Gelê Medî, gelekê Hînd-Ewrûpî ye û di qonaxa dîrokê de li dora sedsala 7an B.Z. û li ser erdnîgarîya Îranê derketine meydanê û xwedîyê hêzeka mezin bûn. Împaratorîya Medan ji zexta Asûrî xilas bûne û serxwebûna xwe bi dest xistine. Med, bi artêşa bihêz, hikûmeta navendî û hevalbendên dîplomatîk roleka giring lîstîye di dîrokê de.
Med û Binetara Wan
Med, yek ji komcivakên Aryan in ku di dawîya hezarsala 2yan de peyda bûne. Ev gel di despêkê de wekî wekî eşîran bûn, lê bi demê re kom bûne û qraltîyeka yekgirtî ya bihêz ava kirine. Cihnişînên Medan, li gor îro di navbera rojavayê Îranê û Mezopotamyaya Bakur de bûn. Paytextên wan wekî Ekbatana (Hemedan) tê zanîn.
Pêşketina Medan û Serdema Împaratorîyê
Pêşketina Medan, rastî serdema serdestîya împaratorîya Asûrîyan tê. Di destpêkê de her çend binhukmê Împaratorîya Asûrîyan bin jî di sedsala 7an de bi pêşengtîya Qral Deicoes yek girtin û navendeka rêveberîyê ava kirin. Deicoes 53 salan hukimdarîya domand. Piştî wî, nevîyê wî Kîyaxser (625-585 B.Z) hêriş bire ser Asûrîyan.
Her paşê Med û Babîlîyan bi hev re berî zayînê di sala 612yan de paytexta Asûrîyan Nînova standin. Li gel hilweşîna Asûrîyan, Împaratorîya Medan bû yek ji dewletên bihêz li Rojhelata Navîn. Her weha Medan Babîlî jî têk birin.
Di pirtûka pîroz a Cihûyan Tewratê de dibêje: “Tîrên xwe tûj bikin, kalanên tîrên xwe tijî bikin! Reb qralê Medan rakir ser pîyan, armanca wî tunekirina Babîlê ye. Reb dê tola xwe û perestgeha xwe bistîne.”
Têkilîya Med-Persan û Dawîya Împaratorîyê
Her çend Med xwedî artêşeka bihêz û avahîyeka îdarî bûn jî nekarîn ji bo demekê dirêj ve hukim bikin. B.Z li sala 550yan qralê Persan Kirosê Duyem (Kirosê Mezin) li dijî padîşahê Medan, Asstyages serî hilda û Împaratorîya Medan têk bir. Vê bûyerê dawîya hêza Medan anî, lêbelê modela rêveberîya Medan û çanda Medan ji hêla Persan ve hate pejirandin.
Mîrateya Medan
Medes ji bo Persan bûne modela rêveberîyê û ilhama dane Împaratorîya Axamenîşan. Bajarên wekî Hemedanê giringîya xwe di bin rêveberîya Persan de domandîye. Wekî din Med, wekî hêzeka mezin ku hevsengîya Mezopotamya û Anatolyayê guherandî di dîrokê de cihê xwe girtîye.
Pêwendîya di Navbera Med û Kurdan de
Der barê têkilîya di navbeyna Med û Kurdan de teorîyên cihêreng di navbera dîroknas û zimannasan de hene. Ji ber ku kurdî ji malbata zimanên Îranî ya destê Bakurê Rojava ye, her weha hevparî di navbeyan zimanê Medan û kurdî de heye, her dîse çavkanîyên dîrokî û lêkolîn destnîşan dikin ku kurd nevîyên Medan e.
Wekî dî, li gor çavkanîyên kevin, herêmên ku Med lê diman û kurdên ku îro lê dimînin hema bêje heman erdnîgarî ye, ku ev peywendî wekî berdewamîya çandî û etnik nîşan dide. Di mîtolojîya kurdan de referansên Medan hene. Bo nimûne di hindek destanên kurdan de hindek lehengên serdema Medan hene.
Di warê domdarîya dîrokî de, gengaz e ku mirov şopên strakturên sîyasî û civakî yên Medan di pergala eşîrên kurdan de û di helwesta rêveberîyê de bibînin. Civaka Medan bi strukturên civakî yên kevneşopîya kurdan re yeksan e ku li şûna împaratorîyeka navendî, wekî aşîrkanê rêxistina xwe ava kirine.
Çavkanîyên li Ser Kurdbûna Medan
Teza ku Med bab û bapîrên kurdan e gotinên curbicur hene. Li gor dîroknasê mezin ên Cîhanî Heredot, Med ne pers in, Med Aryan in. Dema Kolhis ji Atînayê hatine van deran ji Aryanan re gotine Medea. Her weha di Karnameyê de Erdeşîrê Papaknê Yekem (P.Z 242) dema bi kurdan re şerî dike wekî Qralê Medan ê Kurd behs dike
Her dîse li gor çavkanîyên Serdema Navîn (Hicrî sedsala 5an) dîrokvanê ermenî Heyton dema behda medan dike wan wekî kurd pênase dike. Weke din gelek dîrokvanên Serdema Navîn jî dema behsa şerî bi kurdan re dikin, kurd wekî Med bi nav kirine.
Ji alîyê zimanî ve, kurdî jî wekî Medî dikeve nav zimanên Bakurê Rojavayê Îranê. Di sedsala 15an de di metneka dînî de ku bi 7 zimanan hatîye nivîsîn li gor zanyarên wekî H. W. Bailey, Henning, Shanidze û David Neil Mackenzie zimanê vê metne bi kurdî ye. Her wekî dî, zimannasê rûsî Vladimir Minorski jî Kurdan wekî berdewamîya Medan dibîne. Her dîse Gernot Windfuhr jî vê yekê dibêje.
Li Zanîngeha Californiayê dîrokzan Profesor Wadie Jwaideh dibêje: “Împaratorîya Medan ku yek ji bab û bapîrên Gelê kurd e, yekem dewlete nasnoyalîst a nuwaze ye ku hêla kurdan ve hatî avakirin.” Di vî warî de gelek çavkanîyên curbicur hene lê em ê li vê derê bihêlin.
Di encamê de; Împaratorîya Medan, ji bo demek kurt bûye hêzeka mezin bes bi pêşketina Persan ji ketîye nav rûpelên dîrokê. Dîsa jî, bandorên çandî û sîyasî yên Medan li ser Îranê û şaristanîyên derdorê nîşanên kûr hêlane. Peywendîya Med û Kurdan ji alîyê ziman, çand û erdnîgarîyê ve giringîyeka mezin dihewîne. Li gor gelek dîroknas û zimannasan ew bab û bapîrên kurdan e. Pêdîvî ye xebatên kûr û berfirehtir li ser vê mijarê bêne kirin.