçûn û xemgînîyan çêbike.
Mînak, kesekê xwedîyê hişmendîya xelayê, ditirse pereyê xwe bixwe û tim kom dike. Lêbelê, ev helwest kalîteya jîyana wî kêm dike û pêşîyê li nirxandina derfetên nû vedike. Bi vî rengî, heger şirketek bi hişmendîya xelayê were birêvebirin, dikare di navbeyna xebatkaran de rikaberî derbêxe û dikare berhemdarîya wê bêxe.
Hişmendîya Firehîyê Çi ye?
Hişmendîya firehîyê/hebûnê rewşeka bawerî û hişmendîyê ye dibêje jîyan û gerdûn di nav firehîyê de ye. Anku xwedî bereket e û hebûn û zêdehîyekê dihewîne. Mirovên di vê asta hişmendîyê de difikirin ku çavkanî bêsînor in, mirov çi qas parve bike ew qas zêde dibe û ji bo her kesê têra xwe fersend hene. Hişmendîya firehîyê hestên erênî yên wekî xweşbînî, spasî, parvekirin û afirînerîyê av dide. Ev şêwaza ramanê, bawerîya mirovî li ser mirovî bi xwe û kesên dîtir çêdike, çi ku her gav derfetên nû û çareserîyên nû hene.
Bo nimûne, karsazekê bi hişmendîya firehîyê tev diğere, heger rojekê sernekeftî bibe jî ew dizane ev tiştekî demkî ye û dê derbaz bibe û ji bo projeyên nû motivasyona xwe diparêze. Bi heman rengî, kesekê di vê hişmendîyê de, şûna ji serkeftinên xelkê biqehire diçe îlhamê ji wan digire û amade ye ji bo hevkarîyê.
Berawirdkirina Hişmendîya Firehîyê û Hişmendîya Xelayê
Bîr û Boçûnên Çavkanîyan: Hişmendîya firehîyê dibêje çavkanî boş (pir) in û mirov çi qas van çavkanîyan parve bike ew qas zêde dibin; Bes hişmendîya xelayê dibêje çavkanî kêm in û dikarin xilas bibin.
Bandorên Hestyarî: Hişmendîya firehîyê hestên wekî hebûnê, spasîyê, xweşbînîyê û aramîyê av dide; hişmendîya xelayê hestên nerênî yên wekî tirşe, fikarê û hesûdîyê av dide.
Encamên Reftarî: Hişmendîya firehîyê, kiryarên wekî parvekirin, hevkarî û afirînerîyê dide ber mirovî; Hişmendîya xelayê kiryarên wekî xwehezî, rikaberî û nemanê dide ber mirovî.
Bandorên Demdirêj: Hişmendîya Firehîyê, xweşîya takekes û komelayetîyê zêde dike; hişmendîya xelayê dibin sedema pevçûn û xemgînîyê.
Çend Qewyatî li Xwendevanan: Divêt Mirov Çi Bike ji bo Hevsengkirina Hişî
Hişmendîyê pêş ve bibin: Berî her tiştî, bizanin kahişmendîya xwe di çi astê de ye. Binêrin ka hişmendîya xelayê bandoreka çawa li ser we çêdike û paşê hewil bidin vê yekê biguherînin.
Pratîka spasîyê bikin: Her roj hemî tiştê ku we heyî spas bikin, ev yek dê hişmendîya we ya firehîyê xurt bike. Ev yek fikra we didomîne û ramana birçîbûnê kêm dike.
Parve bikin: Parvekirin yek ji kiryarên herî giring e ku hişmendîya firehîyê av dide. Bi parvekirina dema, zanebûn an çavkanîyên xwe yên darayî, hûn dikarin bi rastî jî vê yekê biceribînin.
Li şûna rikaberîyê hevkarîyê hilbijêrin: Ji serkeftina xelkê netirsin, berovajî vê li gel wan hevkarîyê bikin û mezinbûnê bikin armanc.
Hişmendîya xelayê biguherînin: Hûn dikarin hişmendîya xelayê biguherînin. Gava gotineka wekî “têrê nake” hate aqlê we, di cih de li şûna wê gotinê vê gotinê di aqlê xwe de bi cih bikin, “Her gav derfetên nû hene”.
Pîlanên demdirêj çêbikin: Hişmendîya xelayê di serê mirovî de hizirên demkurt ava dike. Bi çêkirina armancên demdirêj hûn dikarin hişmendîya xwe ya firehîyê bihêz bikin.
Di encamê de, hişmendî firehîyê û hişmendîya xelayê du bingehên ramanî ne ku şêwazê didin jîyana me. Hişmendîya xelayê me ber bi tirs û fikarê ve dibe; hişmendîya firehîyê me berê me dide jîyaneka aram, zêdehî û hebûnê. Hevsengkirina van her du hişmendîyan ji bo xweşîya takekes û komelayetîyê pir giring e. Ji bîr nekin, hûn çi hişê xwe bidin xwarin, hûn ê wê li jîyana xwe zêde bikin. Bi hişmendîya firehîyê hûn dikarin berê ronahîyê hem bidin xwe hem jî bidin doranên xwe.