Bûyer di 13ê Çileyê de li beravên Antarktîkayê pêk hat. Kevîyeka mezin a nêzîkê 30 kîlometreyan dirêj ji tebeqeya kevîya befrê vebû û qismekê oqyanûsê derxiste holê ku bi dehan salan e ronahî nedîtibû. Tîmê li ser keştîyeka lêkolînê ya bi navê Patricia Falkorê (DA) biryar da ku di kûrahîya vê deryaya nû de binê deryayê bivekole. Berî nihe, çi kesan ev devera kûr a deryayê kifş nekiribû.
Patricia Esquete, serokê rêwîtîya kefşê, got “Ev celebekê bûyerê ye ku dema pêk hat hêjayî devjêbardena her tiştî ye.” Lêbelê hêvî ne pir zêde bûn. Zanyar nedifikirîn ku jîyaneka ev qas giring dikare di bin kavîyekê berfê yê ev qas stûr de pêş hebe.
Lê tîmê bi tiştê ku di bin berfê de dîtîn matmayî bûn. Li rastî pendên deryayî, marên hefter, masîyên qeşayê, mercanan û xişxişokên bi şiklê cerikan ên sedsalî hatin. Lêkolîner ji vê kefşa rêwîtîyê bawer dikin ku bi dehan cureyên nû peyda bikin. Lêkolînerê Zanîngeha Aveiro li Portekîzê Esquite got, “Ev ekosîstema dewlemend a me li jêrê dîtî, rastî jî em gelek matmayî kirin û em heyran man.”
Ev kefşa ku roja Pêncşemê hate ragehandin, bi tenê nihênîyan bine qeşa û kevîyan û çawanîya şêweya jîyanê li deverên cuda nîşan nade, di heman demê de xaleka krîtîk a destpêkê ye ji bo famkirina çawanîya guherîna binê deryayeka li gerstêrka her ku diçe germ dibe. Jyotika Virmani, serokê Enstîtûya Oceanya Schmidt, ku bêyî armanca berjewendîyê lêkolînek pêk anî, got, “Ev şensekê pir mezin e ku li cîhê rast û di wextê rast de ekosîstemeka weha dîtine.”
Di vê rêwîtîya kefşkirinê de, ku nêzîkê mehekê dom kir, lêkolîneran amûreka kontrolkirinê ya ji dûr ve bi kar anîn da ku wêne û vîdyoyan bigirin û mînakên hin deverên kûr ên Antartîkayê berhev bikin. Tîmê her weha deverên deryaya Bellingshausenê jî lêkolîn kirin ku ji tebeqeya berfê dûr e. Cûreyên nû yên ji bo zanistî di nav de crustaceans, snails deryayê, worm û masî hene. Wekî potansîyel, di nav cureyên nû de zindewarê xwedî qalik, şeytanokên avê, kirmik û masî hene.
Ji bo kifşkirina tekezîya cureyên nû, nirxandina laboratuwarî ya bi mehan hewce ye. Esquuete got, “piranîya karî niha dest pê dike.” Enstitûya Oqyanûsan a Schmidtê par di rêwîtîya kefşê de ku li beravên Şîlîyê hatibû kirin, zanyaran şeytanokên deryayî yê nû jî di nav de ji 70yan zêdetir cure hatine dîyarkirin. Li beravên Antartîkayê tişta herî zêde dihat mereqkirin, ji zindewerekê zêdetir ekosîstem bi xwe bû: Ev qas jîyanên zêde, çawa di bin kevîyeka ev qas stûr de çêdibe?
Li deverên din ên deryayê, zindewerên ku fotosentezê dikin, da ku jîyana binderyayî xwedî bikin, maddeyên xwarinê peyda dikin. Lêbelê, di binê kevîya berfê Antartîkayê ya tarî de ev ne pêkan e. Di şûna wê de, mewcên deryayî, ava helandina kevîyê an jî mekanîzmayeka dî jî dibe alîkar ji bo zindewerên binderyayî.
Esquete, hêvî dike ku dîse vegere çavdêrîyê ka jîyan di bin kevîya berfê de çawa diguhere. Çend germahî zêde bibe û li Antartîka û herêmêndî çend kevîyên befrê jê ve bibin, ev yek dê ji me re fikir û zanînekê çêbike der heqê guherîna jîyana zindewerên binderyayî li cemseran. Li herêma ku kevî veqetîyayî ya bi navê Qasa Qeşayê ya George IV, di van salên dawîyê de helandineka mezin hate tesbîtkirin.